(Bela Têçûyekî Rast bim û Ne Derewînekî Fîraz bim)
Mihemed Seyid Husên
Mihemed Seyid Husên
Dêmekî kurd ji mafên xwe yê netewî û mirovanî di jiyanê de bêpar ma ye, êdî ta ku jê bê dê hewl bide ku pînakî ji çîmenên bihuştê, ango parekê jê di roja paşdawî de bo aramî, azadî û serxwebûna xwe di gorankariyên buhabilind de bidestxîne, loma bi hemî rêawayên xweragirî û kargorî yên gerdûnî li ser zemîna ketîwarî, dîsanê dê li gora jen û pêkarîna xwe ya rewa û egerseza mafê xwe di gerdenazakirinê de bidest ve bîne.
Salix, pesin û piropaganda alavên medya û ragihandina partiyên kurdî xweş têne girtin, nemaze ku her 12 e kurdperwerin û lehiya hêsiran li ser yekîtiya navxweyî dibarînin, û mîna bagerokê keserên kûr lidûv berdidin, her wekî di rasteqîna jîwarî de her partiyekê rahijti ye Satorayekî seqakirî, û bê mehrîvanî raserî cendekê tevgera kurdî ya siyasî û rewşenbîrî hati ye, û her yek li gora qewar û rêja xwe herdû hêzên serete tevlî civakê perçe werçe dike, û di encamê de li ber hetavên berbanga serdema çerxê 21 ê, hêj nûzayên bişîrvebûyî û peyarên meşa çarlepkê ji partiyên me dizên û ji nû ve bi zarvedibin.
Dibe ku yekem serokê bê hempa karibe birêvebiriya gel û welat bi tena xwe bike, lê qet nabe ku her tiştî di welat de li gora arezû, ezwerî û çêja xwe tenê bike, kenê zer û livbaziyên cadobazî û xêfzanî, hîç rênadin ku yek civakê bi giiştî bajo nêv zeviyên bumbekirî, û ezmûneyên hunerî, xefk û fistoqiyên nigdanberê di nava ramanên kaleşûv de vede, û hemrahên xwe di xirş bizavên kurdûnde de têde bixiliqîne, ca dibêjim ew kesaya rametewş û şaşware, nemaze ku hûrpîşan ji ezmûneya jiyanê, ji derya navnîşanên hindurê civakê tiştekî nasnekî, dermanekî ji navkutka dilê wê bo ser xwe peyda nekî, her wiha 12 ê avdarê bûyereke pir girane, ji ber ku milet têde mebest û armanca pîlangêrane, 12 ê avdarê rojeke dîrokî û binav û denge tenha ji ber ku kurdayetî, rêkeftin û yekîtiya pakrewane, reha neweku 12 partiyên jihev pijilî û derizîne, 13 kewt, kom û perlayên rewşenbîrên ji hev xeyidî ne, û tev li gel partiyan di qilopaziyên navxweyî de lihev di terpilin, lewra mirovê Kurd bo navê xwe yê qedexe û tiştên kesanedî mezin jidayik bûye, vîn û afirandin di ritma jiyanê û awazên kêr û jena peyvê de zûtir têçûnê belû û riswa dikin, û di encamê de civak dihev bilandina navxweyî de qelenekî nirxgiran datîne, ca weku me lipêş amaje pê kiri ye, tev qaşo yekîtiyê dixwazin, wa jî tev karê xwe li perçebûnê dikin.
Çendî jiyan dijware nemaze ku dîwarên xênî li mirov mikur bên, û mirov di nêv şek û pekên bergûman de nema li sîka xwe ewle bibe, çendî bar û posatên metirsînê jî girantirin, nemaze ku ceger û ziravê ser kezebê ji hinavên mirov koçber bûbin, û bi yekcarî daçekên desthilanînê ji ferhenga mirov mişext çûbin, ca ( eger ku derew bibn xwelî hîç navêjin nava zeviyên xwe ) ku yek baş li rastiyê bikole, bê guman teqez rojek heye ku li azadiyê rast bê, hinga yeksere dê hemû derî li pêşiya wî bê arîşe û siviktir jî vebin, lê mixabin car jî hene ku derûnlawaz û fendok xwe dibin navê wê de vedişêrin, û yên dîtirê qurre û ji ser xweçûyî, li radeyekê di sêwirin û jixwe bawer dikin ku dikarin li ser serê Rimê bimeşin, ango dikarin şoreşekê bi tepiskekê lidar xînin, lewra riswa ye çi kesê zêdetirî mijarê bi axive, tucarî nikare nêzî çarnûsan bibe, wisa hindek mirîne êca hewl didin ku jîn û jîndariyê di bilî xwe de jî bikujin.
Her wiha weku berya goti ye (Rim di xurcikê de nayê veşartin) Roj hilat û reş û sipî ji hev xuya bûne, ca weku bi zimanê qerfê tête gotin (derpî biqûnê ve zeliqi ye) cîhan hati ye guhertin û alavên kar û xebatê yên kevnar di rêawayên tekoşîna hevdemî de nema bikêr tên, daçek û metodên berya 12 ê avdarê û parsa siysetê di serdema çerxê 21 ê de nema pesende dibin, ew konevaniya ji qûnê ve, bi zikişkê û bê xirecira kargoriyên gewre, bê îşkence, zindan û berxwedan nema nan didin sezayên nemiirên azadiyê, tekoşîna telefonan, mobayil û Tirumpêlan nemaze li ser derzika piştê, li ber germaya tifikê û bahênikan, ferman û biryardayîna kêşeya Gelekî bi serê xwe nayê sitandin, wa jî terqîna dawî li ser pakrewanên 12 ê avdara 2004 an ya xwîndar nayê xwendin.
Em gihane qûnaxekê mirovaniyê têde gavda ye serdemekê, nemaze ku hêvî û xweztek rasterast û camîne, rû lirû û dirust guft û go û rizgar hevguhêz dibe, rasteqîn têde ciyê xwe çaksaztir, eşkere û zelaltir di pelîne, ca dem hati ye ku em jî kirasê nûder lixwe bikin û hîn nûtir jî xwe biguherin, biyekcarî dev ji naznavên nixumî û bê mixdure, rengên tevlihev, sawêrên zir û derewîn berdin, lewra gereke timî dengê pendê ji hemî dengan bilindtir be, her wekî xurtiya destelatdar dikare her tiştî di welêt de dagîr bike, lê qet nikare çand, ziman, raman û derbirînê talan bike, loma ew jî seraqet ji paxavên pêşerojê bergûman û sawgirti ye, tiye lê nema zane wê ji kaniyên kîjan jiyanê kela xwe bişkîne, û xenêmayî li ser qada jiyaneke nûtir temenê xwe bi qedîne, vêca ku agir li deverekê hindekî damirî, hîç nayê wê wateyê ku li gelk cî û devrên cîhanê yên dîtir gurtir nebû ye.
Baweriya mine ku Xwedayê xweristê ji ber çelengiya dîmenê xwe, ango wêneyên xwe mirov afirandi ye, û ji pêkînê de evîna azadiyê, kulîlkê û şevnemê ji rokê re di dilê wî de gencîne kiri ye, lewra ezmûneya jiyanê baş hîn kirime, nemaze ku mirovê Kurd aştîxwaze, azadîhez û dûrî şere, tucarî naxwaze xweşxaneyan li şûna wêranên bilî xwe ava bike, loma wêneyê Kurd di bîr û boçûnên hişyariya civaka navnetewî de, mêşinî, milayim, xawer û ronîdare, wa jî heman ezmûneyê bo min daye nasîn ku mirovê kole vebirr nikare qenciyê bigihîne serî, lêbelê dikare dirêj û xweşik li ser bipeyive, lê hîç nikare fîraz û rêkeftî bigihîne peravên tenahiyê yên dawî.
Hîn çaktir têgihijtime nemaze ku dagîrkerên Kurdistanê, tucarî naxwazin di navnîjadên mirovaniyê de, li ser rûyê gerdûnê gupgupa dilê Kurdekî zindî bibihîzin, loma Kurd ji neçarî hezîna jiyana azad û zimanê berxwedanê di hinavên xwe de zindan kiri ye, wisa li hêşiya jiyanê maye afrîdeyekî xemsar û serbêş maye tovê bendemanê, lewra eger ku bidest wan bihatina nedihiştin ku Kurd têr nan û av vexun, ca ji heman kîn û zikreşiyê wa bê sûc û guneh, bê tilam û sedemên pêbawer, bê ku kurdên belengaz û reben Mêşekê bi êşînin, wilo bê wext û paxav di pîlaneke şevnivistî de, di 12 ê avdara xwîndar de êrîşeke kîndar anîne ser şarê Qamişloka bê guneh, û bajar bi giştî berbaat kirin, û bi xwîna sar ciwanên wê di gulebarandina tevkujiyê de şehîd xistin, qaşo em û wan di misulmantiyê de birane loma bixwîna lawên Qamişlo destnimêj digirin, ca kesê ku bibêje Kurd gazî û hawara xwe gihandi ye hêzên navdewletî, ango destêwerdana derve pesende kiri ye, bê ewarte ew ajanekî xinizwelate, xwe erzanfiroşe, û di mafê hemwelatiyê de bêbext û wijdane, loma weku me li jor tilî pê nişan kiri ye, wê bê hedn û tebat hewl bidin ku Kurd ji bin siya dîrokê dûr bavêjin, wî di nava pencên gêl û kewdaniyê de bihêlin. Her wekî cudahiya navbera lawazî û hêzdariyê ewe ku, mirov yekser rêkeftin û yekgirtinê bo Gelê xwe hilbijê re, netew û civakê lihev bibanîne û guft û goya derlayenî, erkseza û wekhevî lihev biparveke, û di heman perensîp û rêbazê de welat û akincî hogirî hev bikin.
Ez gihame baweriyekê ku çelengiya gotinê ji hunera afirandinê zaye, û zingora wê ji gelacî, dexsokî û kewdaniyê hati ye, û ji pêkîna mirovaniyê ve nemaze ku gelê Kurd jiyan û ziman himêz kiri ye, ji serî de weke perensîp vîna jiyanê bo xwe ji felsefeya mirinê bihêztir pesende kiri ye, loma kesê ku xwe ji milet mezintir bibîne tiştekî ji dîrokê nizane, ji ber ku hêj çavên xwe hînî rengan nekiri ye, ca çi sûcê rokê heye gava ku mirovê kor sûdeyê ji ronahiya wê nabîne. Zeradeştê pêxember dibêje. (ew serokê ku ji derveyî Gel birame hişgêle) ca gava ku mirov bigihêje baweriyê ku bi tena xwe nikare tiştekî saydar bike, wa bêyî hev û bê şêwra giştî nemaze di rêbaza yekgirtinî û yekpare de tiştek pêk nayîne, weku çendî ezmûneya nivîser hûr, kûr û dirêj be, bi wî qasî dê ziman, çand û raman di felsefeya nivîsê de li gel wî bihêz û watedartir be, dîsanê di baweriya min de şaşiya mezin ewe ku mirov xwe bikesên jixwe mezintir bide nasîn, û hema ji reşayê ve sûndên bêhempa biserê wan bixwe, nemaze ku ew kesana mujde û mizgînîne, bi perî û firişteyên pak û bê guneh re, ji cem sitêrkan peya bûne û ji hemî kêmaniyan destşûştî ne.
Bi rastî gelek tişt di jiyanê de hatine guhertin û pir cûre û têvelreng bûne, ne hema mîna berê tenha sipî û reşin, li asteyekê wisa bûye ku yek rengê biryara jiyana xwe ya taybet serbixwe bistîne, reha ne merce ku mirov ava kaniyê bi giştî vexwe, lêbelê çaktire ku biçi rêawayan be, mirov xwe bigihîne serê kaniyê, hinga bese ku mirov karibe qurtekê jê vexwe, lê mixabin hêj kesin hene bê ku tiştekî balkêş di jiyanê de bikin, bi dilbarî hewl didin ku dengê wan ji ramanên wan bilindtir be, carekê ji dil pişta xwe nedane bê, û berê xwe nedane jor û çavên xwe nexistine çiraxa rokê, weku pê bawere ku milet ango tevgera siysî û ya rewşenbîrî bê çarçuveya serwatî nabe, bi taybetî naxwe ku armanca wî azadkirina nasnameya Gel û welate, hîç nayê wê wateyê ku ezê/emê devgirtî raberî rexneyê bimînin, wa jî di navbera ronahiyê û taristanê de peyveke, dilopek xwîne, hane, halane, navtêdana dengê pakrewane, ew buhayê azadiyê biserê xwe ye, lewra çendî dagîrker sitemkar û bêdad be, hov, zirzop û koledar be, çendî dê li hemberî hezkerên azadiyê biçûktir be.
Jîwarekî diruste nemaze ku rewşenbîr pirojeyekî çandewarî gewde dike, û pirnase jî ku rûyê xawer di civakê de nimûne dike, mirovekî hestiyar û peltenike, lezbîr û pêşzane, fêris, pêşverû û dûrbîne, bikêr, hest û helwest û kargoriyên xwe yên ferzanî zûtir xilmaşiyê di jiyanê de hişyar dike, xwedê jê xweş nemir Cegerxwîn dibêje: (eger ku awîne be, an ku hebxwe be, kesê ku ji rewşenbîrê Kurd, helbestvanê Kurd, wêjenivîsên Kurd re bi giştî bibêje: dûrî kar û barê siyasetê here, ew yekser dijminatiya kêşeya kurdî dike, çiku hêviyên miletan bêtir li nig kesê ronakbîr rûniştî ne, û her kes jî dizane ku Şivan, Gavan û Cotyar, tucarî nikarin bi zanîn û konevaniy xwe sazî, civak û welatên aza û serbixwe ava bikin). Her wiha biser ve ez jî dibêjim rola rewşenbîrên siyasetvan li gel rewşenbîrên serbixwe, ango di serî de û bi giştî di tevgera siyasî ya niştemanî de, di jiyana gelan de her pêşvetirîn û giringtirîn alavên tekoşiyarî, nemaze yên ku berevanî û bergiriya gel gewde dikin. Her wiha tucarî nadim mandelê ku di şaşî û kêmaniyên xwe de jî rexne nabin.
Vêca eger ku carekê cîhan di nexş û navnîjadên xwe de, bi yek zimanî biaxive û bibe yek tuxm û regez, hinga reha dê ji bo min ne şanazî û bexteyarî be, çiku hêj min keys û derfet destnîşan nekirine, hêj negihame ku kêrekê bidim zimanê xwe yê netewî, hêj bi çêja wî di seqake azad û serbixwwe de, di welatekî, Gelekî tevlî çand, ziman û gelepora wî de ne mûçandi ye û şanebû me, Gelê xwe, ala xwe, zimanê xwe, di nava civaka navnetewî de rizgar û pesende nedîti ye.
Ji kevçika naxên dil xweziya mine ku nivîsên min bêne xwendin, hinga hîç negengaze ku hindek nefretê bidin mikûs û hîletê min yê ne lihevhatî, û çendî bo min mujde û mizgîni ye, nemaze ku ji naveroka heyber, şaşî û kêmaniyên min diyarî min bibin, her wekî têde rexne bibim, û hîn şanaztirim jî nemaze ku li ser terzûya rexnepîva zanava bême nirxandin, û kula min ya şabextir ewe ku berhemên xwe di nêv bergeyên pirtûkan de bi çavên serê xwe bibînim, hinga bê derengîxistin ez dê hevpeymaneke lihevhatinê bi Qiralê rewanbirr yê mirinê re lidar xînim. Bi wiha reng pendên mijarê yên pêşiwar di koçka rapirsînê de, bi şêweyekî awîne û çêjer li min dirêj bûne, ta ku li gel wan gihame deriyê helkefta pîlana 12 ê Avdara 2008 an.
Neyse va bû cara çaremîn ku salyadiya Avdara xembar diçe û tê, her wekî ji roja pêşî ve Kurd pesnê xwe pê dide, nemaze ku cara yekeme ciwanên Qamişlo diranên çanda metirsîna teroristên rêjîma totalîtarî, ya şofonîzma regezperest ji qurm de rakirine, giyan û coşa raperînê di nexşeya Sûriyê de, di nêv civaka welêt bi giştî de belav kirine, ca gelo partiyên tevgera siyasî ya kurdî û rewşenbîrî çi dixwe de guhertine, û ji hinga ve çi dîdevanî û çavkanî hene, nemaze ku em bibêjin guhertin bi rex delîveyan de çê bicî kirine, çi ezmûne ji felaketa 12 ê avdarê hatine wergertin, gelo me têçûnên xwe têde nirxandine, û dîroka rêkeftin û serkeftinên xwe piştî wê tomar kirine, gelo çi pirojeyên siyasî, şêwaz û rêawayên kar û xebatê yên nûder raçav û dest kirine, rêbaz û bernameyên hevkar bo pêşerojê emade kirine, tenha ku gelê xwe di pêşerojê de ji berbatên xwîndartir bi parêzin.
Va bûye çar sal û çavên me dirê de qerimîne, guhên me kerr bûne, xwezane, omîd û hêviyên me bestziman û lalezar mane, û hêj çarçuveya pêşewatiya kurdî ji nêv stirîdirk û derbendên asêgehan çavên xwe li jiyanê venekiri ye, ne jî Kongera Encûmena niştemanî lidar keti ye, mixabin ji ber mentelêta berya 12 ê avdarê û rikberiya navxweyî û destêwerdana esayişên rêjîmê, û hevpeymana hêzên dijberî yên keysebaz hêj mar lê geriya ye, lewra bi wiha şêwe dane zanîn ku tu ezmûneyên erênî jê ne afirandine, ca xweş sedem û berjengan radest dikin, nemaze ku tucarî nikarin bi heman emzar û daçekên kevnar zixurekî ji cih bi livînin ango biguhêzin, û xwe ji zavê paşverû û giyanê çavşikestî yê berya 12 ê avdarê, bi zavê nûjenî û hevdemî yê piştî 12 ê avdarê biguherin, mixabin gelek ji wan û rewşnbîran hêj ji ber hengêva pêlanê bihiş xwe ve nehatine.
Wa ye Kastro ji ser textê padîşahî daket, û Kosovo biryara serxwebûna herêma gelê Elbanî ragihande cîhanê, rêxistinên terorîzmê roj li dûv rijê kêm dikevin, pirê rêjîmên navdewletî zindanê xwe sipî kirine, Turkan êrîşên serbazî bi Top, Tank û Firokan berdane Kurdistana azad, û xaka wê ya pîroz binpê kirine, hevkarên silogan û diruşmên mafên mirovan û dîmuqrasiyê lê cîhanê hevpeyman dibin, rex û rê li ber dar û destekarên rêjîmên totalîtarî di cîhanê de teng dibin, pirojeyên nîjadperestî û yasayên ewarte yên bêdad hêj di mafê gelê Kurd de têne standin, û mixabin hêj em weke berya 12 ê avdarê bihev biliyane, hêj partî ji hev dizên û dibin siya heman mentelêtê de rewşenbîr bol û birr dibin, erê zêde li ser rêkeftin û yekîtiyê di nîvisînin û diaxivin, lê hîç nêzî çarenûsan nabin, civak bi hemî çîn, tîre û derbirînên xwe ve xemsar hiştine, rola rewşenbîr di hevpeymaneke yekgirtî de bixwe re jibîr kirine, xwetenahez, kesperest û helperestin hîç xwe hewcedarî şêwra milet û cemawir nabînin, lêbelê cemawir mîna keriyê pez her li dûv xwe di çesipînin, mixabin zûtir ezmûneya pilana 12 ê avdarê avêtin paş guhên xwe, nemaze çaxê ku ew ji serheldêrên raperîna wê re bûne cemawir, devê wan bişikê nemaze ewên ku hinga digotin sakûl û sewteriyan pêşewatiya berxwedanê dikirin, loma beşekî mezin jê xwe bi rex parsa siysetê de dikişîne, li ber deriyê dezigdariyên karbidestên ewlekaî, û niwînerên daxuyaniya Dimeşq, û çend şofoniyên Erebislamî yên hêzên dijberî, nemaze ku li ser tilîkên destan têne jimartin, yên ku hevoka (Gelê kurd) weku destegul kêşeyeke siyasi ye, di biwara Kurd de û di daxuyaniya bine encamê de pesende nekirine, di çaxê ku xweş dizanin Gelê Kurd 13% ji serjimara akinciyên Sûriyê nimûne dike, ca hêvî di rêjîmeke wa diktatorî de, di eydiyolojiya wa totalîtarî û nijadperest de, di rêbaza wa şofonî de li kû dimîne, nemaze ku sîmbolên partî û rêxistinên dijberî ji pêşî de, serê wan dibin baskê rêjîmê de ne. lewra dîsanê weku me li jor emaje pê daye, her çareya serkeftina Kurd li Sûriyê di rêkeftin û yekgirtina navxweyî de rûnişti ye.
Lê hema herçî rewşenbîr helbetî ew jî weke partîzan, ji heman civakê gav daye jiyana çandî, û li ser heman şîwazê nakokî û dijheviyê perwerde bûye, ew jî hêj di gevezoka koran de mîna partiyan ji zavê hozîtî yê paşverû rizgar nebû ne, hêj di rikberiya çavtengî û dexsokiyê de pîkoliyê dike, zêde xwe di pesinînin û hîn zêdetir jî di peyivin, li radeyekê nîvasandin di berge û navgeya rewşenbîriya kurdî de, di çavên xwendevanê fêris, ferezan û namedar de kirine tewankarî, stîrka xwe li asîman nabînin, her yek ji wan dibêje gerdûnê ji bin piyê min gav daye jiyanê, hêj rola xwe di civakê de çarçuve nekirine û semta dirust di tekoşîna pênûsê de rûbend nekirine, rola xwe ya erkseza li kêleka siyasî weku jê tête xweztin tewaw nekiri ye, gotar û lêkolîn weku pêdivi ye li ser çanda dîmuqrasiyê, ji bo hemî çîn û derbirînên civakê û ji xwendevanê Kurd re şîrove nekiri ne, mîna rewşenbîrekî namedar, xwedî kêşeya siyasî, çandî û netewî, li gel tevgera siyasî berevanî û bergiriya mafên xwe yên rewa û egerseza bo çand, ziman û mafên netewî nekirine, nemaze ku bê derngîxistin li rex partiyên siyasî dakevin çalakiyên aştiyane yên dupat û şermezarkirinê, yekser di mangirtin, xwepêşandan û şandeyên rêwefermî de bi saziyên dewletê yên şarewerî re bikin, li ser mafê mirovan û saziyên civaka şaredarî û komeleyên mafê mirovan, û wekheviya hemwelatî bi yasyayên destûrî yên hemdemî di welêt de guft û goyê bikin.
Lê pir daxe ku felaketa 12 ê avdarî herdû hêzên serete, di civaka Kurd de tiştekî berbiçaav û balkêş dixwe de, nemaze yên ku hêviyên mezin di pêşerojê de diwan de sertac dbûn neguherti ne, piştî ewqas pakrewan, şewat û wêran, hêj berê yekê li rojhilatê ye û ya dinê li rojava ye, hêj nikarin xwe di bnesaziyeke rêkeftî û hevkar de çarçuve bikin, di bineçareyeke serwatî de, di rêbaz, bername û yasayên rêxistinî de bidine ser hev, mixabin libal min 12 ê avdarê li cem piraniya herdû hêzan bûye yadiyeke serbêşbûyî, û ji binî ve naxwazin kesek wê bibîr jî bîne, ji ber ku bandora gelaxavtina bûyerê dihêle ku di sinc û wijdanên xwe de birîndar bibin, û xweş dizanin ku di mafê erksezayên pakrewanên wê de kêmhavil û bê mixdure bûne, û ji ber ku ji çar salan ve karekî sûdwer bidest ve nanî ne, ew jî mîna siyasetvanan ge çepbîrî wan li ber sincirîna diruşmên tundrewî di şewitîne, û ge jî di siyaseta qaşo rastbîrî de di şemitin karê lavaj û koletiyê, hîç na ramin ku carekê li wê navê perensîpa birayetiyê wan di rêbazeke netewî û hemnîjadî de bigihîne hev, û ji wê pergala ku giriyê mirov têne, û kul û derdên mirov diaxivîne rizgar bibin.
Her wiha sed mixabe ku beşek ji rewşenbîrên Kurd jî erkên xwe ango rola xwe weku pêdivi ye, nemaze piştî bobelata 12 ê avdarê ezmûneyên delîvedar jê negirtine, dijî hev ketine yariya rikberiyê û bi kewt û koman perla bûne, bi piranî berê xwe ji çanda rexneyê guhertine û ta ku jiwan hat/tê asêgeh û çeperên kûr li pêşiya wê radikin, wa di seqake mijdar û mûrangirtî de tevxiliqîne, û di gelemşeyeke çamûrî de teqinîne, her wekî ser û ligên xwe jihev nas nakin, semta kêşeya gelê xwe di heman gevezokê de wenda kirine, hin xwe dikin lehengên helkefteyan û têde terxemî bûne, çep û rast xelatan belav dikin, û bi şevçiraxan li salixê helkeftekê digerin, ta ku xwe têde bi têz û fêz pif bidin û binepixîn, û hin dîtirê hene karê wane ku komît û komeleyan damezirînin û piştî demsalekê wa bê rapirsîn bi herifînin, loma komît û komeleyên çandî, rojnamegerî, Govar û mafên mirovan, û bi taybetî komîtên xelatdan û xelatgirtinê yên ku çêbûne û têçûne, yên ku ji nû ve lidarin û hêj dê çêbibin nayên jimartin, gelo bi şêwra kê û li kîjan newalê hatine hilbijartin, encex xwedê wî razî dizane, û gelekî çetîne jî ku bête nasîn.
Gelo çima çêdibin û çima hatine têkdan, û kî damezrayên wane û kî wan têk dibin, bi rastî bersiv di gengeşeyê de wenda ye, û pirs li ber tometê sirincokî, poşman û liberxweketî şermzare, wey li wî ku hevpeyvînekê bixwe re, bi tere, bi sîka muxtarekî re, bi sawêrên rewrewkê re çêbike, her sê-çarkan nemaze ku ava wan di coygekê de dimeşe, wê jixwe re komîtekê damezirînin, û herkêm wa bi şêweyekî paşdemî, ca ku ji hev xeyidîn hinga wê komît jî têkhere, carekê ji dil naramin ku rewş û pergaleke wa kambax, nemaze di yariya dijheviya navxweyî de tu mebest û armancan di çand, siyaset û wêjeyê de na hingivîne, tu girîşkên alozî venake, êş û derdên kêşeya netewî derman nake.
Êca ji dêvla ku temenê xwe yê ciwan di jiyanê de bêhode berdin û dema xwe kurdûnde berba bikin, gelekî çê û bicîtire ku giyanê hevkarî û stûbariyên giring û berpirsyar di berxwedanê de bihev re gurtir bikin, heman giyanê çalak û raperî yê 12 ê avdarê di yekgirtina kurdewarî de vejînin û hebest bikin, li ber himêza agirê newrozê û li ser singa şengebuhara çeleng û xawer mêraniya Kawayê leheng di giyanê pakrewnên felaketa 12 ê avdarê de hêja bikin û bi nirxînin, pêwendariyên hewpeymanî û hevbendî bi tevgera kurdî re lidar xînin, çalakiyên heftiyane, mehane û demsale yên çandî di panel û kongerên rewşenbîrî de bêne çêkirin, semînar di wande li ser pêwîstiya rêkeftin û yekgirtinê, li ser çanda rexneyî û dîmuqratî bêne xwendin, û di puxteya gotinê de dê rêya bineçareyan li pêşiya kêşeya kurdî ya siyasî û rewşenbîrî xweş şosa bibe, û dê pêşbîniyên mandê delîvedar û şabextir gulvedin.

Mihemed Seyid Husên…..Qamişlo: 1 – 3 – 2008