Konê ReşGelo! Osman Sebrî kî bû ta ku ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê kurd dibînim? Ew navekî sereke û belû ye di nav tevgera rizgarîxwazî gelê Kurd de li Suriyê û di tevayî Kurdistanê de. Mirovekî Kurd bû û di tevayî Kurdistanê de wek; têkoşerekî, torevanekî û rewşenbîrekî hatiye naskirin. Ji mafê wî û zarokên me ye ku em wî bi bîr bînin, da ku nifşên nû ji nêzîk ve wî nas bikin.
(Ev ji bextê me yê reş e. Bav û kalên me gunehkariyeke mezin kirine ku bi zimanê xwe mijûl nebûne. Di welatê me de Ermenî hebûn, Sûryanî hebûn, hindik bûn, lê wan bi zimanê xwe dixwendin. Me diçû bi zimanê Tirkan û Ereban dixwend. Ev hemî sûcê bav û kalên me ne, em hîn nekiribûn. Heye ku rehmetî Celadet nebiwa, dibû ku me bi xwe jî guh nedabiwa vî karê ha. Ji ber ku em ne xwediyê vê fikrê bûn, ev fikir ji wî derket, mala wî hezar carî ava..).
Seydayê Cegerxwîn jî, ev helbesta xwarê bi navê (Ji Osman Sebrî Efendî Re) pesnê wî daye:
Bigorî bim ji bo te ey birayê min tu kanî
Ji dûrî ve te destê xwe di nîv destê min danî
Bi min û te du destên bê çep û rast ey birader
Belê herdu qewî jarin di yek laşê giranî
Me pirsî derdê Kurdmancan ji çerxa etlesa jor
Nezanî bo tevan derde belê lê me xizanî
Belê zêre belê zêre belê zêre belê zêr
Xwedanê wî cîhangêre bela ker bit dixanî
Ji bo me ne eqil fêde dikî ne xwendina pir
Ji bo me ço divêtin da ji tirsan bidne banî
Feke va ye mirim îro ji dinya ez hilat im
Bi gera xwe bi çerxa xwe te daxwaza me nanî
Cegerxwîn im mirim ez çûm ji bo we Sebriyek ma
Erê himberî Kurde welê bê wehya esmanî.
Cegerxwîn

Şîrove (0)