Helbest u pexşan

Sîbera sîwanên Hêsan.

Tengezar Marînî

Rê çendî xweş in, bê dawî
Roj çendî nexweş in, bêy şev!
Xweska min û te, hev av bidaya,
ji zimanê bo ziman, min û te,
me hev wergeranda.

Baran dibare,
pişkujên baranê,
pişkên baran, serê pencereya me gêj kir
pizrûk, pizrûk
û pencere?
Min û te pir nizim xwe ava bikira.
Ev zemîn avis e, bi kulan.
Ji belngaziya vê rewşê, dilê xewnhezan şikest,
ê min û te jî…
Ez û te berdewamiya bêdengiyê ne.
Tu awirên min,
ez henaseya te werdigerênim.
Eve peymana di navbera me de,
navê min û te li ser giyayê girê gundê me, şînhat …
Binêre
Di nav wan du pêlên har de,
serê zarokî kurd diyar dibe.
Bîranîn sosineke avî ye.
Ez bê sîwan im,
tu bê sîwan î,
ber bi êşê ve diherikin
gerdûn padîşahiya agirekî kevnar e
melodiyek berbangê dişikîne
û roj nû bi gêjbûnê şiyar dibe
lerizînek bêhempa laşên me girt.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…