Mirina Jiyaneke Rind

  Ebdilqadir Egîd

Di şkeftên giyana xwe de , mîna  feriştekî nermî zelal, ku ji esmanê bajarekî bi mij dakeve, şerma  min li rewana te rast hat.

Ne biyan bû..! Xweş tê bîra min, li ser kenarê Dicleyê, di demeke nêzik de, di çîrokeke dirêj de, li gel Biroyê dengbêj û stranin dîrokî de em li hev rûniştibûn. Biroyê dengbêj, tu bû, ez bûm, kurdekî serxetî bû; binxetî bû; pêşmergeyek, gerîleyek wek te bû… Bi dengê xwe şer dikir, li ber xwe de dida.
Eger em bipirsin : ‘Çima gola mijûliya dilê me di ser re çûye û êşa te xwe li hestiyan pêçaye?’ Bê Guman, giyanên me bersiva ku di vê pîvana biçuk de pêk nayê û kin jî nabe, zanin.

Ji ber ku tu razî nebû ku elfebeya romana tenê, ji miletê xwe yê  di derya tor û hunerê de dest dipeland, diyar bike,  elfebeya jiyanê jî.
Te em fêr kirin ku wêjeya kurdî xezneyeke hêjaye ger û lêkolînê  û çiqas em bi ser lîre û pûlikên wê vebin, em wilo bi ser duruvê kesatiya xwe  vedibin!
 
Lê îro… bejna tîpên te qurmiçî ne, bê deng in, dîmenên wan li ser rûpelên ku reş  bûne, diperpitin, bê rengin. Rêsiyê  hevokên teyî hûnandî, xav bûne, li hev geriyayîne, li xewleyî pertûkan bêçare mane.
Ziyana wêjeyê girane, pir giran e, mezin e; ji gotinan, helbestan, pesindariyê mestir e.
Birîna wêjeya kurdî – tevî bêdengiya wê – kûr e. Kulîlk, çivîk, çiya, heval şagirtê dibistanan û hemû bêjeyan  xwe   reş girêdane, bi çol û deviyan ketine.
Erê, ey stûna perwerdeyê, bingeha tîpên şermok, cihoka peyvên şêrîn..!?
Her hevok di her romanê de  bi şîn e, laşê xwe li ser te dicû.
Her zikak, kolan, çem, newal, çiya, dengbêj di wan romanan de, pirsa hilm û bêhna pêçeyên te dikin.
Zengilê dibistana mamoste Sefo piştî te, li ser masê bê deng ma ye.
Zarokên ku li qorzîkan , xwe li hêviya te dane hev, navê te li ser dîwaran dinivîsînin, bi kurtepistin dîl.
Çivîkên ku her sibeh li ser milê Dîcleyê vediniştin, baskên wan li asîmana ji çûnûhatinê,  û gerîna li te qerimîne, qet nikarin li ser milên tu çeman deynin.
Dicleya te di dêra mişextiyê de dinale, dimale, dilê  wê bêyî dilê xwe lêdixe, dimiçiqe, dike hawaaaar;  lê dengê wê li hev vedigere,wenda dibe, mîna hilma te…!?
Çiqas gurzên tîpan li ser rewanê te bêne belavkirin, civandin, daleqandin, şewitandin, heyv ji perestgeha şîna xwe qet dernayê. Welatekî bê bend, tifing, leşker, û bombe ava nabe; herweha av di çemê Dicleyê û giyana te de careke din naherike.

Êşeke nû.. rundikin nû..wateyin nû… û matbûneke nû…!!!??.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Çîrok: Mihemedxêr Umer

Werger: Fewaz Ebdê

Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên…

Mizgîn Hesko

Bi tenê
Di Derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez…
Helawistî dimînim…!
Û dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest…!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dil ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê…
Ber bi xwe ve dibe…?!
Çi raz…
Çi ristesaz û rewannaz e…?
Hiş wêran dike û dergehê rewanbêjiyê
Bi…

SIMKO botanî

Li cîhan cejn û seyrane
Lê welatêm bê jiyane
Welatek jar û perîşan
Navê wê jî kurdistane
Nav li ba min pir şêrîne
j‘ber ko xaka wê zêrîne
Maye tenê li cîhanê
Milet hêjî Ber gumane
Li ser wê her bi fîxanim
Bêyî wê tim dil bi janim
Bi kul û derd û nalînim
Dijmin lime kir talane
Boçî dijmin dike talan
Li…

Fewaz Ebdê

Dibistana me ya ji kelpîçan

li hewşa wê

nigên me

weke rehên biçûk

di nav çamûrê de diçikilîn.

Em dikeniyan

dibezîn

û lênûs ji me re dibûn bask.

Banê dibistanê dilop dikirin

dilop.. dilop

mîna ku asman jî

bi…