Ala Kurdan di navbera Bedir_Xanî û Barzanîyan de


Di sala 1847 an de, Mîr Bedirxanê Botî li Stenbolê, di sirgunê de bû, hingê tev zarok û neviyên xwe li dor xwe civandin û  komkirin û ji wan re got:
     ((..Ez di tirsim ku hûn di nav tirkan de zimanê xwe jibîr bikin,û ku we ziman jibîrkir, hûnê welatê Botan jibîr bikin. Tiştê ku min ji we divê; hûn di malên xwe de, bi zarok û zêçên xwe re, bi zimanê bav û kalan bi axifin, yê wa neke , ne kurê mine ..))

Kovara gurzek gul
Hejmara 15 an ,buhara 1992 

Ala Kurdan di navbera Bedir_Xanî û Barzanîyan de

Konê Reş

   Di roja 9 _ 6 _ 1999 an de, serokatiya ecûmenê wezîran  di hikûmeta herêma Kurdistanê de pirojeyê bilindkirina  ( Ala Kurdan ) pêşkêşî perlemanê Kurdistanê kir, endamên perlemento jî bi yek dengî ew piroje pejirandin …
   Ala Kurdan: Ev Ala ku ji jêr ve  rengê keske, ji ortê ve rengê sipîye û rokek di nav de diçirise , û ji jor ve  rengê sore.
   Bi ragihandina vî pirojeyê pîroz re, gelek bûyer hatin bîra min: Bûyrên ku bi Ala Kurdan ve girêdayî ne û pêre pêre ez li sala 1919 an vegerîyam . Ev sala ku Ala Kurdan têde hatiye damezirandin .
   Di destêka sala 1919 an de, di civîneke (  Komela Tealî Kurdistan ) de li Stenbolê, bi serokatiya serokê wê yê diwem ( Mî r Emî n Alî Bedir_Xan ), biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û biyaniyan rizgar bikin  û serxwebûna Kurdistanê diyar bikin . Ew Kurdistana  azad û serbixwe Alek jêre divîbû, hingê di wê civînê de Emî n Alî Bedir_Xan û hevalên xwe rengên Ala Kurdistanê bijartin, amade kirin û Ala Kurdan  danîn ( eynê vê Ala niha ). Da ku piştî qewirandina hêzên Tirk  û biyanîyan wê Alê di asmanê Kurdistanê de bilind bikin ..
   Lê mixabin, çendî car wê Alê divabû xwe aşkere bike, lê ne dihat aşkerekirin şerê wê  bi dijwarî  dihat kirin. Wê Alê jî ji cihê xwe yê veşartî ne dihşit ku neyarên wê têr razên ..  û tevî vê rewşa xerab vê Alê du carî asmanê Kurdistanê xemilandiye û dilê welatiyên xwe gekiriye ; cara pêşîn di sala 1929 _ 1930 , de bû, di van her du salan de,  ev Al ji rex ceneral Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî di şoreşa  Aararatê de hatiye bilindkirin li ser çiyayê Araratê, cara din di roja 22 _ 01 1946 an de bû, di roja beyankirina komara Demokrat li Mehabadê, de li navtara Çarçira de.
Lê mixabin, di van her du caran de  ev Al bi darê zorê hat daxistin û ma qedexe …
   Di sala  1932 an de Mîr Celadet Alî Bedir_Xan  kovara xwe ( Hawar ), li Şamê weşand, Mîr Celadet  yek ji serokên  civata Xoybûnê û şoreşa Araratê bû  di hejmara 5 an de ji kovara xwe ( Hawar ) ê helbestek weşand avêtiye ser (Ala Kurdan ) :
Alê Kurdan  di nav rok
Çi bedew û bi heybet
 
Bi çar reng î, rengê te
Çi delal û çi xweşkok
Xêzek kesk û xêzek sor
Nav sipî û nîvek zer
Keskesore bi roje
Ev li jêr û ew li jor
   Di hejmara 8 an de ji eynî kovarê ( Hawar ), birayê wî Dr. Kamîran Bedir_Xan jî yek ji hîmdarên komela Xoybûnê û berpirsyarekî  serhildana  Araratê wî jî helbestek belav kir li ser Ala Kurdan :
Ronahîya dil û çav
Diyarîya dê û bav
Pêsîra wê roj û tav
Spehîtiya ax û av
Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer
Qehremanê Ceng û şer
Qublegehê mê û  nêr
Cayegahê can û ser
Afîtaba dar û ber
Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer
Hêvîya xortan û mêr
Mihraba mizgeft û dêr
Şahê  evd û şahê şêr
Bi reng û bihne  zîv û zêr
Ala Kurdan  ser bi ser Sor û gewre kesk û zer
   Tevî xwînrijandina wek çem di şoreşa Araratê de û herifandina şoreşê, Mîr Celadet bê hêvî nebû, dilê wî ma bi ser ( Ala Kurdan ) ve û Ala xwe jibîr nekir ..
   Piştî helbesta xwe bi çend heyvan, gotarek bi navê ( Welat, Welatînî û Al ) di kovara xwe  Hawar ê de, hejmara 9 an de, weşand û têde got :
 
   ( Her milet xweyîyê alekêye, Al nişana milet û welête.milet û welate,Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye.
Al namûs, rûmet, bextê miletane, Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedirbûna ala xwe, bê perwa xwe didin kuştin ,Ala her miletî jêre behaye. Di cejn û şahînetan de qesir, xanî û koçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, silavan lê dikin, wê maç dikin, datînin ser serê xwe .
    Alên miletên bi serxwe, di ser kelat û bajarên wan re li pêl dibin, di rêvêeçûna leşkerî de divekin pêşiyê.
    Lê alên miletên dîl, wek ya miletê me, ji her derê bi derkirî, Li hevtewandî, li ser dilê zarowên wan de hilandî ne.
    Miletên dîl dixebitin, xwînên xwe dirjênin ko biyanîyan ji welatê xwe biqewirînin û alên xwe li ser kelat û bajarên xwe ji nû ve  daçikînin.
     Ala her miletî bi çend rengan û bi şiklekî dine .
 Ala Kurdan ji jor ber jêr ve ,ser hev ; sor , sip, û keske, di nava wê de roj diçirise.
    Divêt zarowên Kurdistanê bixebitin û rojekê barê vê rayê hilînin, ber bi ezmanê Kurdistanê ve bilind bikin, li wê bi birûskînin, welatê xwe ser avahiya xwe a pêşîn vegerînin û di bin tava wêre bi serxwe û bi kamiranî bijîn .
 Mîr Celadet Alî BedirXan  )
    Piştî van gotinên Mîr Celadet Alî BedirXan  êdî ez nema dizanim çi bibêjim; di pesnê Ala Kurdan û parastina wê de … tiştê ku ez dixwazim bibêjim eve: piştî 87 salan ji danîna reng û amadakirina Ala Kurdan, piştî bi dehan şoreşên bi xwîn, bi hezaran şehîd .. Va ji nû ve bi saya şoreşa Barzanîyê nemir, bi saya welatîyên bi rûmet, dilsoz û wefadar em Ala xwe bilind dikin  di asmanê Kurdistanê de, û serbilind û serfiraz em di bin siya wê de dijîn .
    Heger Mîr Emîn Alî Bedir_Xan û hevalên xwe rengên Alê danîbin û şêx Mehmûdê hefîd, Ihsan Nûrî Paşa, Ferzende, Memdûh Selîm Wanlî û… hwd  li ser giriya bin, heger pêşewa Qazî Mihemed  ji bo wê hatibe bi darvekirin û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbaskirin  ta ku xwe gîhandiye Sovyêta berê, va îro bi saya welatîyên dilsoz û birûmet  Ala me li ser xaka kurdistanê bilind, li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhîştiyan dibin rastî û  her bijî Ala Kurdan,bijî kurd û kurdistan.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…