TU EZIM

Bêkes Reşîd

  Bo … çavên keçka min (Hêja).

Ji destpêkê ve min xwestibû ez hebane
… Bi vî rewanî… bi van hêviyan
… Bi hemû nigaşên ko hîna nebûne!!…
Min xwestibû hertişt hebane
… Xweberîtiya min di serî de bane
… Ristika divayan ji stûyê min çiriyabane
… Bê xwestek hebane
Tu jî hebane
Tu ez bane

Da te
… Ne xewnek, ne awirek… ne jî ramanekî tal nedîtibane
Min xwestibû …
Bi hemû awayan…
Ji destpêkê ve min gelek tişt xwestibûn
Ji tiştên nebûyî jî bêtir!!!…
Te jî xwestibû ?
Xwestina te berî hertiştî bû
Xwestina te fermanbû… !!
Ax… ax…
Ax bavê mino ax…
Ko her raman bo te be…
Ko her tişt bo te be…
Ko her hundur û derve bo te bin…
Ko tu ez bim… !!
Te bi çi terzî ji mandê werînim?
Te bi çi awayî di xwe de zindî bikim?
Ji pizdan…
Ji ber germa sînga te…
Riwê min yê ko ji hêsirên te şil dibû…
Gewdeyê te yê lawaz…
Rebeniya te… û
Hemû hêlên te… ezim
Min bihêle
Min veşêre
Tu tenê xewna bêdawî
Buhuşta yekemîn…
Buhuşta piçûkaniyê…
Ax dayika minî sêwî mabû…
Tu mirin in sosret şiyardike
Valayiyên ko tu ji min re çêdike vedimalim
Hatinên te… bendewariyên te…
Bêhna min ko her şev meya teye
Tu her ezim û hindek ji ezman
Keçka minê…
Ax keçka minê ax…
Heger tu bixwaze…
Heger tu bipirse…
Ji min yan ji tiştin din?
Yan jî ji xwe?
Tevaviya rastiyê bipoşe
Wilo bibe ( Ez )…
Hertiştî ji xwe re bibe
Ne weke ez bixwazim…
Ne weke ko pîçek jî bixwaze…
Wek hebûneke din… !!
         Awarayîyeke din… !!
         Xweberîyiyeke din… !!
Wilo bawer dikim tu biafire…
         Tu xwe û min biafirîne…
Gelo wê xema çi û kî be ?
Li gor te…
Ne li gor tiştekî din…
Ne li gor min jî…
Hin ji bin xakê û hin jî ji hebûneke din
Dayika minî piçûk
Helbesta minî dawî…
Mayîna rastî…
Di vî temenî de
Piştî hevqas salên mirîtiyê
Piştî hevqas sedemên biyaniyê
Tu tê min fêrî nûbûnê dike
Tu tê min fêrî awayekî din ji girî dike
Di nav destên nazik de
Tîbûna nebûnên nû dikim
Tevgerên te awazên xweda dikin
Nêrînên te bersivên letwanî û awarteyiyê dinişînin
Tu radize… xweda afirandinê radiwestîne
Tu her min bi min dinasîne
Ez her dibim tu
Tu jî tenê hertiştê xweş.

  28 / 12 / 2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...