TEVKURD DADGEH DIBE !

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

“….  TEVKURD,  tevgereke yekîtiya neteweyî ya kurd e. Di serî de mafê serwerî tê da hemû mafên kolektîf yên neteweya kurd diparêze û li dıjî êrîşên ku li hemberî neteweya kurd pêk tên,  derdikeve û wan êrîşan tewanbar dike.”
JI DOZGERÊ KOMARÎ YA DİYARBEKİRÊ RE,

Wek tê zanîn piştî ku li Iraqê dewleta federal û li Başurê Kurdistanê dewleta federe ava bû, dewleta unîter ya neteweyî ya tirk siyaseta xwe ya edetî ya dîrokî ya kolonyalîst li hemberî neteweya kurd tûj û nûtir û xurttir kir. Ji bona ku dewleta federe ya Kurdistanê bê hilweşandin û Kerkûk bi Herêma Federa ya Kurdistanê re nayê girêdan, li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê meşand.

Dewleta Komarî ya Tirkiyeyê ji bona ku li Herêma Federe ya Kurdistanê girêdayî PKKê operasyonekê pêk bîne di meclîsê de biryar girt, ji bona vê “tezkere” pejirand. Lê beriya “tezkereyê” berpirsiyarên sivîl û ekserî yên dewletê diyar kiribûn ku li Herêma Federe ya Kurdistanê armanca stratejîk PKK ênîn e, Dewleta Federe ya Kurdistanê ye.

Piştî tezkereyê, bi helwest û piştgiriya serokerkanî, hukumeta li ser hukum û muxalîfan, hemû sazî û hêzên nîjadperest û şowenîst sendromek bi civatê hat jiyandin. Şerekî giştî hat bi dar xistin, neteweya kurd bû hedefa tîrên hêzên nîjadperest û kolonyalîst. Nîjaperestî hat xurtkirin û geş kirin.

Bi van bûyeran, ji bona gelê kurd pêvajoyeke xeter dest pê kir. Dewleta Komarî ya Tirkiyeyê ji bona ku li Herêma Federe ya Kurdistanê opresyonê çê bike propagandaya xwe xurt kir, ji bona operasyonê dest bi haziriyekê kir. Ev haziriya jî gelek aşkere û bi awayekî ji dervayî huquqê û mafên mirovî hat domandin.

Meclîsa TEVKURDê ev rewşa ji çav derbas kir û biryar da ku di derheqa van pirsên jîyanî û stratejîk de bîrûreyên xwe ji reya giştî ya Tirkiyeyê û Kurd re diyar bike; bala gelên Tirkiyeyê bikşîne ser xeteriya vê pêvajoya şer.

Ji bona vê biryar da ku di 31. 10. 2007-an de li kolana hûnerê li ber AZC Plazayê civîneke çapemenî ya kîtlewî pêk bîne. Di encamê de jî ev civîna pêk anî. Di civînê de li ser navê Meclîsa TEVKURDê min bi kurdî û nivîsikî daxuyaniya TEVKURDê pêşkêş kir. Di hemendem de ev daxuyaniya ku min ji kîtleyê û çapemenî re pêşkêş kiribû, bi tirkî jî pêşkêşî kîtleyê û çapameniyê bû.

Ev daxuyaniya ku min ji kîtle û çapamenî re pêşkêş kiriye, karekî şexsî nîn e, karekî kolektîf e. Lê wek kes, wek endamekî Meclîs û Komîteya Rêvebir yê TEVKURDê ev daxuyaniya di destê we de ye, di hemendem de bi fikrên min yên şexsî re jî sedî-sed li hev dike.

Ez serbilind im ku min li ser navê TEVKURDê ev daxuyaniya hêja û naverokdagirtî pêşkêş kir. Ez bi xwe bi her rêz û pêyva vê daxuyaniyê re me. Di daxuyaniyê de hem maf û berjewendiya neteweya Kurd li bakurê Kurdistanê û li tevayî Kurdistanê hatiye parastin, him jî mafên min yên şexsî jî hatiye parastin. Lewra ez jî wek kesekî beşek ji neteweya kurd ê serbilind im.

Bîrûreyên di daxuyaniya TEVKURDê de hatine ser zimên, rasyonalîst, rasteqîne û realîst in. Her bêje û pêyveke daxuyaniyê bi gelek hişyarî hatine hilbijartin û daxuyanî bi ew bêjên xweş hatiye xemilandin û hûnandin.

Di daxuyaniyê de rastî û siyaseta dewleta komarî ya Tirkiyeyê bi awayekî gelek objektîf tê tespît kirin û tê gotin ku “dewleta tirk û hukumetên wê, di 27 salên dawî de bi sedem/ hinceta teror, bi navê jiholêrakirina heq û huqûqan, di polîtîkaya êrîş û pelixandinê de israr kiriye, mafên gelê kurd tune hesab kiriye, mîlîtarîzma Tirkiyeyê xurt kiriye û bi vê sîyasetê rêvebirîya welat kiriye destê esker û bûrokrasiya sivîl. Niha jî eynî zîhnîyet kiryarên PKKê wek sedem nîşan didin û hukumeta Federa ya Kurd û deweleta Iraqê ya hukumdar tehdîd dikin û dixwazin ku di navbera Kurdan de birakujîyeke nû biafirînin.”

Dîsa di daxuyaniyê de armanca şerê Tirkiyeyê te diyar kirin û tê gotin ku “armanca şerê Tirkiyeyê ya yekdengî, bi qasî ku hilweşandina Dewleta Federe ya Kurd dixwaze ewqas jî dixwaze pêşî li azadiya Kurdistana Bakur bibirre. Ji ber vê yekê, li ser civata Kurd ên li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê kiryarên tirsehêz û bêdengkirinê tên ajotin.”

Daxuyaniya TEVKURDê,  bûyerên li sînora Kurdistanê hatine qewimandin û leşker hatine kuştin û ji bona ku li Herêma Federa ya Kurdistanê operasyon pêkanînê sedem tê nîşandan, bi şik lê mêze dike. Ev jî diyar dike ku dewleta komarî ya Tirkiyeyê bi xwe van bûyeran dikare organîze bike, provakasyonan pêk bîne û li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê planên xwe bi cîh û cîh bike.

Di daxuyaniyê de helwest û vatiniyên pêk bên jî tên diyar kirin û tê gotin ku “ji ber pêdiviya zanîna neteweyî û berpirsiyariya dîrokî, herkesên ku xwedî nasnameya Kurd in û hemû hêzên polîtîk ên kurd, divê li qezenca hevpar a neteweya kurd ango dewleta Federe ya Kurd xwedî derên û ji bo îstîkrara Kurdistanê piştgiriyê bikin. Ev berpirsiyarîya dîrokî, PKKê jî tê da, li ser milê me hemûyan e.”

TEVKURD di daxuyaniya xwe de ji dewlet û hukumet û muxalefetê daxwaz dike ku ew “li defa şer nexin û gelê Tirk provake nekin, bo huqûqa navneteweyî rêz bigrin û hewil bidin ku pirsgirêkan bi hevdîtinên aştîyane û diyalogê çareser bikin.”  

Di encamê de “TEVKURD bang dike ku merivên bi wîjdan ên Tirkiyeyê li hember operasyon û dagirkirina Kurdistana Başûr bêdeng nemînin û piştgiriya gelê Kurd bikin.”

Encam:
Ev civîna çapamenî ya di 31.10.2007-an de ji aliyê TEVKURDê de hatibû bidarxistin û daxuyaniya di civînê de hatibû pêşkêş kirin jî, di vê çarçewê de ye. Ev yeka jî divê di çarçewa azadiya fikrî, xweîfadê kirinê de bê şirove kirin.

Di derheqê vê daxuyaniyê de lêpirsîn kirin, li dijî Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê, krîterên Kopenhagên, biryarên dadgeha Ewrupayê û peymanên din yên navneteweyî ye. Divê ev lêpirsîna bi dozvekirinê encam nebe, bi “bêtakibîyê” encam be.

Di rewşên wusa de û lêpirsînên di ev ewhalî de him ji aliyê we de û him jî ji aliyê gelek dozgerên din de encama lêpirsînê, biryara doznevekirinê hatine girtin. Ez ji bona vê jî daxwaz dikim ku ev lêpirsîna ji holê rabe.

04. 12. 2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…