50 Saliya Zinara Erebî û Dîwanxaneya Melayên Qamişlo

Konê Reş

Qamişlo bi veşartokan dagirtiye.. Gelek navdar û cegerdarên Kurd, Ereb, Siryan, Cihû û Ermen tê re derbas bûne û mora xwe li dîroka wê xistine. Kesî – wek ku pêdiviye – li dor wan ne nivîsandiye, di tariyê de mane û bûne ji veşartokên bajêrê Qamişlo. Nivîsandina li dor bajarekî wek Qamişlo jî, ne henek û tinaz in, ne yariyeke ku mirov sebra xwe pê bîne û çax û deme xwe pê re derbas bike. Nivîsandin berpirsyarî ye. Nivîsandin name ye. Nivîsandin ji îro û sibe re ye, nexasim ku nivîsandin, li dor bajarekî mîna Qamişlo be. Ji ber ku hin caran ez li veşartokên Qamişlo digerim, wan veşartokan ji zardevên pîrejin û kalemêran digirim.. Îro 24.6.2024, bi helkeftina ku 50 sal di ser Zinara Erebî re derbas dibe, bi min xweş e we agahdarî Dîwanxaneya Melayan li Qamişlo bikim. Ewa ku di salên 1973-1974an de li Qamişlo çalak bû..

Ji min re gotin; Her êvarekê çend melayên welatparêz û barzanîhez bi rengekî veşartî di malekê de li hev diciviyan, anîna ereban nav xaka kurdan bi navê Zinara Erebî protesto dikirin û rewşa civak û welat û welatiyan ji hev re digotin..
Li gor ku ji dor 200 salî ve, ez serwextî rewşa dîroka Kurdistanê me û min baş rola Şêx û Melayan di civaka kurdî de naskiriye, wek ku çawa Şêx û Meyalayan olperestiya xwe parastine wiha jî hina ji wan kurdîtiya xwe parastiye.. Nexasim dema ku kurditiya wan toşî metirsiyê bûye û hatiye perçiqandin.. Hingê gelekan ji wan Şêx û Meyalayan ew rewş protesto kirine û liberxwe dane.. Wek nimûne di vî warî de:
Serhildana Şêx Ubêdellahê Nehrî/1880, Serhildana Bedlîsê bi serokatiya şêx Şehabedîn/1913, serhildana Şêx Abdulselamê Barzanî/1914, Serhildana Şêx Seîd/1925, Serhildana Şêx Mehmûdê Hefîd, Şêx Ehmedê Barzanî, Qazî Mihemed û avakirina komara democrat li Mehabadê/1946 û ya herî dawî Şoreşa 11ê Îlona 1961ê bi serokatiya Mele Mustefayê Barzaniyê nemir..
Mebesta min ji vê gotinê Dîwanxaneya wan melayan bû di sala 1974an de li Qamişlo.
Di salên 1960-1970î de Kurdên Sûriyê di rewşeke zor xerab de derbas dibûn. Nexasim ku di roja 24.6.1974an de rêjîma Sûriyê bi rengekî fermî dest bi Zinara Erebî û erebkirina Cizîrê kir.. ji Eyndîwerê ta bi Serê Kaniyê, dor 43 gundên Ereban, ji derveyî parêzgeh Hesekê, di nav xaka Kurdan de bi rûniştin dan û cotkarên Kurdan ji xaka bav û kalên xwe bê par man… Di eynê wan salan de jî sekretêrê El-Partî Dehamê Mîro digel çend serkirdeyên El-PArtî/S di zindanên/ Şamê de bûn.. Şoreşa Barzaniyê nemir jî ku, hêviya Kurdan bû, di rewşeke dijwar re derbas dibû..
Ez û Mele Abdullahê Xerzanî 1995
Ji encamê wê rewşa xerab ya ku Kurdên Sûriyê têre derbas dibûn, melayên Qamişlo yên kurdperwer û barzanîhez, her pêlekê bi rengekî nepen, li mala welatparêzekî kurd li hev diciviyan, ew rewş protesto dikirin û kul û xemên xwe li dor pêkanîna Zinara Erebî û erebkirina Cizîrê ji hev re digotin.. Ji wê civîna wan re (Dîwanxaneya Melayan), dihat gotin. Erê.. Her heftî çend ji wan melayan li maleke taxa Qidûrbeg an Mehmeqeya, an Cirnkê an Enteriyê li hev komdibûn, zulm û zor rêjîmê ji hev re tanîn ziman, projeyê Zinara Erebî û erebkirina Cizîrê protesto dikirin.. Di nav re jî helbestên Melayê Cizîrî, Feqeyê Teyran, Ehmedê Xanî ji hev re dixwendin û wateya wan şirove dikirin.. Hem jî helbestên xwe ji hev re dixwendin.. Digel ku nûçeyên şoreşa Barzanî û pêşmergeyan ji hev re digotin û dibilandin.. Ew komcivînên wan melayan bi navê (Dîwanxaneya Melayan), hatibû naskirin. (Hina ji min re got; navê wê (Melexane) bû). Li gor ji min re hat gotin, ji melayên ku bêtir di wê dîwanxaneyê de dihatin dîtin: Mele Îbrahîmê Zivingî, Mele Silêmanê Botî, helbestvan Mela Ehmedê Palo, helbestvan Mele Ehmedê Namî, helbestvan Mela Abdulselam Nacî, helbestvan Mela Nûriyê Hesarî, helbestvan Mela Tahirê Mele Hamid, Mele Ismaîlê Mîr Elî, Mele Mihemedê Beyandûrî, Mele Remezanê Berzencî, Mele Abdulayê Xerzî.. Ev nav ji min re hatin gotin, dibe ku hin navên din jî hebin.. Di wan salan de seydayê Cegerxwîn li Beyrûtê bû.. Wek ku ji min re gotin, her heftiyê carekê, ew mele bi dizî li hev diciviyan, zulm û zora rêjîmê gengeşe dikirin, salox û pesnê Barzanî û pêşmergeyan ji hev re digotin û helbestên xwe yên nû ji hev re dixwendin.. Xwedê wan bi dilovaniya xwe şad bike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…