Fermana Destgîrkirinê (kurte çîrok)

 Zara Salih

Wê êvarê, otomobîla xwe ,bi firêmekî jikel, rawestand. Herdu leşkerên çekdar yên pêre li wir man, lê ew bi tena xwe ber bi derî ve çû. Destê xwe avête simbêlan, ku her rep bûn mîna stiriyên jîjoyan, û çend kulmên giran li wî deriyê hesinî dan û kaxezek ji berîka xwe derxist. Çend xule bêdeng derbasbûn, êdî ji nîşka ve bi zîqênî derî vebû. Çavên wî çi bibînin, tenê du lingên mezin mîna yê cinaweran li ber wî ketin û ne giha serî bibîne. Tevzînokên sar hemû laşê wî girt û nema zanîbû çi bike, xwêsî li şûna gotina di qirka wî de ma û wilo, lêferihayî,  sekinî û rê ne dida deng da derkeve ji zengelorê. Rabû, bi destekî lerizî, ew kaxez da dest. Tirs her berdewam e.

Li pelikê meyzand, dît va çend nav in û hijmar dibin wan de hene, weke go kaxeza leystika pelik û qeremaçan be, piştre bi acizî quliband û berê xwe dayê ku zimêniya gotina mîna bablîsokê li berdên guhê wî didan “ te rê şaş kiriye… ez melkemotim, izra’îl li pêşiya te ye, ez ne tenê xelkê digrim weke te, lê ez rihê wan jî dibim”. Bi wê zimêniyê re, wî bi bazdan gav avêtin û çû timbêlê, herdu berdestîkên wî, dema wilo çavên wan lêket, çekên xwe siwar kirin û hatine pêve, lê wî bi destan nîşankir ku zû timbêlê bajon. Çiqa pirs jê dikirin, lê wî bersiv her nebû, weke kesekî lal bû. Yên leşker mabûn dilihayî û heme lê meyze dikirin ku ji xeynî tirsê, dîtin va wilo riwê serkirdê wan zer bûye û simbêl jî  nema repin û daketine bi jêr de û wilo rast her mane. Ew gihandin mala wî û dûvre vegerihan navenda xwe ya ewleyî û leşkerî.
Hevjîna wî, gava ew dît, hinavqetandî bû û dicih de du lihêfên sitûr pêdakirin, lê hê jî laşê wî dire’elî û di wê taya sar de bû. Tirsê hişt ku hertiştî jibîr bike, tenê wêneya mirinê û melkemot li ber çavên wî bû, nema dihate hişê wî bê çima çûbû wê malê ya ku hersê hevalên wî yên kar, piştî zora wî bi pelikan birin, ew rêkirin wê deverê ji  bo girtina mirovekî, ku ev yek ji şertûmetcên leystikê bû, û her ew karê wan bû, lê nekete bala wî bê wê rastî çi were.
Roj bi roj rewşa wî kambaxtir dibû, çavên wî her vekirî diman, lê ew wêne jiber wan ne diçû û xewnên şiyarî û kabûs pê didîtin û gelek caran dihilçenî û qîj didan, ji  nav cihan ne dirabû, ne bi şev û ne bi roj, herkêlî di wê tirsê de bû ku wê nêzîk bi ser de bigre û wê giyanê(rihê) wî bistîne, û hin caran jî ji xwe re digot “ min mala xwe bi destên xwe xira kir, min rihstandina xwe anî bîra wî”. Û peyre, careke dî kete tayê de û axaftinên şaşomaşo dikirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...