NIKILÊ ZAROKTIYÊ

Fewaz Ebdê
Di wêneyekî bi rengê bîranînekê de
Bi tayê simbêlên sivik
û awirin li kêlekê dûûûr dinerin
Serê xwe ji nav gelemşa serdemê derxist
û lêbûrîn nexwest
Mîna ku ez li nefsa xwe dinerim
çawa ji zanîngehê derdikeve
çentak bi xwe re hilgirtye
tijî axa Niqare ye
bi ava gola Kendal stirayî
bi pelên genimê nihêla Sêremka pêçayî
û tîpên minî pêşî lê hatibin nivîsandin.
*******
Li Şamê xwendekarek bûm,
lê min Qamişlo dixwend
Vaye hîna min çêja Niqare
di bêrîka gumlekê xwe de veşartiye
û bi darpemboyekî min ji balgeha pîrka xwe dizî bû
min navê xwe li ser kevir û kuçên wê dinivîsand
li ser lêmişta ber çemê wê
wa hîna ava çem ew jibîr nekiriye.
Navê xwe
min li ser liboka dahfkê nivîsand
û li ber Qitika veda
Qitikên ku bîrdank vepixartin
û anîn bîra min ku
em jî koçber dibin
penaber dibin
û vedigerin
vedigerin, lê ne bi laş em vedigerin
em bi navê li ser kevir kolayî vedigerin
bi çêja hê di bin ziman de
em vedigerin.
Belê, rast e ez Fewaz im
lê ez kevirek im jî li Niqare
Sîberek im
di wêneyekî kevn de.
Û di dawî de
Gava ximav ziwa dibe
Bi zimanê xwe
li ser Tûzik û Sersipîkê dinivîsim
bi nermî
dest davêjim “Nikilê Dîk”
mîna ku dest bavêjim nikilê zaroktiya xwe
Niklê zaroktiya ku
kenê wê ji peravên çem qut nedibû
20.10.2025
Dortmund

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…