
dunya çirt û virte li hev dizîvire rojek jêre û roja dîjî jêre hemî gelê cîhanê wilo dixwazin lê qet nabe weka ku yek dixwaze
perlamanê osmaniya civiya 17.10.2007 û biryar da ku ardoxan û hikûmata xwe karibin cendirmê xwe derbasbikin başûrê kurdistanê ,û sînorê dewlata îraqê derbasbikin heger sînor hebin, û başûrê kurdistanê bixin garana cendermê osmaniya carek din qey dixwazin demê bi paşve vegerînin . û serdana serûkê sûriyê başar alasad di vê dema hade bona turkiyê ,peyveka ji tazî tazî tire ne diciyê xwede hat û serê xwe di tewîne da ku derî derbasbike û dibêje ji mafê turkaye ku sînorê îraqê derbasbikin û talaniya teroristan pêkbînin ,( tir li kû û das li kû ) ka ew dema dostaniyê ka ew dema serdaniyê ew dema ku…….????? lê weka ku gundiyê kesî behsa wî nedikir çû ser tahta camiyê û bi xwede birî …lê heger turk birastî ji bona pkk derbasdibin ,gelek caran derbasdibûn û tiştek pêknetanîn . û bi paşve divegşan.lê ez bawerim ku bi osmanî raman dibin û di xewna de dijîn lê mixabin ku bi derengî hişê turka hat serê wan ku ji roja ketina îraqe bi hemî hêzên xwe derbasnebûn lê dem derbasbû nepirse ,û serokê sûriyê û kesê ku ew birêkirine û ew fêrî gotinan kirine, baş dizanin ku parçek ji kurdistanê hêdî hêdî rizgardibe û bakur û rojava û rojhilat bixweve dikşîne weha namîne ew baş dizanin roj xwe divegerîne û bindestî namîne. Bera ji xwera li hev bînin çîrok û çîvanoka ,û bera kesên ku pesnê serokê sûryê didan bera lê borînê ji gelê kurd bi xwazin .wê ciyê şahiyê û ser firasiyê bê ciyê dîmoqratiyê bê ,ciyê hêviyê bê .
19.10.2007
19.10.2007