Destê bi tenê

Bavê Zozanê

Wê şevê sax xew bi çavê Şiyar û tevahiya malbata wî neket, xirecir û qerebalixa mala cîranê wî Hemo bi ser gund diket.
Deh cara xwe bir vî alî wî alî cihê balîfa xwe guhart lihêf davêta nîvê serê xwe cilik xistin pencerê na fêde nekir. Hewiş nimze dîwêr bihevene pencer lihev dinêrin şev jî deng zû dughêze.
Deng tevlî hev dibin,bilind dibin nimiz dibin carna dibe piste pist carna giryê zaroka wanî piçûk tevlî dibe,carna wek dengê şikestina firaxa dihat carna Şiyar ji nişkave deste xwe li nîvê serê xwe dipeland ka ew peyala ku avêtine hev li serî wî ket yan na gelo şikest gelo xwîn jê hat,xirecir bilind dibe ,hevjîna şiyar êdî ji dengê sixêfê wan şerm dike ji qazîka xwe di xew ve dibir ,diwê çixaran kijûlên xênî reşkirin e, li banê xênî dûman dilîst  bûbû mîna ewrekeî giran dike bibare..

Berbangê zû Şiyar ji xew şiyar bû jixwe tevahiya şevê belkî nîv se`etê  nerazabû çavî wî bûbûn piring sorbûbûn,ew çend heb miyên xwe gihande bênderê tevlî pêz kir domekî  li ba şivên ma bi qasî vexwarina çixarekê,li wir berê xwe da fironê ta ku nanê xwe bînê ,mifta xwe avêta rêzê wek nîşankirina dora xwe ya nên û xwe da berpêla wî dîwarê nîvketî ku roka sibê jî mîna bûkeke dev li ken tîrêjê xwe hêdî hêdî berdana laşê Şiyar mîna berx û miyê herdû lihev banan.
ji nişkave dengek ji kêleka wê hat ciran fermo çixareke xwe bipêçe û qotiya titinê radestî wî kir,Şiyar ji westandina şevê dî ji kêmbûna xewê di rex cîranê xwe Hemo de rûştibû bê ku ha jê hebe,dema ew naskir çefilî rimekî ji erdê rabû,yekser got malmîrat şevê dî çi bi serê we hatibû, we nehişt çarîkî tenê jî em razin bi qurana rehmetiyî bavê te xwendî pênc xulekan tenê jî çavê min neçûn ser hev.
Cîran wa ji xwe te navê rehmetiyî bavê min anî serziman mane ti jî ne xerîbî ev sê meh ser derbsbûna koçkirina bavê min de hîn ne bûrîne, şevê dî hersê birayê min hatibûn ba min doza veqatandina wan çend potûmotan dikirin ,jixwe ti zanê bavê me tenê ew xanikê nîvketî ji mere hiştiye,çêlekek qert , çar miyê stewr û du bizin ê kol jî  û ew şikartê piçûk î li kêzinê  ,sonda xwedê û ew teyarka  li ber çêm e û hew ew jî pehrek ji darê wê hişk bûne pehrê dî jî wan cendermên sebav ji kok  birîne tenê ew çend hebê mêwan mane ew jî ji kêmbûna baranê zer û hişik dibin..
Erê cîran bi xwedê min dizanîbû kêş û qerebala we malbatiye yan jî ezê bihetima navçîdanê mana jixwe xew bi çavê min ket te digo jixwe hûn li oda me gengeşê dikin,bawerke cîran her tişt min seh dikir bêguman ew li te eyilin ..
Hemo got: Cîran heman gotinên te min ji hersê birayin xwe re gotin,mi got ma ka emê çilo wî şikartê piçûk leva bikin jixwe nayê parçekirin, qê her yek ji me dewsa olçekekê bighiyê de,ne çandok û nejî patoz bo olçekekî nayê qadê najoyê,ev birayên min çiqa serê wan hişke her ezê bêjim nêre ewê bêjin bidoşe
Min ji wan re got hersal emê tovê xwe bavêjin şikartê xwe jixwere biçênin, berhemê ku bê wek çar bira emê li hev belav bikin ,wan çend sewlan jî emê  tevlî pezê gund bikin,ew qerqotê xênî jî emê ji birayê xwe yê piçûk re nû bikin belkî em wî tê de biserî bikin..
Şiyar got cîran bi xwedê yekbûn, lihevhatin, bihevrejiyan kirin  ev hemî dermanê vê êşa me a kevnarin hêvîme ku xwedê birayên te bîna ser hişê wan aveka sar li vî agirî bikê ,berê gotina destê bi tenê çepka nadê ,tew ji xwe em bê pişt, dest û lignin!
Xwedê dengê te bikê cîran …Biserê cîranê xwe bikim eger ew bostekî bi dev min re werin ezê bi dehê gavan ber bi wan ve biçim lê xuyaya bobelateke mizin wê li devê derî yê me biqewimê jixwe  ti dizanê Beko ewan zafin ta …Dora wanî nên hat rahiştin nanê xwe û  ber bi malê ve çûn
Dema êvarê Şiyar ji karê xwe vegeriye malê wî dît û hûn nebînin dît ku va Hemo di nav xwîna xwede dikevize,birayê piçûk jî li mizkeftê wî dişon herdu yê din jî dest kelemçekirî di otombêla polîsan de sertewandî dipûnijin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…

Hişmend Şêxo

Ez vê gotarê diyarî we û hemû hevalên xwe yên rojnamevan dikim , herwiha ez diyarî hemû xwîner û hezkiriyên rojnamegeriya kurdî dikim.

Di serdema pêşketina şoreşa pêgihînê û Toreyên civakî de ragihandin bi rolekî pêşeng radibe di pêşxistina xebata gelan û Azadiya welatan de , Di heman demê de ez karim bêjim ku hemû…