TURKIYA Û ÇERX

  Mûsa zaxuranî
 
Serokê turkiya û ceneralên xwe , naxwazin milletên di turkiya de pêşkevin, navin ku bayê   rastiyê ûdimuqratiyê û mafê mirovan li turkiyê bide , ji bayê nû di tirsin , dîwara lid or welat bilind dikin , ji ber ku di zanin wê bayê nû kursiyê wa ji bin wa û ramanê wa li   ber xwe bibe, û wê cilice jibin wa bikşîne , vêce cendî ji wa tê kîn û neyartiyê û dijî kurdan di dilê tirkande diçînin , hêleman avdidin û çavên xwe û yê xeynî xwe ji rastiyê digirin , naxwazin bizanin ku warew ware , lê bihar nee w bihare , li serê  xwe siwarbûne û dibêjin em û ne ti kesî din
ji xwe koratî bi cavê wade hatiye ta radeya û dereceya ku 25 melyon kurd li turkiyê nabînin , wî dengê mafê kurd ku ev 150sale û bi hemi cure çekan ne rawestandin , bawerkirin ! ku wê îro di vî çaxî de karibin dengê nevyê şêx se,îd û seyid rida û bedirxaniya û..û..rawestênin û bê şûn û bandor bikin . na na  ne wilo bi tenê , destê xwe dirêjî herêma kurdistana başûr jî dikin , çi di nav xwede pêkanîne , dora derveye !?
Ber li gotinê xwe binerin û li gotinê berpirsyarên kurdistana başûr binerin , ka gotinê kê bi sere xwene û kîjan gotin rewane , û bersiva dîrok û çerxê didin , gelo ma raste beerpirsiyarê tirkiya li ser kaniyê rûnin , tenê jibo emerîka nave wa bênê ser zimanê xwe
Ez ji  şovîniyê tirik dipirsim , ji me kurda û ji tirka , kî ji me bihtir hatiye kuştin , kî bihtir hatiye êşandin , mafê kê hatiye xwarin , û bihtir hatiye talankirin , û kî gereke poşmaniya xwe bide diyarkirin , gelo raste nizanin ku kurd îro ji her rojên bihûrî xurt tir û bi hêztir û bi nav û cîne .

Di baweriya minde , ji rêkê pêve nine ku dice bexçê berjewendiya tirk û kurdan û tirkiya dixe çerxekê çêtir de ew rêjî riya diyalokê ya danû sitandinê ye ya aştiyê ye ya li herv hatinê ye kengî berpirsiyarê tirka û xedanê biryarê gihiştin vê biryarê hingî wê tirk û kurd û xwweşî û aştî û ewropî û demuqratî   govenda dîmuqratiyê li şarên amide û sitembolê li darxin û sirûda turkiya nû turkiya çerx bilind û dilşad bixwînin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...