Çirûskin Ji Ramanên Osman Sebrî

Rûxweşê Zîvar

Eger em hişê kurdî di dîroka kevn û nû de têxin bin hûrbîneke çavgeş, emê bibînin ku “Osman Sebrî“ ne tenê xebatkarekî mêrax û torevanekî dilêr bû, lêbelê, ew ramangîrekî sebirxwe û azaser bû jî û yên wek wî di warê ramanê de bi wêrekî nivîsandine di dîroka me de pir hindikin.
Vaye dema ku piran ji me, ger em nebêjin me tevan, hişên xwe li pirêzên xelkê bê pirs û guman diçêrandin û yê tevî jîr ji me, şerê kolegîriya kesan dikir, hîngê, erê hîngê di wê rewşa kambax û tarî de, Osman Sebrî ne tenê bi xurtî şerê kolegîriya ji kesan re dikir,lêbelê, wî bê dudilî şerê kolegîriya ji ramanan re jî dikir, digot“raste, dema kolîdar ji welatê me bi derkevin, welat serxwe dibe, lê kurd aza nabin, azadiya gelekî bi xelasbûna wî ji kolegîriya ramanên biyanî  ye“.

 

Gelo ev ne nîşaneke ku “Osman Sebrî“didît ne raste mirov sûdê ji kulîkên ramanên cîhanê bigire,lê, wî didît ya rast û dirust ewe divê ku mirov nebe dîlê wan kulîlkan û bi bihna wan serxweş û windanebe da  taybetiya hestên xwe jibîr neke,divê ew wan di axa hişê xwe de, ji xwe re kedî bike û di berjewendiya gelê xwe de bikarbîne , lewra gava wî dît piraniya kurdên ku dibin komonîst, xwe ji rehên xwe, ji dîroka gel û welatê xwe dikin, ji wan re got:
“Bibin komonîst, komonîstên kurd, kurdên komionîst.“
Herwisa jî em dikarin bêjin ku raman mîna cawekiye, her kes dikare li gor xwe wî cawî bidirû, û li xweke jê sûdê bibîne, lê mixabin piraniya me kurdan, an wek  xelkê ew caw ji xwere dirûtiye, jê dibin û li xwedikin, pê dibin qeşmer, an jî wî cawî bê dirûtin datînin ser serê xwe, jê re koletiyê dikin, tazî dimeşin û xwe pê ji germa havînê û  serma zivistanê naparêzin.
Bi rastî “Osman Sebrî“di her warekî de rexnevanekî jîr û xwedî nihêrîneke taybet bû,vaye di warê oldariyê de jî ew bîr û baweriyên xwe aşkere dike û dibîne  gava ku mirov ne serbest be û welatê wî ne aza û rizgar be, mirov nikare bi dilxweşî û serfirazî olê xwe jî bibe serî, ango riya bihiştê di azdiya mirov û serxwebûna welatê mirov re derbas dibe.
Ji ber wê gava ku rojekê ew li şamê rastî çend kurdên ji bakurê welêt tê û ji wan têdigihe ku ew diçin “Hec“, bê dudilî ji wan re dibêje:
Çi gav azabûn, hingê dikarin wê ferza xwedê em bikin eda
Bi dilekî geş,  rûyekî sipî, herin “Hicazê“ bo mala xuda.“
Bi vî rengî, piştî hevpeyvîneke dijwar bi wan re,ew piran jj wan vedigerîne welêt û berê  wan dide xebata bo azadiyê.
Erê “Osman Sebrî“ dizanî ku kaniya derdên me nezaniye, lê baş dinasî jî ku tenê zanîn êş û derdên me venamrîne, herwiha wî zanîn bi bawerî û sinçiyê ve girêdida û digot:“ çiqas ku zanîn tiştekî pirr hêjaye jî, bê sinçî û bawerî, dibe jehr û rêya neqenciyê li pêş xwediyê xwe hêsan dike.“
Wî ne bes welê digot,lêbelê ,welê digot û dikir jî û tu carî xwe di çavên neyaran de biçûk û nizim nekir, gava ku di zîndanan de dixwestin bi zora lêdanê gotinan jê hilkin û pê nêçîra hevalên wî bikin, li wan vedigerand: Ez endamê komîteya navendî me, her tiştî dizanim, lê tiştekî ji we re nabêjim, û di bin zor û sitema hemi cureyên lêdanê de xwe digirt, zimanê xwe kilît dikir û navê hevalekî xwe nedida dijminên gelê xwe.
Wî bê dilovanî êrîş dajot ser qelsî û bizdokiyê, digot: “Sîleyek ji bona sitemkar, du sîle jo bo sitembar.“
Bê guman, berxwedana di girtîghehên kolîdaran de, celebek lehengiyê ye, lê divê mirov bê berxwedan jî xwe nexe nav lepên dijminan.
Lewra gava apê “Osman“ dibihîst an didît ku welatparêzin kurd bi gengazî xwe didin dest dijmin, digot:“ Dil dixset ku mêrxasên me kurdan bi hêsanî gewriya xwe nedana destên neyaran, çêtirî di zîndanan de bi bê bavî bêne kuştin, bila di serê çiyan, di nav lat û zinarên welêt de neyarên xwe bikujin û bêne kuştin.“
“Osman Sebrî“ rola ziman jî di jîna miletan de baş dizanî, heya ku dikarî helbest û gotarên xwe ji peyvên biyanî zelal dikirin, wî navê kurê xwe yê heşt salî guherte kurdî û got:“ Îro ya ku me ji wendabûnê bifilitîne, hînbûna xwendin û nivîsandinê bi zarê xwe yê şêrîn û delale.“
Di ware felsefî de jî wî ne tenê raman ji memikên felsefên cîhanê dotibûn û bi havênê bîranîn û xwenên xwe di mejiyê xwe de meyandibûn, lê belê felsefeke wî taybet jî di dan û standinê de serî hildida, bo nimûne, rojekê kurdnasekî Awropî jê dipirse: Osman tu kurdî, an misilmanî?
Ew lê vedigerîne: Ez mirovim, paşê kurdim, paşê misilmanim.
Kurdnas dipirse: çawa?
Ew vedigerîne: Gava ji diya xwe bûm, min tiştek nizanî û duvr û hestên min yên mirov bûn, lewra hîngê bes mirov bûm, paşê hînî rabûn û rûniştin û zimanê kurdî bûm û min xwe naskir ku mirovekî kurdim, piştî wê ji min re gotin xwedê heye û“ Mihemed“ pêxembere, pê bawer bûm û bûme misilman.
Kurdnas dibêje: Ev ne raste, ê min , ez ji diya xwe bûm, ez filebûm.
Osman Sebrî bersiveke xurt û hêja dide wî,jê re dibêje: ger mîrê mirinê gava tu nû bi zikê diya xwe ketiye bavê te biçiniya û diya te yekî ji “Boziyên“ hindî bikira, pê re biçûya Hindistanê, û heke piştî wê bi demeke  kin diya te jî, ji cihanê barkira, û  mirovê hindî tu têxista nimêjgeheke“Bozî“, gelo hîngê tuyê biba File an “Bozî“?
Belê apê “Osman“, tu ne tenê mammosteyê min bû,lêbelê tu mamostayê mamostan bû jî.
De werin em şagirtên wî tev, bi hev re dara ramanên xwe geş bikin, û dengê xwe bilind hildin ji bo dadperweriya wî û hemî kesên me yên wek wî, da ku di gorê de jî ew tev digel apê“ Osman“ ji me re nebêjin: Gelên vejî, peyayên xwe yên mirî divejînin, gelên negihêştî peyayên xwe yên xurt û hêja dimirînin.
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Çavkanî:
1- Derdên Me, rûpel 4
2- Apo, rûpel 102
3- Derdên Me, rûpel 12
4- Derdên Me, rûpel 3
5- Elifbêya Tikûz, rûpel 18
6- Çar Leheng, rûpel 11
7- Derdên Me, rûpel  8
8- Eifbêya Tikûz, rûpel 17
Têbînî: Ev çavkanî tev pirtûkên Osman Sebrî ne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…