welateme

Idrîs Hiso

Vê sibehê wek gelek rojan, berî roj hilê, ez derketim min got ez dê hinekî bipeyim (Bimeşim).
Min dît ku hejmarek barhilgir(kamiyon) û hejmarek beldozer li Gewîlanê kar dikin, erdê rast dikin û axê li serhev li deverên destnîşankirî kom dikin.
Amajeya nexêrê ye, careke din wê penaber li vê deverê biciîbibin.
Di sala 2013an de yekemîn…

Xizan Șîlan

ey mirov
ji ber hovitiya we
stranên şahiyê
ji kezebê dinalin
helbest
di îskeîska gewriya xwe de
xeniqîn
rojan

kirasê reş li bejna xwe pêçan
şevistan xwîn vedirişin
stêrk xeyîdîn
reşewr stewr bûn
dengê xuşexuşa barana bereketê
hate birîn
çirayên geş şerm kirin
ji ber hovitiya we
giyana erd û asîmanê
lerizî
bîranîn
li ber bayê reş ketin
çîrok bêxwedî man
çem melûl melûl diherikin
ji parzûna demê
kul û…

Konê Reş

Were payîza Xemgîn were! Were û sapê temenê min li ser bênderên welatê min bidêre.. Di sikak û kolanê Qamişlokê de li şopa pêyên min bigere.. Were û çîroka Mem û Zînê, Siyabend û Xecê, Ferhad û Şêrîn ji nifşên nûhatî re bêje û bibilîne.. Were û kul û xemên di tûrikê min…

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo
-1-
Li gorî hin cihderên wêjeyî;pirtûka wêjeyî ya yekê (Avêste ) ye, ewa bi zimanê kurdî ji aliyê feylesof û Xwedênasê Kurd,Zerdeşt de hatiye nivisîn,wek tête zanîn ku(Avêste)pirtûkek olî ye,lê dîroknasê wêjeya kurdî Feqî Husîn Saqinc dibêje:Divê ev pirtûka wek bingeha wêjeya kurdî JÎ were pejrandin.Piştî ku me bi xwe jî hin deqên wergerandî…

Ebdilmecît Şêxo

Were!
Ez ronahiya çavên xwe
ji te re bidoşim.
Were!
Were em bi hev re
kûpekê

Ji xûnavên dilan
tijî bikin.
Bila minalên sêwî
mîna pelên Buharê
têr,têr vexwin.
Were!
Ez bi rondikên çavên te
keskesorekê
di ezmana dilê bajarê xwe de
nîgar bikim.
Were!Were!Were!

Efrîn, 2019

Nizar Yosif

Mamo ,
Li bendî karwan ne mîne,
Gelek karwanan barkirin e,
Di koçberiyê serwinda bûn e.
Ku demsal wisa sirt bin!
Û em bê tevdîr bin!
Em ê li ber şîpneyîn nû biherikin.

Xembaro!
Xwediyê ketiyan nîne,
Dostên wan jî nezayîne,
Xwedanê miriyan korin.
Ji zayîn a xwe ve em rêwîn e,
Jêre amade ne,
Rev li bendê me ye!
Ji Hezar û çarsed salan ve,
Ev îlah yê…

Konê Reş

Were domam, were doman, tuyî serê gazin û loman!
Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek şîr tê yek şekir tê
Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eşq û dil tê
Dilketina min û vê zalimê, mektûbreşê ji nav gawir tê..
Tevî qedexebûna Zimanê Kurdî ji rex desthilatê ve, tevî asteng û problemên ku di…

Qado Şêrîn

Zêro wek roman tecrubeya nivîskar Ezîz Xemcivîn ya yekemîn e, ew bi xwe helbestê dinivîse û gelek pirtûkên helbestan çap kiriye, belkû ji ber wê Zêro tije helbest e, yan jî tije hest e, mirov dibê qey ji bo wan helbestan Zêro hatiye nivîsandin, neku ji bo çîroka pirtûkê yan ji bo hewldana nivîsandina…

Idrîs Hiso

Berî ku Tirkiyê êrîşa xwe ya terorî ya di bin navê operasyona Kaniya Aştiyê de bibe ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, di nav paneberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de ku li Herêma Kurdistanê dimînin, rojana mijara vegara bo malên xwe di civata wan de mijara serekî bû, ji ber ku wan didît ku…

Idrîs Hiso
Xweşbextane îsal derfet hebû ku ez ji yekemîn roja Heftemîn Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê amade bim heta roja dawî.
Mirov bi festîvala Duhokê kêfxweş dibe ku bi şêweyekî rêkûpêk hatiye amadekirin û birêvebirin.
Di maweyê heşt rojan de ji 09.09 heta 16.09.2019 an de min gelek fîlm dîtin, herwiha li gelek ahingên ku ji bo mêhvan…