Yekemîn dîwana helbestvan Kadar Ismayil bi navnîşana (xwena sibe) derket

welateme.net

bi diyarî ji helbestvan Kadar Ismail, pirtûka wî ya yekemîn kû bi navnîşana (xwena sibe) hatiye çapkirin, gihişte melpera welatê me.
Xwena sibe 70ê rûpel bixwe girtiye û ji 23 helbestan – ku piraniya wan evînî ne- pêkhatiye, pêşgotina wê ji layê Şêro ve hatiye pêşkêşkirin, û bi wêneyên hunermend Adil Xelef hatiye xemlandin. Û bi alîkariya Necim, û derhînana Ciwan Omer çapbûye.
Em jî wek malpera welatê me, pêşgotin û 2 helbestên wê diyarî xwendevanên xwe dikin.
Pêşgotin
    
Bê Guman nivîsandin tiştekî herî bilinde û hêjaye û beûek ji ragihandinê ye û nemaze nivîsandina helbestê ji ber ku helbest bilindtirîn toreya dinav beşên tor e de, bandora wê ya yekser heye li ser dil û mejiyê gel û zû ramanê dighînê binecihê.
Di van gurzê helbesta de livek evînî heye li kela dil û hestê mirov didê û ev helbestê ha ji kela dil û cergê helbestvan kadar yê ku perwerde biye di malbatek hozan van de. Ev biye egerek ku heydar û pê hesan êş û derdeê milet bikê.
Giringiya helbest tê ji bandora wê ya li ser jiyanê bi hemî aliyê xwe ve, helwesta helbestê ewe ku bikevê di xizmeta milet de û bikarê bandorek poîztîf li ser jiyana milet bikê.
Helbestvanê me di van helbestê xwe yê evînî de ewjî dixwazê van berhemên xwe bikê di vê rêzê de gor dikarê. Bi vî şêweyê lihev hatî û sivik, miletê me di hemî rêz û tewên xwe dexwedî şiyan û rêze dixwazê karê xwe bikê di xizmeta miletê xwe de û di vî karê xwe yê pêşîn de neynika jiyana beşek ji gel didê xwiya kirin ewjî jiyana evîndarî ya ku her yek têre derbas dibe û dibe bingehek dewlemend ji bo têgihandina jiyanê bi rengek tevayî û ev karê helbestî karek torevaniye da ku ew jî bibê yek di pirtûkxana kurdî de ev helbestên nazik û hestyarin xwendina wa dilê evîndara geş û hînik dikê û hêvî darin dilê hemî gelê me geş û hînik bê bi taybetî piştî van guhertinên ku li derdora me dibê bi hêvî ne bibê destpêka serketinê û armancên bilind.
Şêro
12/1/2006

Fatê

 Fatê Fatê wa Fatê
Sebram bê te nema tê
Min bêriya te kiriye
 çima hêdî nema tê

Fatê wa qîza hêja
Min tu nedî ji mêje
Şend gotina tu bêje
da to xweşkî civatê

 soza didê tunayê
Şêrînê por berdayê
Te ez xistim tayê
Toyî gula dawetê

Fatê tu rehmê bike
 dilêm gelek nazike
dema ez te dibînim
dil bandikê wa Fatê

carkî biya min bike
dilê Kadar kul neke
maçek tenê bide min
  hingiv j,dev û lêva tê

27/11/1998

————-

sawêr

Sibehekî zû ser dengê kewê
Hate li min şêrîn bedewê
Bi maçên sivik rakirim ji xewê
Dema wê cilik li ser min hiland

Min çav vekirin ser xwe re nerî
Da ez bibînim vê yara zerî
Min ji wê pirsî çima li virî
Bersiv wê neda lê xwe gernijand

Tilya xwe danî li ser lêva min
Nema çû û hat hêdî bihna min
Aqilê mayî wê ew jî firand

Gote hênceta ji mire nede
Çavê xwe bike nav çavê mide
Tê bizanê çiye di dilê mide
 Pêre gernijî çavê xwe neqand

Bi dengê dila bi wê tiktikî
Jê fêm dikim ew ji min fêm dikê
Bê ez deng bikim yan ew deng bikê
Canê min hemî b, ramûsan çand

Bihnek xweş borî ew ma bê pêjin
Gotinê vinê b, çava dibêjin
Vîna em tê de mêjê dirêjin
Gunhê jîna min hemî daweşand

Bi livên nazik ez tewaf kirim
Xortê serbixwe belengaz kirim
Bi hêz ez birim ji qedem kirim
 Pelê minê zer ji darê weşand

Cem min rabî çû tirsam ku newê
Bero wê çûm ez bigrim destê wê
Ser text ez ketim rabûm ji xewê
Vê xwena nazik dilê min şikand

18 / 1 / 2006

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…