Hejmar a 78 an ya rojnama Newroz derket

  Hejmar (78) Subat 2008 z -2619 k  ya rojnamaNewroz  Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a  Kurd li Sûriyê  – YEKÎTÎ derket.

vê hijmara nû, ev babetên xwar  bi xwe girtin e:
– Sûriyê û roja 21ê Subatê
– Osmanê Dadeliyê çû ser dolovaniya xwe
– Komcivînên Rêxistinî
– Du xewndekar Hatin Giritn
– Pîrozbahî Bi hatina cejna jinan û Newrozê
– NA Ji êrişa leşkerên Turkiyê re … Dilsozê Dozê
– Guhestina tîpan …. Rêberê Silîvî
– Piştî 83 salan jî hê aşiqê hevdu ne
– Ahenga Dêrika Hemko
– Du xalbalkêş di bîranîna Osman Sebrî (Apo) de … Dr.Ebdilmecît Şêxo
– Sînemxan û resmên ronahiyê
– Serxwebûna Kosofo Rê li pêş xebata gelên bindest dûz û hêsan dike … Xemxarê Kurdaxî –

– Heval Ebdil-mecîd ji nav me barkir

– Wateya Cejna Evînê Çî ye?. …  Dîlan Zivingî
– Enstîtuya Kurdî li Kölnê gavek e dîrokî avêt: Kurdên cîhanê bi rêya internetê ferî kurdî dikin

– Danezana Şamê li ber gef  gurên  man û nemanê ye

Sernivîs

Sûriyê û roja 21ê Subatê
Bi xêra xebat û çalakiyên ‏şax û komîteyên rêxistina komela giş‏tî ya neteweyên yekbûyî (UN) û bi taybetî rêxistina perwerdekirin , zanyarî û rew‏şenbîriyê ya navnetewî (Yonisko) , gelek rojên giranbuha , bi navnîş‏an , bi ‏şanşoret , bi rêz û hurmet hatine binavkirin  û bûye biryar û daxwaz ku li seranserî cîhanê hemî dewlet û milet li wan rojên taybet û pîroz bibine xwedî , mehrecanan lidarxin û bidin nasîn , nirx û wateyên wan rojên hêja ‏şirove bikin , bidin ber çav û hiş‏an , da ku cî bigirin , mirov li mirovatiya xwe xwedî derkevin û dewlet li îmzên xwe bi xwedî bin.
Ji wan rojên bi nirx û wate , pîroz û xwe‏ş :
A-  Roja 10ê Berçile bona mafên mirovan ên cîhanî .
B-   Roja 8ê Avdarê bona cejna jinan a cîhanî.
C-  Roja 21ê Avdarê bona wekhevî û dijî toximperestiyê li cîhanê.
D-  Roja 1ê Gulanê , roja kar û kirêkarên cîhanê.

Vêca ji bilî gelek roj û cejnên dî yên ku li cîhanê dezgehên dewletan , partî , rew‏şenbîr û hunermend , kes û komele bi bîra xwe û derdorên xwe tînin , weke roja parastina mafên zarokan , roja parastina sirûş‏tê , roja aş‏tiya cîhanî , roja pakbûn û paqijiyê , roja li dij çekên tevkujiyê , roja rêzgirtina sîstemên rêkan ….û hwd.
Li vê dawiyê , ya balkêş‏tir bo min , weke însan , weke kurdekî Sûrî , ew bû ku roja 21ê meha Subatê jî li gor biryara Yonisko – rêz û hurmet ji karmendên wê re – bûye rojeke cîhanî , vêca ji bo çi ?? Ji bo parastina zimanê dê ! Belê , ji bo parastin û lêxwedîderketina herkesî li zimanê gelê xwe , li zimanê xwe yê zikmakî û hew.
Ragihandina fermî digel hinde dezgehên dewleta Sûriyê bi hêrs û ‏şewat li ser pirsa bikaranîna zimanê Erebî radiwestîn, didane pê‏ , dikirine hawar û qîr ku zor pêwîste û divê xelkê Ereb karibe hê bêtir li zimanê xwe yê dê bibe xwedî , û vaye – xwedêgiravî – rêxistina Yonisko ya navnetewî roja 21ê Subatê bona giringiya vê yekê kiriye rojeke cîhanî, loma jî divê hemî navend , komele û dezgehên Sûriyê li zimanê erebî miqate bin .
Ne xeme mirov karibe bîne bîra xwe, ji ber ku hêjayî gotin û dubarekirinê ye ku, li Sûriyê li dirêjahiya 50 salên borî , gelek biryarên aş‏kere û yên ve‏şartî li dijî bikaranîna zimanê me yê dê derçûne û hatine bikaranînin . Rol û kartêkirina wan biryarên qedexekirina zimanê me yê
dê – Kurdî – hê berdewam û li dar in . Eve ne tenê nakokiyeke mezine , lê belê rûreş‏iya siyaseta ‏şoven û toximperestî bi xwe ye .
Zanyarê hêja Mîr Celadet bedirxan ji berî bêtirî 70ê salî destê xwe dabû ser birînê , giringî û pêwîstiya  zimanê dê baş‏ naskiribû , bi dil û can jê re xebitîbû , di ber de ‏şerekî mezin dikir , xwe pir pê mijûl kiribû , dida ser hev , dida ber hev , diponijî û dinivîsî . Ji nivîsarên nemir Celadet nameyeke vekirî ji Mistefa Kemal re bona zimanê kurdî bû , îro jî bo me Kurdan hêjaye mirov lê vegere , da ku em jî weke civat , rêxistin , weş‏an û kes li Sûriyê karibin hê bêtir li zimanê xwe yê dê bibine xwedî û hersal bi hatina roja 21ê Subatê re  silavên germ ji Yonisko re bi‏înin .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara duhem de em dikarin van gotarên kêrhatî û hin helbestên niştimanperwerî bi pênûsên cuda bixwînin:1-(Erke pîrozekanî Hêviya Welêt)Kamal Fuad.2-(Bi hatina cejna Newrozê)Desteya Kovarê.3-(Bîreweriya cejna Newrozê) ji (Dengê Kurd),hejmar (8) hatiye wergirtin.

4-(Newroz be xoş hatî,wê her bê rojî serxwebûn!!!) Şivan .5-(Perîşanî) Soro.6-(Nexweşiya me xweşiya neyaran e )Hemreş…

Bavê Zozanê

Berya çend salan gotarek li ser hostatiya avakirin û şûngirtina peyvê di helbesta melayê Cizîrî de min nivîsand wek têgeh yan têrma Yarim min bikaranî ku yarim ew kelpîçê zirave ku dîwêr bivehve dihûne yan jî girê dide,babet ne di gotin yan di peyvê de ye bi qasî di cihê…

Can Yûsif*

“Çavkaniyeke ji tîpên bedew, û buxçeyek ji wateyên pîroz”

Helbestvan û nivîskarên jin ên Kurd di serdema ku peyv bi sînor bû û tîp qedexe bû wan roleke pêşeng lîstin, pênûsên xwe kirin xetereyên hişyarî û berxwedanê, tîpên xwe kirin bin xizmeta gelê xwe û doza wî de û…

Subhî Deqorî

Zimanê kurdî ne tenê dengên ku di qirikê de çêdibin e,

ne jî komek azînên ku di pirtûkan de têne hînkirin e.

Ew tiştek mîna siya dirêj a bîrdankê ye;

bîrdank ku ne di dibistanên dewletê de çêdibe,

lê di zevî û xaniyên teng de, li…