XOŞEWÎSTA SÎNGSEDEF

 Xizan Şîlan

xoşewîsta sîngsedef
ez te ji wîzewîza pêlên bareşa felekê
dipirsim
tevna hezkirin û bêrîkirina te
bi pîzotên agirê dilê kewgirîn
dihûnim

ji keziyên porê te ya mircanî
bêhna qurnefîlan
difûre
bêyî te
ez bûm çûka hêlîn wêran bûyî
û şeveder mayî
bîranînên temenê zû kal bûyî
xwîn vedirişin
ma tu çi bûyî bûka bin perda
veşartî û fedîyok
wek Mecnûnê li Leylaya xwe digerî
ez jî
li nav toza çolistanên xewle
li şopa bêhna henasa te ya germ
digerim
her şev
meya sewdaseriya te
dinoşim
di mestbûna xwe de
wek perperikan li dor bejna te
ya fîdanî semaha ferişteyan
digerînim
were
bi ramûsanên xunava lêvên sor
birîna êşên bêderman
bikewîne
bi şewqa awirên efsûnî
şevistanên tenêtiya wêran
bibiriqîne
bi hîqehîqa kenê şîrîn û şad
qêrîna dergûşa nava min
aşt bike
li dûrî hesretkêşiya te
gewriya xeyalên bêdeng
di îskeîska kelegirînê de
fetisî
her roj li ber sîtavka neynikê
pore janêşên bêçare şê dikim
ez ê
bibim çarçoveya wêneya
şewq û şemala rûyê te ya nûranî
li nav rûpelên deftera tî û birçî
te bikim helbesteke qet ji bîr nebûyî
li ser têlên tembûra xeyîdî
te bikim awaza kilameke bi şan
û şuhret
tu
periya îlhama derûniya min î
horiya baxçeya bihuşta min î
xuşexuşa peşkên barana hewşa
koz û kulfeta min î
rengê keskesora asoya
xewnên min î
roniya heyva giyanê yekşevî yî
malxirabê êdî bese were
hiş û aqil di serê min de
gêj û sersem bûn
min hemû dergehên demsalan
ji hatina te re vekiriye
de were xoşewîsta min
de were2024-03-13
Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…