Min jî bêriya helbestê kiriye.


Tengezar Marînî

Eve jî hin pîj.
Sîber ên teniştrêkan Sînorên bêdawî ne.
“Pîj ên Bîreweriyên şeveke ji hişketî”
Hizirkirin,
destpêka lêpirsînê li kilîta xwezindanîkirinê ye
naxwe kî dikare ewqas bi hêsanî
min bavêje himbêza te?

Biserdebirin.
Ev tu yî?
Eger belê,
Ez li kû me?
Dem dereng dikeve,
Tu zelal
Mijaneye nêrîn
pencere,
nefesek kûr
her tişt zelal,
hêsan,
bîhnxweş
ronahî
bayê biharê diherike
Bilbil tê bêhinvedanê.
Eger eve tu yî?
Çima li xwe û te digerim!?
Sozên şevê!
Ta bi vê kêliyê bendewar im.
Pirreng
Daristan pelan diweşîne û werdigire
Tu ez im,
ê xwe ji ber min vedişêrî.
Diger im,
Li çi?
Li kê?
Dipirsim:
Ev kî ye?
Min bêriya dewê sibehên şil,
dewê meşkan kiriye…
di nav mijê de dibiriqî
keska nazik ji qurmê kevn.
Wêneyekî te li berçavên min diçû û dihat…
wêneyekî reş û spî
dem dihat, bêhn dikir
gerim dikir, dineqişandin,
sar dikir,
bi tenê dihişt û diçû
Ez qûnaxeke tevlîhev û vekirî me.
Ji şikestinan,
têkçûnan,
ji ber wan çavên tije
şînî, xemgînî,
girî
û
kîn direvim
ji ber westanê
netêgehiştinê
nelihevkirinê,
bermayên kevin
demên jidestçûyî
di…re…vim.
Stran ji peyv ên min in û awazdanîn û bi dengê dostê min yê hêja Şêrzad Efrînî ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rêxistina Jîyostratîcîk ya Civaka Sivîl a Kurdî vê bangewaziya lezgîn ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Hikûmeta Şamê, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û mirovî, her weha ji raya giştî ya Sûriyê, herêmî û cîhanê re dike, li ser rewşa mirovî ya dijwar a hezaran welatiyên Kurd ên ku piştî salan ji koçberiya bi zorê vegeriyane bajar…

EBDILBAQȊ ELȊ

Tişta ku roja Pêncşemê, 7ê Gulana 2026an, derbarê bûyera rakirina zimanê Kurdî ji pankarta nasandina Koșka Dadweriyê li Hesekê qewimî bû, ango bilindkirina tabloya binavkirinȇ ya bȇ zimanȇ kurdȋ li ser avahiya dadweriyȇ, û hin bertekên ku pê re hatin, ji xwepȇșandanȇn nerazȋbȗnȇn ku bi dirêjahiya çend rojan di navbera…

Welatê Me – Taybet

Zimanzan û nivîskarê Kurd Muhemed Ehmed Reşîd ragihand ku çapa duyem a berhema xwe ya ferhengî bi navê “Ferhenga Sobaro” derketiye ronahiyê. Ev ferheng, ku bi şêwazek taybet li gorî rêzbendî (serwayî/qafiyê) hatiye amadekirin, ji bo zimanzan, lêkolîner, helbestvan û hemû kesên ku bi zimanê…

Bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan em heweyên hêja vedixwînin bo ahenga îmzakirina du dîwanan yên:

Mamosta HAÇIM MOSA

Mamosta HIŞYARÊ EMERÊ LE,ÎLÊ

📅 Roja Şemiyê
06.06.2026

🕓 demjimêr 16:00

<p...