Ey Merga rûreş…… ji bo giyanê Mihemed Uzun.

Salih Demîcer 

  mîvana bê çax û dem
  tu ne berfî nejî pûkî  ku; di zivistanên har û dijwar de.  di roj û çeleyên qeşayê de ;heval û hogirên xwe ji te biparêzim.  ewrên reş û tarî min bi te hayedar bikin.
  serma tûj û birûskên ronak bibin nîşana nêzîkbûna te.
  rengê te li ser rûyê zemînê hatina te bereder bike.

    Tu  ne lehiyî ku di rojên coş û tengirandinê de. dîwar û çeperan di rûyê tede bilind bikim û berê te ji ser riya canên Ciwan dagerînim.
   tu  ne bayî ne bahozî  ku ez di payîzan de, bi  weşandina pelên dara me ya tûyê re ;  pêjn û hesta te bikim. çilmisandina meywe û keskahiya li ser sîngê Vê deştê  bibin berbî ji serdana te re.

   geroka bê soz . amadeya ne xuya:

   tu ne şevî ku ez civanên li ber agirdanê di zivistanan de. rûniştinên Li ser banan di havînan de , di nîvî de biqurçifînim da ku hewildana te têkve bibim.

  nejî berbangî ku berî zelalî têkeve zikê Ezmên û deng bi lawirên gundê  me keve ,ez herim dost  û hogir û dildarên xwe ji xew şiyar kim û hema ramûsanên xatirxwestinê li ser rûyê wan bikêşim.

   tu ne çiyayî ku ez pişta xwe bi te dim û  konê Ciwaniyê Ji te dûûûr  Li zozanên jêrîn vegrim  .

   nejî newalî ku  şikeftên çiyayên bilind ji xwe re bikim lûs û war û nehêlim ku destê te  zû bigihe min.

 tu ne agirî ku ji bo vemirandin û melûlkirina te çareyan peyda kim.  xwe bavêjim dest û lingê Baranê da ku tîna te vexwe .  te bike kumçek ax  î reş weke rûyê te.

   tu  ne  avahiyekî  ku bumbeyan di hinava tede biçînim û te ji hev tar û mar bikim.

  tu ne dengî te bibihîsim, ne birûskî te bibînim, ne kerasî  te ji xwe bikim.
  ey giyanê sik û sar:
tu ne ewî  nejî evî  . tu çaleke hezar devî.

 xaçikên teng û tarî hildibjêrî . ji rêçên rast û berfireh tu direvî.

  bi dizî xwe berdidî tamaran 

 xwîna xewnên xweşmêran di bêhneke kor de di rejînî .

 bi hezar hezaran omîd û hêvî û pilanên  biçûk û mezin di gewriya xwe re derbas dikî  bê ku guh bidî lavlav û bergeran .

   ma qet dawî li bitriya te nayê; Serdanera xwîn giran .

 em pir caran   te jibîr dikin ,ê tu kesî jibîr nakî.  ne pîr dibî, ne diwestî .

   piyala xwe bi ser her zinîlek î  ve dikî.

     wek beyabaneke tî her hebûyî  ji bo mêtina xweşiyê . her heyî ji bo talanê.   dê  her hebî ;her ku jiyan heye.

    tu nebûna her jîndarî.

                                       – dawî-

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…