Berê pênûsê li xwediyê xwe ye! Zabêl ez Ermenî me!

 

Şêrîn Ebdo

Ramanek di malzaroka romanekê de ducanî dibe, ji ducaniya xwe de
êş, talankirin, komkujî û bobalatên mezin dirêsîne wek teşiyekê giloka tunekirin û qirkirina miletê Ermenî li hev dipêçîne..
Li bin sîwana navûnîşana man û nemanê de zincîra janên Ermeniyan bi hev dikevin û zayîna “Zabêl ez Ermenî me!” bi pênûs û hizira nivîskarê hêja Ezîz Xemcivîn pîroz û îmze dibe..
Wek xwendevan piştî ko min romana “Zabêl ez Ermenî me” xwend, ez dixwazim bibêjim: Ku nivîskar di berhema xwe de erkekî giran û mezin hildide ser milê xameya xwe ko tiştên di romanê de hatine ziman bi pelgeh, pêzanîn û dîrok ve dewlemend be..

Ev xal di romana “Zabêl ez Ermenî me” cihê xwe girtiye..

Nivîskar Ezîz Xemcivîn di  hundir romana xwe de doza miletê Ermenî vedijîne û bobalatên ko Osmaniyan û çeteyên wan bi ser miletê Ermenî de anîne bi şêweyekî pir zelal şirove dike..
Bal kêşandiye ser mirinê, ko çawa evî miletî hemî cure, şêwe û rengên mirinê dîtiye û çawa Osmanî û çeteyên xwe hemû cure li wan ezmûne kirine..
Di romanê de zincîra jiyana Serkîsê Kêvo ji piçûkaniya wî de heta roja koçkirinê hatiye nivîsandin û pir giring e ev roman bi zimanê  Ermenî bête wergerandin..
Ez di evê gotarê de nerîna xwe weke xwendevanekê didim, roman bi zimanekî zelal û têgêhêştî hatiye ristin mîna teneyên tirî lib bi lib hevok bala mera dikêşînin û mera dixwaze zanibe ku her hevokek çi li pey xwe dihîne..
Di romanê de êş û xemgînî hinava mirov dilerizîne û di piraniya  cihan de çavan ji rondikan mişt dike ji ber ko stemkariya ko Osmaniyan tev li çeteyên xwe li miletê Ermenî kirine nayê pesindan û kujtina wan ji xwe re kiribûn pêşbirk ji bo çûna wan ji buhiştê re dabîn bibe..
Li dawiyê dixwazim bibêjim ne pesin e, lê rastiyek e ji ber ko romanê mafê xwe standiye, bi rengekî sazkirî û pelgekirî dîroka evî miletî hatiye nivîsandin.
Her wiha rol û helwesta  Kurdên dilsoz û bi taybetî Kurdên êzdî jî tê de hatiye xuyakirin..
Di evê romanê de di hundirê romanê de romaneke nû hatiye avakirin û her wiha nivîskarê hêja ne tenê di nivîsandina helbestan de jîrek, şaraza û pêşketî ye, na di nivîsandina romanê de li pêş e û piştî romana xwe ya bi navê Zêro ko ew jî ne kêmtirî evê romanê yê berhemên hêja li pirtûkxaneya kurdî zêde dibe û em jî wek xwendevan divê em sûdemend bin ji evan berhemên bi nirx û wate..Şêrîn Ebdo
25.05.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...