Helbest u Vidyo

Diyariya Yezdan

Ebdulhemîd Cemo

Bêhna buhurê hendivê

Heyv bûye çardeh şevî

Li jêrzemîn bû heyecan

Der di bûn kanî û devî

Buharê xwe xemiland

Geş bûn gelî û zevî

Şînkayê merşik raxist

Rûkê erdê divehî

Simbil serê xwe hilda

Gul û bişkuj dibişkivî

Ser dara teyra stira

Çûkin li dorê çivçivî

Bilbil dengê xwe hilda

Şalûl pêre di axivî

Gu mizgîniye bo kurda

Wê nû ro li we derkevî

Ji binê şikeftek tarî

Şewq û ronî direvî

Darê sitemê şikest

Dîwarê tirsê hêrivî

Berzanî hat cîhanê

Rokê dîrokê berivî

Ew stûna Kurdistanê

Ber hejhejokan nakevî

Ji neynika çavên esman

Hêsrên şahiyê barivî

Stêrkan girtî dîlan

Çiya bi eşqê dijevî

Teva spas kir yezdan

Bo vê diyariya tivtivî

bergirya mafê winda

Jêr bû armac û hêvî

Ji Çirûskên çiraxê

Wê çira mijûl pêkevê

Rêbaza  bavê mezin

Doza kurda bi serkevî

Bêpirs daye ev peman

Ew ji sozê danakevî

Kurdo bake bi yek ziman

Bijî aştî û wekhevî

( rojbûna Barzanî _   Bavê  ê  mezin  )

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…