Zimanê helbestê

  Tengezarê Marînî

Alavê helbestê yê herî giring ziman e. Pirsek pir caran tête arayê, ku dibêje bo çi zimanê helbestê hişk û helbesta filan û bêvan helbestvanî nayê fehemikirin?
Li vir, daxwaz ew e, ku zimanê helbestê, bibe zimanê axaftinê wate, peyvîn û ziman wek têgeh wateyek  bin. Ev bixwe daxwazek e, ku helbest ji erkê xwe yê ciwaniyê bête birrîn.

Mebest ji zimanê helbestî yê nû ew e, zimanê hunerê  yê hevbeş e. Xwêner dixwîne mîna li fîlmekî temaşe dike, guhdarî dike mîna di atmosfêreke mûzîkane de ye, li ser dipûnije mîna li tabloyekî temaşe dike.
Peyv û gotinên helbestê, ji şênberên avakirina xulyaqetê“ Gerdûnê“ ne ( Av, agir, ba û av). Dema helbestvan peyvekê ji wan bi kar tîne, diyardeya şênberê  bi giştî dide. Nayê wê wateyê, ku helbest tenê xwe bi bêjeyên kevin ve girêdide, ku ew vehûnana rêûresman in.
Zimanê helbestê, ne bêje ne. Bêje parçeyek ji zimanê helbestê ye. Lê pêkhatina bêjeyan, wêne, lêkdan û hevokan pêktîne. Ev wateyên din yên derveyî zimên û wateya rojane an jî zimanê peyivînê didin. Ji ber ku gelek caran erkên sincî û îdolojî dibe barê helbestê, helbest jî dikeve dava xîtab û nerînên teng de û bi çûna buyerê re, helbest jî dimire.
Zimanê helbestê, zimanekî bi şîfre û kod e. Erkê xwênerê çalak û berhemdar e, ku wan şîfran ji hev derbixe. Dema helbestê, ne giştî ye û cihê wê jî weha ne giştî û gelemper e. Cih û demên helbestê, taybet bi helbestê bi xwe ne, lewra jî derbasî kûrahiya dîrokê dibe û wate dibe wargehê helbestê. Negerek e, helbest zimanê rojane pêkbîne, lê gerek e mîtolojiya jiyaneke rojane  taybet biafirîne
Pirr diyarde hene, ku biyaveke dûr û asoyekî fireh li ber lêkdana helbestê  vedikin û ciwaniyeke taybet didin helbestê, ew jî diyardeyên xîtaba dahênanê ne, ji pêşxist û paşxistina bêjeyan, tîrbûn û himbiziya bêjeyan, dubarekirina bi sûd, wêneyên hestane …
Erkê peyvînê, an jî xîtaba rojane, erkekî ragehandinê ye, lê erkê xîtaba helbstî erkekî ciwanî û dahênane ye. Bêguman e, ku bêje helbestê ava dikin. Ev bêje hene, lê  , pêdiviye helbestvan wan di helbestê de bi rêkûpêk dixe, wan bi şêweyekî vehûne, ku ne mîna zimanê peyvînê be, wan bêjeyan bi lêkdan û tevindaneke din ji qalibê rojane derbixe, daku hêzekê bide wan lêkdan û hevokan, ku sinorê xwe yên ferhengî derbas bikin.
Karekî gelekî giring heye, ku zimanê helbestê pê radibe, ew jî derketina wê ji rêka peyvînê. Ev ji helbestvanekî bo yê din cuda ye. Her yek li gor têgehiştin, serpêhatî û zanebûna xwe şêweyê bikaranîna bêjeyan di helbestê de, rêbaz û şêwevehûnana  helbestvanî diyar dike. Dahênerê zîrek ew e, yê bikaribe hêza zimên bo xwe bi kar bîne, bi ziman bilîze, daku taybetmendî û cîwaziyekê  bide deqê xwe.
Helbestvanê zîrek, pişta xwe, di deqê xwe de, dide çend xalan. Ew xalên ku tevina xîtaba wî li ser ava dibin. Ew xal  pêkve  bi têkiliyên cuda cuda, girêdayîne. Ev girêdana wan nijyar û wan xalên hundurîn e. Vebêjiyeke nû dide deq û ciwaniya zimên berbiçav dike.
Li vir, çi dibe, taku ciwanî dibe taybetmendiya zimanê helbestê û dibe erkê helbestê bi xwe jî?
Ziman ji vehûnana xwe ya rojane û normal derdikeve, gelek caran sinorê rêzimana wî zimanî jî dişkîne û bêjeyên hevok û lêkdanan bi temtêl û rêgayeke din pêrgî hev dibin û danûstendinê di gel hev dikin, wate mîkanîzmeke din ji bo vehûnan û tevingirêdanê li nav deqî peyda dibe. Deq ji pêpeloka ragehaninê, dibe pêlpeloka bedewî û dahênanê.
Daku helbesta me jî ji ware xwe derkeve, pêdivî ye, xijiqandin di zimên de bibe û xijiqandin(= ne şêweyê zimên yê peyvînê) wek sîmayekî giring bo avakirina helbestê, ne ku tenê bo ciwaniya peyvan bête dîtin.
Ziman endamê herî giring e di avakirina deqê toreyî de. Afirandina wêneyan di helbestê de, mîna têkperîn û reaksiyona helbestvanî ye, hêzekê dide helbestê, xeyala xwênerî  têvedide, ku careke din deqî ji hev bixe, li hev siwar bike, zimanekî metaforê bide helbestê, ziman ji rotînê derbixe, ahengeke nebihîstî bi guhê xwênerî bixe.

Di dawî de, dibêjim: daneberheva zimanê mentîq û zimanê helbestê, xwêner berbi sergêjiyeke bêdawî ve dibe û ji bo ez jî we xwênerên hêja gêj nekim, li vir nivîsê bi dawî tînim û ta heftya bê hun û deq û nivîsa kurdî di nav xêr, xweşî û ciwaniyê de, bimînin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…