Ez û Evîna Rojên Kevin û Şoreşa Barzanî (Diyarî ji 77 Saliya Serok Barzanî re)

 

Konê Reş

Di sala 1963an de, temenê min dor 10-11 salan bû. Bi tenê radyoya me li gund hebû. Antêla wê li ser odê bû, betariya wê mezin bû, gelek caran problemên wê çêdibûn; tayê wê diqetiya, lempeyên wê dişewitîn.. Bavê min an apekî min dibirin Qamişlo cem Papazyan, yekî ermenî bû, hosteyê çêkirina radyoyan bû, çê dikirin û vedigerand. Ew radiyo di odê de li ser refikekê danînî bû, ku vemirî ba, paçek bi ser de dadikirin da ku toz negire û paqij bimîne.
Oda me ji zilamên gund û mêvanan vala nedibû..

 

Zilam li ser du rêzên kulavên himberî hev, hin çarmêrkî rûdiniştin, hin pala xwe dida palgehan û di nav axafinê re çixare ji qutiyên xwe dipêçan.. Dûyê çixareyên wan bi ser serê wan de bilind dibû û di nav re her yekî pesnê tûtina xwe dida.. Hina digot; tûtina min a Xursa Navê ye, lê hinekî sert e, hina digot ya min a Nihê ye, lê hinekî yewaş e.. hina li wan vedigerand; tûtina Mûşê ji tevan xweştir e.. Û bi kişandina çixareyan û vexwarina qehweya tal re axaftinê ji aş û bajar, Serxet û Binxet û nûçeyên şoreşa Barzanî û pêşmergeyan destpê dikir..
Min û birayê xwe (Remezan), yê ji min biçûktir, di nav xizmeta wan mêvanan re, me bi wan re li van êzgeyan guhdarî dikir; Yêrîvan an (Yêrîvan xeber dide), (Pekî Îran), (Kermenşah), (Qesra Şêrîn), (Êzgeya Kurdî li Bexa), (Beşê Kurdî li radyoya Qahîreyê). Lê ji tevan bêtir, wan zilaman li (Dengê Kurdistana Îraqê), guhdarî dikir. Her sibeh û êvar bavê min, mirov û cîranên me di demên taybet de li Dengê Kurdistana Îraqê guhdarî dikirin, da ku saloxên Şoreşa Mele Mustefa Barzanî û pêşmergeyên wî zanibin..
Tevî teşwîşê û nezelaliya dengê radyoyê û nefêmkirina wan baş ji nûçeyan re, piştî ku nûçe bidawî dibûn, her yekî ji wan zilaman li gor hezkirin û dilxwestina xwe ji pêşmergeyan û Barzanî re, pesnê wan didan û kêfxweşiya xwe bi germî ji Şoreşa Barzanî re tanîn ziman û ji hev re digotin; îro pêşmegeyan wêranî û afatî bi serê cêşa (Artêş) Îraqê de aniye.. Mêr wek wan nîn in.. ku kesî me hebe Mele Mistefa Barzanî ye.
Gelek caran bavê min ji wan zilaman re digot: Min nav ji navê Mele Mustefa Barzanî xweştir nedîtiye.. Ji ber wê hezkirina wî ji Mele Mustefa Barzanî re hez Mele Mustefayê Hilêliyê jî dikir.. Di sala 1966an de, dema ku birayê min î navê çêbû, navê wî kir (Mustefa), ji eşqa navê Mele Mustefa Barzanî re.
Xelkên gund bi germî hez Mele Mustafa Barzanî û pêşmergeyên wî dikirin.. çîroka serhildana wî li ser zardevê xelkên gund bû.. Xortên gund divîbûn bibin pêşmerge û ji hev re digotin; ji bedêla ku em leşkeriya rêjîma Sûriyê bikin û di eniyên şerê Cihûyan an di qaçaxiya li ser vî sînorê di navbera Serxet û Binxetê de bi gule û mayînên Tirko bêne kuştin, na, bela em di ber Mela Mustafa Barzanî de bêne kuştin, çêtir e.. Ma Abdulselam Arif çi dozê li Mela Mustafa dike.. Ew jî misilman e.. Bi Xwedê ji wan misilmantir e.. dixwaze di mala xwe de, bi xelkên xwe re bi selametî bijî.. Ma çi dozê lê dikin..?!
Wek ku min gotiye xortên gund jî, doz li bav û birayên xwe dikirin ku herin Şoreşê û bibin pêşmergeyên Barzanî. Yek ji wan apê min Mihemed bû, ku niha bûye Hecî Mihemed. Wî, ji bavê min re digot; Keka! ji min re tivingekê bikire ez ê herim bibim pêşmergeyê Berzanî. Şikriyê Berfo jî, ji bavê xwe re digot; Yabo! Tivingekê ji min re bikir ez ê herim bibim pêşmerge.
Hingê nû min û birayê xwe, navê pêşmergeyan dibihîst û ji ber pesindana zilaman ji mêraniya wan re, me di nav xwe de wateya navê pêşmerge wiha şirove dikir û ji hev re digot: Mêr mêr e, lê pêşmerge yanî ewên ku li pêşiya mêran e.. Anku ji mêran mêrtir in.
Ne ku xelkên gundê me tenê di vê rewşê de bûn, belê piraniya gundên kurdan li Cizîrê di vê rewşê re derbas dibûn. Morala Kurdan bi wê şoreşê gelekî mezin bû û hêviyên wan pê bilind bû.

*- Ji pirtûka min bi navê: Ji Evîna Rojên Kevin: (Beşek ji romana jiyana min/ 282 rupel e). Amade ye ji çapê re.

Qamişlo 16.8.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…