Gava min çel helbestên Hêmen Kurdaxî, tenê wek mînak; “Reva hespekî tî …..”, “Cûdî dişewite…”, Ji devê berbangê…dara te pelên xwe avêtin”, Emê çawa bikin?” xwendin, bê vîna min, gotinên bîrewer û helbestvanê ermenî Eboviyan hate bîra min, ewî weha nivîsî bû; di demekê de nivîskarekî helbestên xweji min re şandi bûn, min ewanan xwendin û min bersiva wî bi vî rengî ji wî re nivisî “Erê te mîna wênekêşekî dixwast wêneya hespekî nîgar bikî, lê mixabin bi te re wêneya kerekî çê bû.” Lê xaziya niha Ebovîyanekî Kurd jî heba
ewî bê guman dê li ser her rûpelekî ji rûpelên Hêmen Kurdaxî wêneya hespekî rewan bidîta, ewî bidîta ku çawa pelên dara zeytonê herdem xwe bi peyv û hestên Hêmen diparêze, û damarên xwe bê tirs berdide nav cegerê Hêmen, ewî bidîta ku çawa Hêmen dişewite lê dîsan ewa namre, ji ber ku ewa heroj, her şev, li ber roniya hêvê, di taristanê de, ji axa xwe re, ji deşt û çiyaên xwe re, ji hechecîkan re, ji dilên kizirî re, li ber çogên zarokan limêj dike û riya bûheştê ji xwe re di nav herdu çeman, Dicle û Feratê de duz dike.. ”
Li gor zimanewanî û sîmolociyê (pêzanîna danîşanan ) navnîşan gelek giring e, ewa berdergehê deqê( mijarê) ye, ewa kilîtek ji kilêtên mijarê ye, ewa deriyek ji deriya ne ku xwendevan di wê re derbazî hundirê deqê dibe û eger em pir kêse bibirin; navnîşana serkewtî mîna mijareke serbixwe û zor tîr e, riweştên derûnî yên mijarê di navnîşanê de vedibrûse .
Xûya ye; Hêmen pir rind zane ku delamet û giringiya navnîşanê çî ye ? Ewî çel helbestên xwe, ewî çel kesekesorên xwe, ewî çel balindên fireşteyên zarokên xwe bi navnîşanekê di eniya xwendevanê xwe de bi ês û dilşadî mor kiriye; ” EZ BIŞEWITIM…..
DÛMANÊ MIN JÎ WÊ JI TE HEZBIKE.”
Di dema ku min bi hiş û weşa xwe di zeviya hestên helbestvanê me de seyran dikir, min di xewneroja xwe de didît ku agir bi bênderên gundê Qermîtliq ketiye û çel Hêmen li ber alfê wî dikin qîrîn û hêdî hêdî dişewitin, lê ewanan namirin, nehêniyên vê çi ne ? Tenê kaniya helbestan, hêzên pêlên wan û çend stêrk li ezmanan dizanin !!!
“……
Îro çiyayê Cudî dişewite
Duh jî şewitî…
Hêjî dişewite….
Îro……
Dilê şaristaniyê dişewite
…..
Em zanin ku tu serî danaxe
Ne jî Gabar û Besta…
Lê çivîkên xwe şiyar bikin
Bila bifirin “
………
” Mîna çemên ” Rhein” “Ural” û ” Donauê”
Xwîn di damarên me de diherike… “
Rûpel (11-16)
Ne jî Gabar û Besta…
Lê çivîkên xwe şiyar bikin
Bila bifirin “
………
” Mîna çemên ” Rhein” “Ural” û ” Donauê”
Xwîn di damarên me de diherike… “
Rûpel (11-16)
Li gor rexnevan mamoste Heyder Omer nivîsî ye; helbestvanê Ereb hîn beriya hezar salî gotiye” Wate li ser rêkan weşandî ne, her kesek dikane wan ji xwe re bide hev, lê ne her kesek dikare wan ji wan wateyan bixe hundirê durvekî hunerî yê ciwan..” Rastiya van gotinên jorîn li nik helbestvanê me di devê pepûkeke bedew de çîm dide, her xwendevanek çêşker dikane di helbestên Hêmen de dûrvên hunerî yên ciwan bibîne, lê Hêmen ne tenê bêjeyên qeşeng ji gulistana zimanê Ehmedê Xanî, Meleyê Cezîrî, ji deşt û newalên Kurdistanê vebjartine û ewanan li pişt hev, yan li ser hev bi awakî tewşankî sîwar kirine, lê belê, ewî bi terzekî hunerî pir bala, bi hestên gelek kûr kardayî û armancên zayîna helbestên xwe diyar kirine . Lewra li nik wî, ” Huner ne ji bo hunerê ye “
“…….
Gelek çiya di hilmeke min de dijîn …
Deriyên ko koçkên tarî,
Di paş bijangên min de kutikkirî ne.
Û ji ber wê jî –sîngê min bi êş e!
Her bi xwe de diqîrim:
Rojekê tu yê çiyak bî
Û van valahiyan tijî gund bikî…
” Rûpel (8)
Dîsan rexnevanê Rus yê di wêjeya cîhanî de nasdr Bêlînskî nivisîye;” Huner di wêne da raman in “.
Em wateya vê gotina jorîn gelek bi sanahî li nik hunera Hêmen dibînin. Hêmen bê westandin ramanên xwe dike rêjeya wêneyan û pir bi lezgînî jî hunera xwe dike rêjeya ramanê û van herdu aliyan bi pisporî li ber ahengên kenîn û giriyên sê qurnefîlên xwe, li ber sazên” zemawendên cinan” li tevnê dixe. Li cem wî rawestandin di jiyana helbestê de tune ye, yanê helbest herdem di nava xwe de di guhertinê de ye, jiyanbar e, pir caran du rudawên dijhevî û bi şêwakî felsefî diyardeyeke nûh diafirîne, eva jî bi xwe, di helbesta nûjen de, egereke zor payebilind e .
“…
Rengên ronahiyê
Di hundirê hev re derbas dibin
Girêkên dawî,
Xwe bi diranên xwînê guvaştin ,
û di bin qêrîna hestên me de
veşartin
……..
Nerm daket
Bedew bû
Biharek ji hilmê firiya keskesorê..
….. ” Rûpel (76)
Hêmen Kurdaxî bi vê berhema xwe ya sêhem jî, wêja kurdî bi giştî û helbesta nûjen bi taybetî gelek dewlemen kir, em pir bi hêvî ne, ku helbestên Hêmen bi pênûsên wergervanên zimanê erebî û zimanên din biyanî werin wergerandin, ta ku helbesta me ya nûjen, bê şermî li dergeha wêja cîhanî bide Li dawiyê em lêborîna xwe ji helbestvanê me Hêmen û ji hemû rexnevanên pispor dixwazin ku me nikanî bû dengên van helbestên resen mîna rexnevanekî bigandana xwendevanan, me xwest, em tenê nrîna xwe weke xwendevanekî helbestdost pêşkeşî we bikin .

Tutlîngên,4.3.2008