Şevên xemgîn ên Berfanbarê.


Texst: Methal Sulaiman.
Wergerandin ji Erebî: Mizgîn Hesko.

Hew dizanim, ka Berfanbar mîna wê ye
Yan jî wê rûçikên xwe ji Berfanbarê vedizîn e…?!
Bi tenê, wê nas dikim;
Ew dayika min e û ji wilo bêhtir e.

Bi tenê, wa bi guherîna rengan di çavên wê de hest dibûm.
Dema ku xemgîn dibû û çirisîna di wan çavan de, wekî sîbereke şermok berbelav dibû
Wê bi tenê, dikarîbû barana di çavan xwe de rawestîne
Û dema ku em bi xemgîniya wê hest dibûn,
Wê bi keskesora di paş wan de, em dixapandin.
Ji me re li çepkan dida û bi bişirînê, text nîgar dikirin
û me laşê xwe yê westiyayî tavête ser wan.

Dayika me, ya ku bavê me, yek rojê û li pêş me ew himêz nekir.
Ne jî di rojeke evînê de, gulek radestî wê kir û yan jî nameyeke evîn î  kurt, di rojbûna wê de, jê re rêkir.
Dema ku wê hingiv jêre berdida nav çayê jî, ew î spasiya wê nedikir
Dema ku wê li baş derî ew birêdikir, ew î qabûtê xwe ê rojhilatê ji ser bedena xwe ne tavêt.

Wiha û di Berfanbarekê de, biryar dan ku evîna xwe hişkere bikin
û di Qehewxaneyekê de, çîrokeke evîn î herî kurt bijîn.
Wiha jî derketin û ta vê gavê, hew êdî… ew bi ser riya vegerê ve bûn.
Pir dereng man û bi dûriya xwe re, xemgîniya Berfanbarê, wekî“ Berekî“ afsanewî ji me re hiştin. Êdî ew mezin bû…
Ne wî ji tîrêjên rojê, yan ji kalbûnê, em parastin.

Bi hêmin î ew raketin
Û her ku Berfanbar dibe mîvanê zivistanê
Ez bi tavên xunavê ên wekî çavên dayikê, mijûl dibim.
Dibim perqeyikek û di paş wê de, pêdariyê vedişêrim.
Li ser berfê û bê wan, ez semayê digirim û wiha tirsê, tevlî  pelên pûngê dikim.
Û her ku Berfanbar wekî mîvanekî xwîntirş bi ser min de tê
Ez firmêskên xwe di bexçeyekî wêran de diçînim, belkû bîrdanka xwe bi riwê wan î xembar- ku xewna min beravêtî kirin- dagirim.

Berfanbar…
Wiha bi xwînê
          bi dêwan
          û bi afsaneyan dagirtî ye
Û valahiya di dilê min de, wekû birîna tê de, çendîn giran û mezin e…!
Hew dikarim ku dilşad bibim
Û hew dikarim çîrokan di roja xwe de berhev bikim
Û tenbîknameyên dayika min, dur in û di tiliyên min î koçber de çandî ne..!
Bi tenê di cejnan de, li min vedigerin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…