KIŞANDINA KURSIYÊ BINÊ NIGÊN ŞÊX SEÎD

 

Zeynelabidin Zinar

Şoreşa Neteweyê Kurd a bi serokatiya Şêx Seîdê Pîranî, li ser daxwaza Rêxistina Azadî dest pê bûye.
Roja 25ê Hezîrana 1925an dema ku Şêx Seîdê li herêma Deriyê Çiyê ya Amedê, digel 46 hevalên wî xeniqandine, serleşkerekî Erebê Mêrdînê bi payeya “başçawîş” kursî ji binê nigên Şêx Seîd kişandiye. Demekurtekê şûnde hêzên Kemalîzmê cenazeyê wî gorbihiştî digel wan 46 hevalên wî, birine li cihekî nediyar binax kirine.
Tê gotin ku cenazeyên wan şehîdan, di nêv barîgeheke leşkerî ya li nêzê Deriyê Çiyê binax kirine. Û avahiyeke sinemayê jî li serê ava kirine.

 

Di van salên dawîn de cihê wê sinemayê kirine navendeke bazîrganî û marketeke pir mezin a dewlemend jî di binê balaxaneyê de vekirine. Taqên jorê jî, şoqeyên malbatan bûne. Lê di erdheja 6ê Sibata Îsal de, ew avahî bi derbekê rûxiyaye û xisareke mezin jê çêbûye. Lê avahiyên li dorê, xisar nedîtine.
Berî xeniqandina Şêx Seîd, komîteya Dadgeha Îstiqlalê, di nava xwe de şêwirîne û weha biryar dane:
“Li vê herêmê eşîra herî xurt, ya Haco Axayê Hevêrkî ye. Em ê bi dostanî wî bînin Diyarbekirê û soz bibinê ku em xisar nadin malbata wî û eşîra wî, bila ew jî kursiyê binê nigên Şêx Seîd bikişîne. Hingê wê Kurd bi hev bikevin û hevûdu bikujin…”
Lê belê Haco Axa û çend eşîrên dî, di rê de bûne ku herin alîkariya Şoreşê. Dema ew gehane nêzê navçeya Çinarê, xeber wergirtine ku Şoreş rûxiyaye û Şêx Seîd jî hatiye girtin. Hema ji wire ew vedigerin û bi çend kesên xuyanî re rast diçin binxetê.
Sal 2007 yan jî 2008 bû, ez li Hewlêrê mêvanê Şêx Şerîfê kurê Şêx Nexşî bûm. Axaftina min û wî, her li ser Şoreşa 1925an û bapîrê wî bû. Şêx weha gote min:
. Dema Şêx Seîd û hevalên wî xeniqandine, leşkerekî amirhêzê cendirmeyan bi payeya “başçawîş” kursî ji binê nigên Şêx Seîd kişandiye. Piştre mukafata wî, keçmameke min a 8-9 salî jî wek diyarî dane wî.
Ew başçawîş keçmama me biriye û wenda bûye. 7-8 sal berî niha ew keçmam bi tena sere xwe hatiye Amedî û xizmên xwe dîtine. Jê pirsî ne ku ev e 75-80 sal in, çima ew nedihat virê? Gotiye:
. Mêrê min nedihişt ku ez werim. Du kurên min hene, mêrê min got “Eger tu herî Diyarbekirê û Kurd bi te bihisin, dê werin min û herdu kurên me jî bikujin.” Piştî ku ew mir, hêj nû va ye ez hatim.
Bêguman hin xal di tarîtiya mêjû de mane û zelal nebûne. Ew xal çendî ku piçûk in jî, lê belê kilîla vekirina deriyan in.
Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser babetê.

31/ 07/ 2023. 13:16

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…