Gotar

PEYVA TAZÎ 19

 Dildar Ismail           

 ((Dema kûçik dizê çewrik jêre çê dibe û dema kûçik pîrdibe dibê bela xwediyê xwe  û dema dimrê mirina zer, dibê bela gondiya , cewrik bizorê mezin debe û dikeve şûna kûçikde , cewrik namîne cewrik cewrik dibê kûçik û kûçik tune dibe))
dunya çirt û virte li hev dizîvire rojek jêre û roja dîjî jêre hemî gelê cîhanê wilo dixwazin lê qet nabe weka ku yek dixwaze

perlamanê osmaniya civiya 17.10.2007 û biryar da ku ardoxan û hikûmata xwe karibin cendirmê xwe derbasbikin başûrê kurdistanê ,û sînorê dewlata îraqê derbasbikin heger sînor hebin, û başûrê kurdistanê bixin garana cendermê osmaniya carek din qey dixwazin demê bi paşve vegerînin . û serdana serûkê sûriyê başar alasad di vê dema hade bona turkiyê ,peyveka ji tazî tazî tire ne diciyê xwede hat û serê xwe di tewîne da ku derî derbasbike û dibêje ji mafê turkaye ku sînorê îraqê derbasbikin û talaniya teroristan pêkbînin ,( tir li kû û das li kû ) ka ew dema dostaniyê ka ew dema serdaniyê ew dema ku…….????? lê weka ku gundiyê kesî behsa wî nedikir çû ser tahta camiyê û bi xwede birî …lê heger turk birastî ji bona pkk derbasdibin ,gelek caran derbasdibûn û tiştek pêknetanîn . û bi paşve divegşan.lê ez bawerim ku bi osmanî raman dibin û di xewna de dijîn lê mixabin ku bi derengî hişê turka hat serê wan ku ji roja ketina îraqe bi hemî hêzên xwe derbasnebûn lê dem derbasbû nepirse ,û serokê sûriyê û kesê ku ew birêkirine û ew fêrî gotinan kirine, baş dizanin ku parçek ji kurdistanê hêdî hêdî rizgardibe û bakur û rojava û rojhilat bixweve dikşîne weha namîne  ew baş dizanin roj xwe divegerîne û bindestî namîne. Bera ji xwera li hev bînin çîrok û çîvanoka ,û bera kesên ku pesnê serokê sûryê didan bera lê borînê ji gelê kurd bi xwazin .wê ciyê şahiyê û ser firasiyê bê ciyê dîmoqratiyê bê ,ciyê hêviyê  bê .
19.10.2007

  

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…