Hijmara 41 ji kovara PIRS ê derket

  jimara 41an ji kovara rewşenbîrî, serbixwe (PIRS) ket ber destê xwedndevanan.
Ev jimara PIRSê gelek gotar, vekolîn, çêrok, û Helbest bi xwe ve girtine.
Eva xwar naverok a wê ye:

 Pêşgotin ….. 1 
Lêkolîn û gotar:
–  15 Stêr li eniya Pirsê ……… Rêberê Silîvî  ….. 3      
– Rojnamegeriya Kurdî li Sûryê………  Reşoyê Pirê  ……  5
–  Ziman li Ci.Kurmênc……… Dr.Mihemed Elî  ….. 14

– Cegerxwîn (Festîvala Hewlêrê)……… Rezoyê Osê   ….  17
 Wêje:
Vekolîn:
Memûzîna Ehmedê Xanî 4/4 ……… Rizgar Kurdaxî  ….. 22
Ilse Aichinger……… Tengezarê Marênî  …….. 28
Çêrok:
Kurdî: Şivanê bêkêr……… B.vînyar  ……. 31
  Werger: Çawa Goltşo di diz derxist……… Mistefa Henan …. 34
Helbest:
  Min nizanî çi bû !! ……… Ebdilmecît Şêxo  ……. 38
  Dawiya xwînvexaran……… Merwan Berekat           ….. 40
  Pirtûkxana Kurdî: 
-Çiyayê Lêlûn di nînika……… Merwan Berekat de  ……. 42
 Nameyên xendevanan:
– Ji kovara Pirsê ya Hêja re……… Dilsozê Dozê  …….. 47

Û eva xwar pêşgotina wê ye:

   Xwendevanên hêja !.
   Ev jimara kovara we, kovara PIRSê, di heyva Adarê de roniyê dibîne û gelek bûyeran bi xwe re hiltîne.
   Belê, bê çawa demsala buharê, nemaze miha Adarê, bi kêf û şahî ye, bi gul û nêrgiz e, bi cejn û seyran e, wilo jî bi kul, êş û jan e. Vê mihê xêr û xweşiya suruştê bi ser me de barandiye, lê dilên me jî êşandiye. Derbarî vê xweşî û şahiyê M.E.Xanî dibêje :
      Di fesla nûbuharê de , di gel dilber biçin geştê
       Ji ew xoştir umur nabit, li min ev hal qewî xweş tê
   Lê, mixabin ku em di welatê xwe de û bi welatê xwe re tim xemgîn in, derd û azarîkêşanên me pir in, bê kenar in. Loma deng û rengê welatê me li me rû dide, me melûl berçav dike û omîdên me bi mij û moran dike, asoyên çakbîniyê li ber me bi tûman dike. Wilo, civak dibe yek gewd, ku deng û rengê xwe ji xaka welatê xwe werdigre. Lewra, Nasirê Rezazî bi goyînî dibêje:
   Ekem dengî zulalî to nebêt, minij lêrewe bê deng im
   Ku xakekem rengî soralî to nebêt, minij lêrewe bê reng im
   Lê, bi ser van kartêkirinên ne normal de jî, em xwedî lephilanîn in û desthilat in ku toz û gemara demê ji ser xwe daweşînin, xwe di bin barên giran de hilweşînin û bi geşbînî kar, xebat û jiyana xwe berdewam dikin. Belê, rewşenbîrên me, bê westan, bi ser hin velukimandinan de jî, bi erkên xwe radibin û karên xwe bê texepaşî bi pêş ve dibin.
   Yek ji wan gavên hêja û hizra payebilind ew bû, ku kovarên Kurdî li Sûriyê lihevbanîna xwe, di bin konê kevnetorevanê xwe Cegerxwîn de, pêk anîn û bûne nimûne ji rewşenbîriya Kurdî re. Belê, kovaran mil li mil û dest bi dest bîranênên 22 û 23 saliya koçkirina seyda Cegerxwîn,di salên 2006 û 2007 an de, li darxistin. Loma lidarxistina festîvala Cegerxwîn, di rojên 10-12/2/2008an, li Hewlêrê bû qezencek ji serkeftina rewşenbîriya me re. Ev festîvala banbilind û nirxbuha, li seranserî Kurdistanê bû nimûne ji lihevbanîna rewşenbîrî re, bû nîşana lixwepirsînê û bû durvê kar û xebata serkeftî.
   Em, weku desteka kovara PIRSê, bi hêvî ne ku xwendevanên me, nivîserên me, rewşenbîrên me û hemî xêrxwazên pirsa netewî bimînin destek, da li xwe, li kevnetorevanên xwe û pirsa xwe xwedî derkevin.
  PIRS

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…

Di / 31 / 10 / 2004an de xebatkarê hêja û helbestvanê ciwan heval (Ferhad Çelebî) Endamê komîta navendî ya partiya me bi bûyereke tirafîkê ew û Du birayên xwe koça dawî kirin.

Hevalê Ferhad helbestvan , çêroknivîs û rojnamevanekî çalak bû , bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi…

Fewaz Ebdê

Diyarî canê
Ebdussemed Dawud
**

Nema zanim ..
Ji ku dest pê bikim
û li ku rawestim!
Ji zeviyên genim ku bi dizîka navê te dibêjin?
Mîna ku hê tu neçûyî
û hîna tiliyên te bi simbilan dilîzin.
Tu dikenî, distirê û dibêjî:
“Nigê xwe li şînê xin,
wê bidin alî..
paleyî li bende şînê namîne!”

Yan ji çaxê ku em bi dû ewran diketin?
Me…