Xemgîn Remo
Ez bangî te dikim
Û banga min li ber ba berbaye ..!
Tu jî dibêje :
–banga ji dev tenê awaze
Û ya ji dil
Bi vedeng û daxwaze …!!
–lê ku banga min
Bû fîxana bilbil
Û demên te ne bûn sorgul ?
–hingê evîndarek ji me sixte ye !
Yan tîra ji kevanê te hildipeke…
Firyal Hemîd
Êş şûnmayên
evînê ne
Helbest jî
şûnmayên êşa ne
Lehî şûnmayên
baranên dîn in
Hêsir jî şûnmayên
xatirxwestinê ne
Ez û tu jî
Şûnmayên
dareke bejî ne
Ku ew dar jî
şunmayê destekî
ji sermê qelişî ne
28.3.2024
Li bajarê Şilêswîg li bakurê Elmanyayê, Komeleya Kurdî-Elmanî pêşingeheka hunerî ji du şêwekarên jin re vekir.
Şêwekar Sirwe Berzenjî ji Başûrê Kurdistanê û şêwekar Renda Silêman ji Rojavayê Kurdistanê, bi kevaline ciwan û qeşeng beşdar bûne.
Piraniya kevalan li ser jinê bi giştî û li ser jina Kurd bi taybetî hatine nigarkirin.
Ev yekem care li bajarê Şilêswîg…
Texst: Methal Sulaiman.
Wergerandin ji Erebî: Mizgîn Hesko.
Hew dizanim, ka Berfanbar mîna wê ye
Yan jî wê rûçikên xwe ji Berfanbarê vedizîn e…?!
Bi tenê, wê nas dikim;
Ew dayika min e û ji wilo bêhtir e.
Bi tenê, wa bi guherîna rengan di çavên wê de hest dibûm.
Dema ku xemgîn dibû û çirisîna di wan çavan de, wekî sîbereke…
Bi bûneya hatina cejna Newrozê, Komeleya Kurdî-Elmanî li bajarê Şilêswîg dê bi hin çalakiyên balkêş rabe.
Li roja 20.03.2024an demjimêr 16.00 bi vexwendina kesayetiyên bajar dê agirê Newrozê li navenda bajar bête hilkirin û bi diyarîkirina gulan li ser amadebûyan Newroza wan bête pîroz kirin.
Hin endamên Komeleyê jî xwebexş dê piştî hilkirina agirî diyariyan li ser…
Mizgîn Hesko
Gotina xweş
Bihara dila ye
Tabloya hîn jî ker û lal
Wiha…
Ji qutiya rengan re digot…!
Ji nîvê valahiyê
Û ji kûrahiya nexşereyên axê
Şahmaranê…
Kajê tozgirtî
Ji ser bedena xopan radikir
Û ji nuh…
Ber bi destên werzan ve
Dibarî…!
Gulşevînên qurmizî û mest
Vedenga kişwerên omîdan…?!
****************
Û rûpelek…
Ji hevrîşimê berbangê
Û çarîneke bi doşava tavesorkê
Şewşenkirî
Wiha bêdengiyê
Sîtavên xwe…
Li kom û kolozên heyînê
Weşî bi weşî
Vedigerandin…!
Û rista ezberkirî
Ji xemreya…
Xemgîn Remo
Li derve baran keziyê dargulan dişo
Gul bi hemî ciwaniyên xwe
Rûgeş dikenin
Dengê meşka dayikê û wîçewîça şalûran
Awaza bi hev diguhêzin
Li ser ristê du hechecûk
Yariyan bi hev dikin
Çavekî min li gula ye û yek li hechecûka ye
Giyanê min jî bi strana ( were têlî )
Bangî dilberê dike…
Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo
Di çîroka (roviyê qut) de wehe hatiye nivîsîn:Rojekê roviyek hebû,ew herdem diçû mastê pîrekê dixwar,pîr pir bêhnteng dibû,şevekê pîr li mastê xwe dipa,ewê dît roviyek di nîvî şevê de hat û mastê wê xwar, pîrê rahişte şonikê û ewa li rovî werda,dûvê rovî qut bû,lê gava ew çûye cem hevalên xwe,her roviyekî bi wî…
Mihemed Hemo
Roja; ketime ser zemînê
Ji vir de, wê de!
Derew li min barîn!
Peyva pêşin
Ku ji min re hate gotin!
Bi bang
Di guhê min de dotin!
Bi dengê bilind
Di guhê min de gotin!
Le Îlehe île LaCa; Mihemed jî resûl lîla!!
Bi wê bangê, ez xudî kirim
Bi şaxên wê jî, ez kedî kirim
Lê dîsa;
Mala Xuda ava!
Wan derewên xwe digotin
Bi zimanekî bîyanî
Min…
Hejmara (21) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Şoreşa Wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê) ye, ji pêşekiya hejmarê:
” Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sala 2012’an ve di gelek guhertinan re derbas bûn û ji wê demê de şoreşeke siyasî, civakî û…