Abdullah îmam *Berî bîst û du salan , zimanzanê kurd ê navdar Qenatê Kurdo, ji nav me barkir, bi laşê xwe, û ma bi cane xwe yê nemir di dilê her kurdekî de, û berhemên wî jî man wek qezencekê ji milletê kurd re, û ji şaristaniya cîhanî re bi gelemperî.
Belê , di şeva 31 ê oktobera sala 1985ê de Qenatê Kurdo xatir ji me xwezt, li bajarê Lenîngradê, li Yekîtiya Sovyeta berê, û di vê gotarê de jî min xwezt ronahiyekê bidime hindekî ji jiyan û xebata wî, wek silavekê ji rewanê wî yê pak re di gora wî de.
Di sala 1918 z de , û ji ber zor û stema dewleta Osmanî , malbata wî di gel xelkê wê deverê koçberbûn û berê xwe dane devera Erbarab li Ermenistanê, û li wir gundekî kurd hilbijartin û lê rûniştin, navê wî gundî Kurblax bû, û ji wir jî berê xwe dane Tevlîsê (paytexta Gurcistanê), di sala 1920 ê de, û piştî salekê ji mana wan li Tevlîsê bavê wî mir (sala 1921z).
Sala 1928ê Qenatê Kurdo xwendina xwe ya destpêkîn û naverast bi dawî kir li dibistana Lazoyê. Pişt re, di sala 1931ê de kete instîtuya mejû (dîrokê) û felsefeyê û wêjeyan, li zanîngeha Lenîngradê ya fermî, û piştî ku ew xwendina jî bi dawî kir, û di sala 1936ê de, bû xwendekarê xwendinên bilind di mijara afrandinên zimanî de, û belgenameya diktorayê wergirt di sala 1941ê de.
Piştî wê , îşkir wek lêkolînerekî li instîtuya ithnografî di akadîmiya zanyariyan a soviet de. Û dema ku bajarê Lenîngradê hate dorpêçkirin ji haliyê hêzên almanî yên nazî de, Qenatê Kurdo beşdarî kir di rahatina efserên topê de, û karkir wek efserekî di hêza asimanî ya soviet de û di topa li dijî firokeyan de, ji meha Tebaxê Ogustusê sala 1943ê de heya meha Çireya pêşin Oktoberê sala 1945ê. Û piştî bidawîhatina şerî xelata «stêra sor» ji Kurdoyî re hate dayin wek rêzgirtinê ji qehremaniya wî re.
Pişt re , bû endamê Partiya komunîst ya Sovyetî. Û piştî ku vegeriya Lenîngradê hate bicihkirin wek mamosteyekî alîkar ji bo zimanê kurdî di beşê afrandinên êranî de li kullîja rojhelatnasînê di zankoya Lenîngradê de. Û di sala 1950 de jî hate binavkirin wek lêkolînerekî zanîstî di instîtuya afrandinên rojhilatîn li akadîmiya zanyariyan a sovyetî.
Di sala 1959ê de, û bi ked û xebata professor Yûsufê Orbîlî (serekê beşê rojhelatnasînê), beşê kurdî yê afrandinan serbixwebû, û di sala 1961ê de Qenatê Kurdo bû serekê vî beşî. Û di gel vî îşî wî xwendina xwe ya bilind û pispor berdewamkir heya ku belgenameya doktoraya zanîstî stand û bû professor.
Qenatê Kurdo di jiyana xwe de gellek pirtûk (nivîsar) û berhemên zanîstî û wêjeyî û lêkolînên kurî yên nirxdar belavkirine.
Qenatê Kurdo , endamê şanaz di komgeha zanistî ya kurd de li Kurdistana Îraqê bû, û yek bû ji endamên ku instîtuya afrandinên kurd sazkirin li bajarê Parîsê (paytexta Fransayê).
Di bîranîna koçberbûna wî ya dawîn em wî di bîra xwe tînin, û ser û bejna xwe ji canê wî re ditewînin.
————
E – mail : baveroni@yahoo.com

Şîrove (0)