Cejna evînê li Qamişlê

 Taha Xelîl

Çavên min çavên mêrekî di şerekî dûr de hatibe kuştin. û dil? dilê min ji gunehan nema dikare evînekê tenê bigihîne serî.
Dîsa weke peza gura kuştî mame li wê navê.

Û… di çardehê meha sibatê de evîn xwe sor girêdide û di zikak û kolanan de dimeşe, dibêjin ev cejna evînê ye!
Li bajarê me Qamişlê ji berî du hefteyan her dever sor raxistine û xwedêgiravî li hêviya cejna sant- valantayn in, yanî cejna evînê.
Birastî heta berî çend salan ez bi vê rojê ne hisiya bûm, ne jî min dizanî ku wê rojek ji cejna evînê re hebe, lê vaye min dît. Û li ku? Li Qamişlê.!
Seyid Yûsif dengbêjê me yê hêja navê Qamişlê di straneke xwe de kir bajarê evînê û her kes niha wiha ji Qamişloka min re dibêje!
Niha li her dikanekê dilekî sor mezin ji hiriyê di himbêza hirçekî dev li ken daliqandiye, kirasên di caman de sor in, diyariyên xelkê bi pel û kaxezên sor têne pêçan, hinekan jî deriyên malên xwe sor rengîn kirine. Îro li sûkê min du keç û kûçikekî sor bi hev re dîtin, min nizanî birastî kî bi kê re ye, lê min dît ku zincîra di sukura toltajiyê wan de jî sor bû û hersêyan xwe li ba dikirin û dilezandin di nîvê sûkê de, û… li ku? Li Qamişlê!
Li her derê paçên reklaman daliqandine, û dibêjin: werin em şeva cejna evînê bi hev re derbas bikin, li salona… nizanim ku derê… neyse, mijar ne ev e! Mijara min ew e ku min nedizanî bê çiqas dengbêj û stranbêj li Qamişlê çêbûne, weke kumikan le her derê belav bûne, nexasim dengbêjên keç û wêneyên xwe li her derê bi dîwaran ve daliqandine, hin çav wir in, hin serî mezin in, hin poz xwar in, hin guhbel in, ev di ku de bûn xwedêyeooo heta niha? Her yekê ji wan ciwanikan jî navekî bombe li xwe kiriye wek: Axîna Welat, Birîna Kurdistanê, Gula Kurdan, Qîrîna Kurdistan û hwd.
Min bihîst ku ev ciwanik hemû navên wan wiha weke navên me mirovane, lê dixuye ku ji navên weke Fatîma, Zeyneb, Wetha û Zergayê şerm û fihêt dikin! Çima na? Bûne dengbêj û bajarvanî û gelekî dane pêşiya me, em kesên reben ku tu hincet tune ye em navên xwe biguherin, ne em dengbêj in, ne tevgerêj in, ne welatparêj in, ne evîngêj in, ne qîrqîrvêj in… em ne tiştek in, lewra navên me hîna wiha gundî mane, Taha, Elîko, Hesenîko, Dîno, Sermezino, Mewîjo, Serteşîko! Û em nizanin cil û bergên sor jî li xwe kin!
Lê ew rojekê evîndar in… em herdem evînê diçînin!
Ew şevekê ji evînê re li dar dixin, em sêsed û şêst û sê rojan li ber bayê evînê dilerizin û berfê bi hêsirên xwe dihelînin!
Ew têr in… em birçî ne!
Ew qedehan li hev didin… em destan didin hev!
Ew dawiya şevê têne malên xwe, pix dikin xewê û… em bi valyom ranazên,
Ew di şevekê de ji dehan hez dikin, em di jiyana xwe tevî de ji yekê hez dikin û temenê xwe li ser dikin.
Ew roj bi roj fireh û qelew dibin, em zirav dibin û dibin wek ta û derzî ji bayê evîna çavreşê, ku tu his û deng nema jê tê!
Ew rojekê ji Qamişlê hez dikin… û ez ji ber wê bûme pîr û kal û li cadên wê diterpilim û bi ser dilê wê de tim dikevim.
tkhalil2@hotmail.com

——–

azadiya welat

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…