Newroz gurzek helbestên bi hêvî û soz

welateme.net

Newroz berê nixuriye ji berhemê helbestvan Emerê Ismail re.
Newroz ji gurzek helbestên netewî, civakî, welatperwerî û evîndarî pêkhatiye .
Helbestvanê me di helbestên xwe de Dêrikiye, dilê wî bi şînahî û şîraniya Dêrika Hemko re jeniye, kaniyên dilê wî teqane, derbûne û vedane.

di bîr û boçûnên xwe de zelale weke zelalî ya ava Dêrikê,bi bawerî û ramanên xwe re raste weke navrasta Deşta Hesinan û Devera Koçeran, di zar û zimanê xwe de şêrîne weke şîraniya Tirî û Hejîrên Endîwer û Cizîra Botane, di bang û xurandina xwe de weke deng û qep-qepa Kewê çiyayê Qereçoxe.
Hêjayî gotinê ye ku pêşgotina Dîwana Newroz mamosta Konê Reş nivîsandiye, tê de bi kurtî li ser jîn û jiyana helbestvan Emer sekiniye û pêzanînin berketî di vî alî de dane xuyakirin.
Emê pêşgotinê û helbestekî ji Dîwana Newrozê ji xwendevanên welatê me re belavbikin.

Pêşgotinek Hindik Rindik

Konê Reş

Dîwana ( Newroz ) komek ji helbestên bedew û delal,bi zimanê kurdî, di nav perên xwe de kom dike.buhareke rengîn,ji gotinên Kurdî yên resen di nav malikên xwe de rêz dike.
Xwedanê dîwanê helbestvan Emerê Îsmaîl, helbestên xwe bi zimanê herêma Koçerên Mîran, Deşta Hesinan û çiyayê Qereçoxê hunandine. Ev zimanê ku roja îro ji gelê Kurd re mîna çavkaniyeke ava zelale..Mîna zimanê Qureyşiyane sebaretî Ereban, zimanê Koçerên mîran ji gelê Kurd re wihaye.. Çendî mirov nêzîkî Cizîra Botan û koçerên mîran bibe wiha nêzîkî reseniya zimanê Kurdî dibe.. û ev yek xweş belû ye di vê dîwanê de…
Helbestvan Emerê Îsmail, di gurzek gul de bi navê ( Newroz ) his û hestê xwe, kêf û şahiya xwe, kul û xemên xwe ji xwendevanên zimanê Kurdî re pêşkêş dike û di helbesteke xwe de wiha dibêje:
  
Vegerin welêt kurê Kurdistan
Vegerin welêt xortê xwendevan
Vegerin welêt maldarê Kurdan
Bibin partîzan li nîva kurdistan
 
Helbestvan Emerê Îsmail di dîwana xwe de li ser şoreşa Barzaniyê nemir giryaye,kenyaye û lîlandiye û wek mirîdekî Barzanî, meşa li ser rêbaza wî ji xwe re kiriya armanc û wiha çend helbestên balkêş hunandine.
Di helbesta Kurdistan û Barzanî de wiha dibêje:
 Barzanî rêbaza meye li ser şopa wî bajon
                                       Li cîhanê  bi nêrin
Rêça miletê kurdî ji karwan re xwîya ke
                                         ji dozê re li karin
Hem jî li ser Newrozê û serê sala Kurdî çend helbestên spehî afirandine:
 
Li girê sipî her wekî bilbil dixwînim
Bijî Newroz bi dengek raperînim  
Ji kurdan ra silavên germ di şînim
Bijî Newroz jê re helbstan di vehînin

lê wî qet jina Kurd jibîr nekiriye, jêre jî çend helbest berhevkirine.
Keca kurdî serî rake bi mêranî
Sitêra geş serî rake bi şêranî
Va hate heştê adarê Li te pîrozbê
Di vê rojê de dil xweşbî bişahanî
 
Wek mirov ,wek neferekî ji vê civatê, li dor evîn evîndaran wî dîwana xwe bê par ji sirûdên evînê û evîdariyê ne hiştiye. Di gel ku wî Dîwana xwe bi çend sirûdên şîn û koçkirina kurdperweran xemilandiye..
Ji mêjve min navê Emerê Îsmail sehkiriye, û bi berfirehî min ew nas kir dema ku di bûyerên Adara sala 2004 an de hat gitrin mîna gelek kurdperweran û di zindanê de gelek êş û êşkince xwar û dît.. Hem jî ku yekî serekeye ji sê kesên ku (Koma Roj )ya folklorî di di buhara 1990 de damezirandine, herdiwên din(Hisênê Îbrahîm û Salêhê Eyûb in). Ev Koma ku her sal bi serketin cejna Newrozê, li ser (Girê Sipî )di herêma koçerên Mîran de li dar dixîne, û bi hezaran ji gelê kurd li wan temaşa û guhdarî dike..
Hêjayî gotinê ye ku piraniya stranên Koma Roj ji helbestên Emerê Îsmail in wek.Vegere Welat,Welatê min,Were canê..
Dema ku helbestvan Emerê Îsmail ji min xwest ez pêşgotina dîwana wî binivîsim ,ev gotina buhiştî Mîr Celadet Bedirxan hat hizr û bîra min:
((Herçî em kurd,me ziman, zimanekî delal heye û em pê diaxêvin û piraniya me ji vî zimanî pêve bi tu zimanî nizanin.Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.
Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne bi tenê wezîfeke şexsiye lê wezîfeke milîye jî.Herçî bi vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe a milî pêk ve ne anîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine…))
Mîr Celadet Bedir Xan
Kovara HAWARê
Hejmara: 40 sala 1942  Şam

Ez jî kefxweş dibim ku nivîskarekî zimanê Kurdî  wek Emerê Îsmail li nivîskarên Kurd zêde bibe. Ev xortê ku biçûkanî û xwendina xwe a seratayî di nav gundên Koçerên Mîran de bûrandiye .Li bal min ew  mîna akadîmiyekî ye di zimanê kurdî de, nexasim ku mijûlbûna wî bi danheva folklorê herêma koçeran hebû û gelek gotin û mamik dane hev,hem jî ku di bin akam û bandora rehmetî Şêx Nezîrê Şêx Zahir de ji gundê Sêgira hez zimanê kurdî kiriye,çaxê ku li bal wî çav bi  (Nûbuhara Biçûkan)ya Şêx Ehmedê Xanî ketiye…

Tevî ku ev dîwana helbestvan Emerê Îsmail (Newroz )bi rengê kilasîk hatiye berhev kirin ,lê ne ku ew helbestên serbest û azad nanivîse, belê dîwanek wî ya din ji vî terzê serbest  heye amade dike ji çapê re.
Ez jî ji dil û can serketinê ji helbestvanê me re dixwezim, û bi hêvîme ku ew çend şaşiyên ku hebûn di dîwana nû re derbas nebin.

Konê Reş
Qamişlo   05/09/2005

Eve helbesteke ji Dîwana Newroz

Welatê min
                     Emerê Îsmail

Welatê min tu xweş warî
Hemî mêrg û çem û darî
Tu rohniya şeva tarî
          Çima rewşa te wendaye

Welatê min cihê mêra
Warê pilingan û şêra
Bihiştî tu ji sînora
          Çima rewşa te nexwiyaye

Welatê Min cihê Mêrga
Ji bingeha şer û cenga
Gul û beybon ji hemî renga
           Çima xemla te wendaye

Welatê min tu tim şînî
Kul û derdan di kêşînî
Ji ber dijmin di nalînî
              Welatparêz ji cengaye

Welatê min serî rake
Li ber dijmin xweş xwiyake
Bo kurdistanê tu banke
              Ti war û cihê Kurdayî

Welatê min tu xweş rengî
Ji kurdan re tu ferhengî
Li cîhanê bi nav û dengî
                Cihê box û beranayî

Kurdistanê welatê min
Bi kurdiye zimanê min
Tu laleş û evîna min
                Çiqas bêjim tu hêjayî

10-8-1988

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…