Dîsa kemer xwe nûkir

Hozanê Girkundê

Vaye dîsa wekî cara yekemîn bûyer xwe anî ziman
Asîman bû perçak ji awrê tarî…
Mij û dûman bûn babelîsik..
Li beyaran kirin cirîd…
Dergehên xeman vebûn…
Keserên salên pîr di qirka rojên bîranînan de…
Dahola tenahiyê li dar xistin..
Gernejînên li ser lêvên mendalan…

Mîna çira vemirî bê deng kirin..
Ji nû ve narevîna bê bext xwe kir dildara jînê
Dilê bi êş ji hev tar û mar kir
Dîsa vaye dîroka mal wêran
Hêdî hêdî xwe di nêv daristana
Porê dilrevîna min de bi cî dike
Vaye sed û pêncî sitrî li pişta xwe kirin
Di canê dilrevîna min de ya dîl çandin
Ev dil revîna bêxwedî
Go îroj li ruwê beybaneke sêwî û rût
Dijî
Her yek xwe ji wê re dibîne dildar
Û wê di ber xwede dikşîne
Dixwaze wê himêz bike
Navê xwe li ser wê wajo bike
Ev bexit reşa hanê li basikê hêviyan siwar dibe
Bi dilekî şikestî berê xwe dide pêşerojê
Lê mixabin bi vê alûziya han
nikare li pêşiya vê lehiya bahozê raweste
wekî cara yekemîn şaxên ev kemera rû reş
mîna marê li bin kayê xaka meyî dîrokî
dikin dojeha yezdan
û zebeniyên go xwe dikin pesepora olperestiyê
bi xêzên sor dadgeha xwe ya kevneperest li dar dixînin
omîdên mirovan li bin lingê çewsandinê diperçiqînin
ji lewra divê em qeydên sitemê bişkînin
û ber bi jîneke di biherikin
ta kengî wê çavên me li destên xelkê be
û emê li ber tîna sermê dilê xwe germ bikin
ma gelo wê ber bang li me hilê
gelo wê xwena me yî nîv co bi ser keve
û emê bibin xwedî war û biryar..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Civak û pêkhateyên Sûriyeyê bi dab û kevneşopiyên kevn yên qenc û kirêt gelekî dewlemend in. Wek hemû gelên din, ji nifşên berî xwe van dab û adetên xwe wergirtine; çi yên baş û çi yên nebaş. Lê bi pêşketinê re, divê dab û adetên herî qenc…

Ebdilbaqî Elî

Di roja şemiya 8ê Mijdara 2025an de serokȇ demkȋ yȇ Sȗriya Ehmed EL-Şer’e bi seredaneke fermȋ gihiște paytexta Emerîkayê ȗ ji bal serokȇ wȋ welatȋ ve hate pȇșwazȋ kirin.

Serok Ehmed EL-Şer’e yȇ ku dibe yekem serokȇ sȗriya ku ji serxwebûna welat ve di sala 1946 de bi seredaneke…

Xurşîd Ilêwî

Ji bo F. Ebdê

Kekê min,

Min helbesta te xwend,

Û deriyekî ji heriyê di sînga min de vebû,

Û gundê te bi lingên xwe yên tazî derket derve,

Siyên kesên ku çûne li pey xwe dikişandin,

Û berîkek nedîtin ku şirîniya xwe…

Gelî zarok / ciwanên delal û hêja, em wek weşanxane bi nivîskarê xwe ve, sersala we û malbata we, bi dil û can pîroz dikin!..

Xwendevanên delal û hêja, ji xwe hûn zanin ku romana dîrokî, ya bi navê Para Şêr derketîye. Niha li hemî pirtûkxane û li ser platformên înternetê ye:

<p...