PROFFESORÊ KURD QENATÊ KURDO .. DI BÎRANÎNA KOÇKIRINA WÎ YA DAWÎN DE

Abdullah îmam *
   
   Berî bîst û du salan , zimanzanê kurd ê navdar Qenatê Kurdo, ji nav me barkir, bi laşê xwe, û ma bi cane xwe yê nemir di dilê her kurdekî de, û berhemên wî jî man wek qezencekê ji milletê kurd re, û ji şaristaniya cîhanî re bi gelemperî.
   Belê , di şeva 31 ê oktobera sala 1985ê de Qenatê Kurdo xatir ji me xwezt, li bajarê Lenîngradê, li Yekîtiya Sovyeta berê, û di vê gotarê de jî min xwezt ronahiyekê bidime hindekî ji jiyan û xebata wî, wek silavekê ji rewanê wî yê pak re di gora wî de.
Qenatê Kurdo ji dayika xwe bû di roja diwazdemîn de ji meha Êlûnê Septemberê, sala 1909z, li gundê Sosiz, li nêzîkî Qarsê, li bakurê Kurdistanê, ji bavekî gundî ku navê wî Keleşê Xidir bû, ji êla Şerqiya, û diya wî jî Xezala keça Nadirê Çolo bû, ji êla Rojekê.. û herdu jî (bav û diya wî) ji kurdên êzdî bûn.
   Di sala 1918 z de , û ji ber zor û stema dewleta Osmanî , malbata wî di gel xelkê wê deverê koçberbûn û berê xwe dane devera Erbarab li Ermenistanê, û li wir gundekî kurd hilbijartin û lê rûniştin, navê wî gundî Kurblax bû, û ji wir jî berê xwe dane Tevlîsê (paytexta Gurcistanê), di sala 1920 ê de, û piştî salekê ji mana wan li Tevlîsê bavê wî mir (sala 1921z).
   Sala 1928ê Qenatê Kurdo xwendina xwe ya destpêkîn  û naverast bi dawî kir li dibistana Lazoyê. Pişt re, di sala 1931ê de kete instîtuya mejû (dîrokê) û felsefeyê û wêjeyan, li zanîngeha Lenîngradê ya fermî, û piştî ku ew xwendina jî bi dawî kir, û di sala 1936ê de, bû xwendekarê xwendinên bilind di mijara afrandinên zimanî de, û belgenameya diktorayê wergirt di sala 1941ê de.
   Piştî wê , îşkir wek lêkolînerekî li instîtuya ithnografî di akadîmiya zanyariyan a soviet de. Û dema ku bajarê Lenîngradê hate dorpêçkirin ji haliyê hêzên almanî yên nazî de, Qenatê Kurdo beşdarî kir di rahatina efserên topê de, û karkir wek efserekî di hêza asimanî ya soviet de û di topa li dijî firokeyan de, ji meha Tebaxê Ogustusê sala 1943ê de heya meha Çireya pêşin Oktoberê sala 1945ê. Û piştî bidawîhatina şerî xelata «stêra sor» ji Kurdoyî re hate dayin wek rêzgirtinê ji qehremaniya wî re.
   Pişt re , bû endamê Partiya komunîst ya Sovyetî. Û piştî ku vegeriya Lenîngradê hate bicihkirin wek mamosteyekî alîkar ji bo zimanê kurdî di beşê afrandinên êranî de li kullîja rojhelatnasînê di zankoya Lenîngradê de. Û di sala 1950 de jî hate binavkirin wek lêkolînerekî zanîstî di instîtuya afrandinên rojhilatîn li akadîmiya zanyariyan a sovyetî.
   Di sala 1959ê de, û bi ked û xebata professor Yûsufê Orbîlî (serekê beşê rojhelatnasînê), beşê kurdî yê afrandinan serbixwebû, û di sala 1961ê de Qenatê Kurdo bû serekê vî beşî. Û di gel vî îşî wî xwendina xwe ya bilind û pispor berdewamkir heya ku belgenameya doktoraya zanîstî stand û bû professor.
   Qenatê Kurdo di jiyana xwe de gellek pirtûk (nivîsar) û berhemên zanîstî û wêjeyî û lêkolînên kurî yên nirxdar belavkirine.
   Qenatê Kurdo , endamê şanaz di komgeha zanistî ya kurd de li Kurdistana Îraqê bû, û yek bû ji endamên ku instîtuya afrandinên kurd sazkirin li bajarê Parîsê (paytexta Fransayê).
   Di bîranîna koçberbûna wî ya dawîn em wî di bîra xwe tînin, û ser û bejna xwe ji canê wî re ditewînin.
————
E – mail : baveroni@yahoo.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…