Bîreweriya koçbarkirina Barzaniyê nemir li Dêrika Hemko hate vejandin

 Bi hatina heyva avdarê re serkaniya şîn û şahiyên gelê kurd derdibin.di (1) yekê avdarê de û bi helkeftina borîna (29) salan di ser koçbarkirina pêşewayê gelê kurdistanê û serwerê netewa kurd Barzaniyê nemir rêxistina Dêrikê ya Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (ALPartî) ahengeka cemawerî berfereh li bajarê Dêrika Hemko lidarxist.

Di ahengê de cemawerê Dêrika xweragir û qehreman,nûner û berpirsên partiyên siyasî yên dost û bira berhevbûn û hehweha jî şandên rêxiraw,sazî û guropên rewşenbîrî û çalakvanên mafên mirovan beşdarbûn.
Destpêkê pêşkêşkerê ahengê helbestvan Ehmed bi navê rêxistina Partî xêrhatina mêvanan kir û xêrhatineka teybet da berpirsên partiyan, şandên guropên rewşenbîrî û komîtên mafên mirovan û ji amadebûyan xwest ku li ser canê şehîdên kurd û kurdistanê,şehîdên serhildana (12) Avdarê,şehîd Kemal Ehmed Derwêş û serwerê şehîdan Barzaniyê nemir kêlîk bê deng rawestin.

Di peyre sirûda niştîmanî Ey Reqîb ji aliyê koma Ahîn ya folkolorê kurdî destpêkir.piştre gotina Partî ji aliyê mamosta Behzad Dorsin endamê komîta navendî yê Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (ALPartî) ve hate xwendin.dûvre gotina Bereyê Demoqratî Kurdî li Sûriyê ji aliyê mamosta Mihemed Sebîh berpirsê rêxistinên rojhilat yên Partiya Demoqrata Pêşveroya Kurd li Sûriyê ve hate pêşkêşkirin û herweha gotina rêxistina (Maf) û (Dad) yên mafên mirovan ji aliyê Parêzer Zerdeşt Mistefa ve hate xwendin.dawiyê gotina jinê di rêxistina Dêrikê de ji aliyê mamosta Miryem ve hate dayîn.
Her di bere çend helbest ji aliyê helbestvan Ehmed,Nisrîn,Bengîn,Ala û Rîma ve hatin xwendin û di nav re jî çend stiran ji aliyê stêrikên koma Ahîn ya huner û folkolorê kurd ve hatin pêşkêşkirin.

Herdîsanê çend birûsk ji sazî û guropên rewşenbîrî gihane destê komîta rêvebir û amadekar ji wana:

 -birûska Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî

 -birûska Tevin û Huner li Dêrikê

 -birûska Baxên Jinên Dêrikê

dawiyê aheng bi straneka komê bi dawî hat.
Hêjayî gotinê ye ku naveroka tevaya helbest,stiran û gotinên ku hatin xwendin û pêşkêşkirin li ser rêbaz, şop, kar û xebata Barzaniyê nemir di qûnaxa dirêjahiya pêvajoya wî ya xebatkarî de bûn û derbasî gelek rex û aliyên jîn û jiyana wî bûn, û ew pêma û  gencîna serhatî û serboriyan çi di biwara têkilî û danûstandinan de yan di biwara têgeh û helwestan de yan jê di biwara raman û dastanên cengawerî de yên ku jiyana wî pê hatibû xemilandin bi kurtî berçavkirin û balkişandin li ser wan pêşveçûn û destkeftiyan û geşbûna kêşa kurdî ku îro encamên wan bîr û nêrînên kûr û dûrnihêrin ,û herweha berhemê wê ked û bizavê ye ku bergirt û gelê kurd ji metirsîna jibîrkirin û dilsariyê derxist û kir jimareka zehmet ku ti hêz nikaribin paşguhê xwe ve bavêjin ji ber wê yekê jî niha wek dibistan û rêbazeka kurdayetiyê tête dîtin û xwendin,ku gelek partî û saziyên kurdan ew rêbaz girtine û mifayê ji wê serbora xebatkarî û mirovatî digirin û li ser wê şopê rêkariyên xwe yên kar û xebatê serastdikin.

Nivîsîngeha re‏‏‏wşenbîrî û ragihandinê

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…