Ji mêj ve, min divîbû şarê Cizîra Botan bibînim. Ne tenê dîtin, lê belê ku çend rojan jî lê bimînim, lê razêm û çarşiyên wê ji nêzîk ve bibînim, bi xelkên wê re biaxifim.. Jixwe serdana gora Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Medreseya Sor, Birca Belek, gora Nebî Nûh xewnek ji xewnên min bû. Ev navên ku ji mêj ve min bihîstibûn, lê min ew nedîtibûn, xewin bû ku serdana wan bikim..
Di roja 20ê tebaxê 2008an, li ser daxwaza şaredariya bajarê Cizîra Botan û serokê wê birêz Aydin Budak, çûm bajarê Cizîra Botan, da ku beşdariyê di wan rojên çand û hunerê yên bi navê (Ziman rûmet e û rûmet ziman e) bikim.
Çiyayên bilind bê teyrên baz nabin.. Geliyên kûr bê av nabin.. Bajarê Cizîra Botan bê helbestvan nabe..
Wek ku kurd dibêjin: Dil li cem dila ye.. Helbestvan Dilbikul Cizîrî jî, ev helbest li dor naskirina min xwe, di rûpelê xwe de belav kiriye:
(Helbesta Min a der barê Rêzdar Konê Reş de
Konê Reş…
Ronakbîrê me Kurda ye Konê Reş
Bizanin gelkê hêja ye Konê Reş
Ku Kurdistan welatê wî esasî
Lê ew xelkê Rojava ye Konê Reş
Welatperwer û kurdperwer û Kurdhez
Bo xelkê Kurdî Seyda ye Konê Reş
Dema pênûsê kar tînit bi rastî
Kulîlka baxê medya ye Konê Reş
Nivîsên wî dixwînim ez bi lezzet
Bi wî Qamişlo ava ye Konê Reş
Evîndarê Bedirxanên Cizîrî
Di der heq wan de zana ye Konê Reş
Belê her çendi hinkê kal bibit jî
Lê şêrîn şubhê helwa ye Konê Reş
Dixwazim ez temen gelkê dirêj bit
Ji Dilkul bo wî dua ye Konê Reş.
Dilbikul).

Şîrove (0)