Îbrahîm GUÇLUibrahimguclu@gmail.com
Dadgehê, di hemen dem de di derheqê Min û Halîs Nezan de biryar da ku em ji mafên kamuyê, ji mafê bijartinê û hilbijartinê, ji mafê welayetê, ji mafê berpirsiyariyên wakifan, komeleyan, sendîqeyan (nîkabeyan), şîrketan û partiyên siyasî jî bê par bin.
Di dadgehê de darizandina me, darizandineke hiqûqî nebû û darizandineke siyasî bû. Di darizandina me de bêhiqûqiyên hatine kirin, dema ez cerabandina xwe ya dadgehên leşkerî û DGMê ye bidim ber çav, ez dikarim gelek bi hêsanî bibêjim ku di darizandina me de zêdetir karên bêhiqûqî hatin kirin. Ev bêhiqûqiyên dadgehê ji aliyê me de jî di her merheleke darizandinê de hat ser zimên.
Me û parêzerê me Sabahaddîn Korkmaz, di dadgehê de heta dawî Komara Mehabadê ya Kurdistanê, serokên komara mehabadê, hêjiyiyên Kurdistanê, demokrasî, maf û azadiyên kesayetî û kolektîf yên neteweya kurd parast.
Min, parêznameya xwe bi kurdî pêşkêşî dadgehê kir. Ev parêznameya min bi destê kesên ne ehîl hat wergerandin. Piştî wergerandina parêznameya min, di danişîna dawî ya dadgehê de mafê me yê ku em wergerê kontrol bikin, bin pê bû. Ev pirsa û ev karê nehiqûqî ji aliyê parêzerê me de hate ser zimên. Min jî diyar kir ku “ ev doza ne dozekî hiquqî ye. Min helwesta dadgehê ya di derheqê wergera parêznameya min de jî bi dehşetê temaşe kir. Divê qadî ev mafê me biparasta, lê ev nebû. Lê eger tiştek bê gotin, ew jî, ez di vê pirsê de jî bi bîrûreyên parêzerê xwe re me.”
Em, ji bona fikrên xwe yên kurditî hatin darizandin û ji bona vê jî, ji aliyê dozgerê komarê de tewana fikrî hat qewimandin. Ev helwesta jî gelek aşkere ye ku li dijî azadiya fikir û xweîfadekirînê, li dijî demokrasî û paymana mafên mirovî ya Ewrupayê ye.
Di encamê de dikarim bibêjim ku bi biryara dawî ya Dadgeha cezayê ya Asliyeyê ya Diyarbekirê cezayê min bû 5 sal 8 meh. Ez eger cezayê xwe rêz bikim: 1- Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Wanê, ji bona ku min di kongreya HAK-PARê yê Wanê de kurdî qise kiribû, serîhildanên neteweyî yên Kurdistanê û serokên wan parastibû, salek cezayê ji siyasetê û ji mafên kamuyê bêpar mayîn da min. 2- Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Enqereyê ji bona ku me di Kongreya Giştî ya yekem ya HAK-PARê de kurdî qise kiribû û me vexwendina kongreyê bi kurdî pêşkêşî kesan û dezgehan, serokkomar û serokwezîr kiribû, em 13 heval hatin ceza kirin: Min jî salek ceza girt. 3- Ji bona meşa Amedê û Xaburê Dadgeha Cezayê ya Giran a Diyarbeirê, 1 sal ceza da min, Zeynel Abîdîn OZALP û A. Sedat Ogur. 4- Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Amedê, ji xala 301-an ya qanûna cezayê, ji bona bîranîna şehîdên Kurdistanê û Ozalpê 1 sal û 6 meh ceza da min. 5- Ev cezayê min yê dawî jî 1 salek 3 meh e.

Şîrove (0)