Selah BeyroMendehoş nabim bi axiftinên perlemanekî wiha bi boçûnên conta hatî firşik kirin ,û li ser kînê hatî avakirin.
Bê goman berpirsên rijêma tirkîya zanin ku ev bû /28/sal ji berxwedana partîya kar kerê kurdistan,evê rijmê nikarîbû çareserîkê jêre bi bînê, ne girtina serokê p.k.k.û ne kujtaran ti encam nedan ,berî ruxandina rijêma diktator sedam peywendî di nêv bera herdû rijêmên nav hatî de hebûn bi derbas bûna komendos nav xaka kurdistana îraqê ji bo nehêlan milîtanê p.k.k.hemî nemûnê li cîhanê pesendikin ku bi çekdarî pirsgirêkên netewî nayêne çare ser kirin û pitir dibine êzingê şer û cenga bê mefa .
guhastinan şer li nav xaka herêma rizgar kirî ne ji bo hebûna p.k.k.ye bi
qasî ku ew ji bo têk birina nemûna fidralî ye, û ji bo balgê /140/l.ya girêdayî bi rewşa kerkûk û mûsilê ve , ma gelo kî heye nizanê ku armanca rijêma tirkîyê û bas çiye li her çar parçê kurdistanê,ev derfeteke ji bo gelê kurd li hemî deverên lê bi cî dibin vê beryara çewt pirotesto û şerme zar bikin,bi pêşindan dijî/ 70,000/ leşker û komendos yê amade ye bi teng û top li ser sînorê herêma kurdistanê ji bo bi kar anîna kiryarên dirinde û çewt dijî gelê herêmê, nemaze /partî dîmuqratî kurdistanî/ û serokê herêmê yê têkûşer rêzdar mesûd berzanî.
ya herî balkêş ew ku rijêma îranê ya ol perst çek dar û milîtanên partiya /pijak/li çiya û gundê herêma azad top baran dikê,tê zanîn ku rijêma ol perist ev partîya/pijak/damezrand ji bo hevrikiyê bi kurdistana rizgarkirîre bil ji wê jî rijêmên p.k.k.damezrandin û bi hezaran xort û geçê kurdan bê ser û şo kirin îro bûne heval bendê rijêma tirkî û dijî p.k.k.derketine holê û p.k.k, weke rêxistineke tirorîst li herçar parçê kurdistanê di pejirênin.
Tê gotin ku di siyasetê de ne dost û ne pirojên her dem hene ,pêdivîye netewa kurdî xwe rizgarkin ji berjewendiyên siyasî yên xil û xav û ber teng di van helû mercan de,û ji erkê her kurdekî welat parêze ku herêma kurdistanê ya bi xwîna şehîdan hatî avdan û rizgarkirin bi parêzê ji dagirkeran kurdistanê.







Şîrove (0)