Agehdarî û Daxwaz

  Birêzan; Gelî hêjayan:
Ev dem û hemû demên we xweş bin.
Em we agehdardikin ku niha em mijûlî berhevkirina rêberekê berfireh û giştî ne li dor malperên Kurdî, ku ewê weke pirtûk bikeve ber destê xwendevan û bikarhênerên internêtê. Ji bo vê armancê jî: ji aliyekî bi merema zengînkirina vê pirojê û ji alîyê din ve jî ji bo dîrokê dixazîn hûrtir û pêtir zanyarîyan li ser malperên we binvîsîn,

Lewra em daxwazê ji we dikin ku hun xwedî û birêveberên malperên kurdî ji mere çend pêzanenên girîng bişînin. Bi taybetî jî zaniyarîyên jêr ji mere pir pêwîstin:
1- Navê malperê : Mînak Avesta
2- Navnîşanê malperê( URL ) : Mînak : www.malper-malper.net
                                                                 www.malper-malper.com
3- Tekilî bi malperê re : Mînak: E-mail : info@malper-malper.com,
                                                                    avesta@ malper-malper.net
                                                            Tel. +49 172 172013
4- Dîroka Destpêka weşanê :   Mînak 22.10. 2002
5- Zimanê malperê:  Mînak Kurdî / zarê kurmancî
6- Pişkên malperê : Mînak Muzik, Link, Cchat, Nuçe.
7- Şêwazê malperê :  Mînak  malpera dezgehê Azadi,
                                      Rojnameyeke eliktironiye (rojane rûpelên xwe nû dike)
8- Xwedî, birêveber:  Mînak  Araz Duhoki / birêveber
9-Xebatkarên malperê: ( ji roja weşanê ta niha ) :
                                     Mînak: Dilşad Dara / Peymanêr
                                                 Şivan Doskî / webmaster
                                                 Kehî Doskî / Editor
                                                 Diyar / Alîkar
10- Cihê weşanê: Mînak: Elmaniya
11- Rêbaza malperê: Mînak: Giştî , Serbixwe
12- Xizmetên malperê : Mînak: Email li ser tên qeydkirin
13- Hijmara seredanan( ji roja yekê ta dawiya 2007an):
                                       Mînak: Heya niha 125648 kesana seredana malperê kirine
14- Wêneyekî malperê, her wesa (logo)yê malperê jî ji mere bişînin.
15- Ger hûn bi malperekê zanîbûn ku ew berê hebû, lê niha aktîv nîne an jî ji ber her sedemeke hebe, me agehdar bikin.
16- Her wesa ger hun lîseta wan lînkên malperên Kurdî yên ku li cem we peyda dibin ji mere rêbikin yê pir baş be. Armanc jî ewe ku em renc û xebata çi malperan ji bira nekin.
17- Kurtiyek li ser nasnameya malperê( Yanî bi giştî her tiştê hûn bixazin ku zêdeyi van pêzanînên li jor li ser malperê bidin me, wê baştir be û em jî wê supasdarbin. Weke: kanê Malper ser bi kîjan rêkxistina siyasî ve ye, yan Malper ketîye çi astengiyan, hizra peydabûna wê, merem û armancên melperê çine?
Herwisa ger malpereke din di malpera we di cih digire, mesela malpera (kovar, rojname, dezgeh, yan her aliyekê din be yan her cûre malpereke din be) me agedar bikin… û htd.
Têbînî : Bo zanîn ta niha pêtirî 2000 lînk li cem me hene û ev name wê ji tevaya malperan re bê rekirin.

Berhevkerê Rêberî
HEKAR FINDÎ
malper_kurd @yahoo.com
hekarfindi@yahoo.com
Tel. int. : +44 203 198 0333
+964 760 5 000 333

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…