Helbest u pexşan

Pênûsa min û Şakiro!


Ezîz Xemcivîn

Şakiro,
qîrîna ko pelgan diçirîne,
derdê ko derdan bi xembariya xwe dihûne!
“Mîro, hey mîro” ji min re peyva dil e..
“Bira lo bira”
adara evînê kilîtê di destê pênûsê de dilivîne..
“Serbizêrê” guhdêrê,
xatûna welatê afrêneriya hiş çi dike û bi kû ve diçe?
Şemhilatî, dilber li kû maye
dereng maye, dereng maye!
“Eman hoyoyo”,

li qulingê girnijîna min guhdarî bike..

Navê Şahê Şahan ji nikilê çivîkan bibihîze..
Helbest li ber zengeloka zêrîn lal dimîne..
“Lê lê lê evê sibehê”
berê xwe didim zozanê nervînê,
gelo bedşensî ye,
bêhişî ye an xewnxapandin e?
Dizanî “delîl delîl dilbikul im”
li dîkê pencereyê digerim,
vekerdestê hizirê ji pêjna şiyarbûna min winda dibe!
“Gundo,” bila tu ne xirab û ava bî..
Felek ez jî dibêjim te “bo çî te li me wa kir?”
“Lawikê min cindî” bû,
keça min bi eprî, şal û lewendî bû..
Bûka naverasta dilê hêviyê bû..
Li çar hestan cansivikê bi guvik bû..
Ez bê çepik hiştim,
destê min ji destê gera gerdûnê vebir kir..
“Melûl, melûl siwar im”
bi bahozên demê re gêjgêjok bûme..
Diçim, diçim ha ji poşmaniyê hebin,
gazinde ye,
bi wate hêj dem heye..
Hezkirinê bikin tac,
li ser serê kela xembariyê bicih bikin..
22.02.2024
Ezîz Xemcivîn
(Şakiro: Dengbêjê Kurd ê navdar)

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…