
Ji vir de, wê de!
Derew li min barîn!
Peyva pêşin
Ku ji min re hate gotin!
Bi bang
Di guhê min de dotin!
Bi dengê bilind
Di guhê min de gotin!
Bi wê bangê, ez xudî kirim
Bi şaxên wê jî, ez kedî kirim
Lê dîsa;
Mala Xuda ava!
Wan derewên xwe digotin
Bi zimanekî bîyanî
Min tiştek jê nizanî!
Loma jî;
Min li wan derewan, nebanî!
—————————-
Hewlêr- 2018







Şîrove (0)