Lav lave ..

Ronî ELÎ

Govenda evîneke lale
Tîpên helbesteke bê dawî
Xebata dîrokeke wendayî
Di bonîşê
Derûneke tengijî de
Kêferata
Metirsiyên berbangê
Di çerxeke aloz de
Bi
Endîşe û azar
Hawara xwe dikin
Bîr û boçûnên êvara
Di hastên bê şiyan de
Li serê sibeha
Dimebestên talankirî de
Bi tevra ezeziyeke
Tund û dijwar
Dîwarên sazmend
Radihêjin
Û
Hildiweşînin
Qêrîna kurdekî
Di şerê bîrodoziyên bervacî de
Nêrînên bê sûde de
Bahozekê li dar dixe
Û
Penaber dibe
Û hino hino
Nakokiyên
Dijberî û rikberiyê
Di çarçewa
Giyanekî nîv kuştî de
Mejî ji laş
Vedqetîne..
Dozekê ji ezeziyê terxan dike
Û pirseke pîroz
Di pevçûnên
Serdar û serweran de
Bê pişt dihêle
Tev ku,
Dengê qêrînan
Di sîngên reben de
Hîn
Bangewaz û omîdewar
Nalîna xwe
Diherikîne

 

1412008

 

————-

Divê rabî

Di qurmê dareke şewitî de
Di perwaza dîmeneke ji hevketî de
Vekolîna,
Bîranînên seqet
Li ser
Dîmenên qeşeng
Biçespînî
Û
Bineqşînî ..
Di nav lepên lawiran de
Di kuzota wêranên dorpêçkirî de
Temenê,
Sirûda jiyaneke xemsar
Di gewriya
Ziwa de
Bixwînî
Û
Binirxînî ..

 

Di hembêza jineke beravêtî de
Di sînga zemîneke talankirî de
Teşiya,
Hêviyên lawaz
Ahînên bê deng
Birêsî
Û
Bihûnî ..

 

Dive rabî
Qefdeyên çîçekan
Ji nêrgiz û sosinan
Bi egera,
Bûyerên rûxwandî
Çalakiyên perçiqndî
Li ser termê
Siwarên mezobotamya
Daçikînî
Û bi lavlav û omîdan
Giyanê nemiran
Di xemla nûjeniya
Tîrêjên aso de
Beşdar
Û
Şakî
Dive rabî ..

 

1112008

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...