Di bîranîna (48) Saliya damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan de

Hişmend Şêxo
Ez vê kurte nasînê diyarî giyanê heval Mam Celal , herwiha ez diyarî  hemû damezrêner , Pêşmerge û xebatkarên (Yekîtî Niştimanî Kurdistan) dikim.
Di / 1 / 6 / 1975an de hejmarek ji pêşengên kurd Yekîtî Niştimanî Kurdistan damezrandin.
Yekîtî Niştimanî Kurdistan di rewş û heyamek zor dijwar de ji bin kulxan û aloziyên bedbîniyê bi rêbertiya heval Mam Celal bi rêket , piştî salekê ji damezrandina xwe şoreşa kurdî ya nûjen li seranserî Kurdistana Iraqê ragihand û Agirê Rizgariyê li dijî Sedam Husên û rêjîma wî ya faşî barand û wê şoreşê dawî li rêjîma Sedam anî.
Di wê xebata şoreşgerî de destanên qehremane hatin xêzkirin û ji nûve hêviyên gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bilind kirin.

 

Encam û berhema vê şoreşê Rizgariya Kurdistana Başûr û avakirina sîstemeke federal bû.
Wek hemû kes dizane ku di sala 1991an de, li bajarê Raniya , li başûrê Kurdistanê, raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Bas rabû, di encamê de gelê Kurd dikarî hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê rizgar bikirana û gelek pakrewanên mezin pêşkêşî wê serhildana dîrokî kirin.
Lê di rastiya wê de, endazyarê wê di cîbicîkirina wê de bi hemû hêz û şiyana xwe herdem amade bû. Herweha endezyarê wê raspêrînê jî serok Mam Celal bû ku dikarî di nav dilê gel de cih bigre û mil bi milê gelê xwe ve li hemû bajaran bigere û moralê bide cemewerê serhildêr.
Ew pêngaveke dîrokî û xebateke pîroz bû , lewre dema ku mirov li ser wî çi bêje û çi binivîse her kêm dimîne ji ber ku dikarî bi nasnameya xwe ya kurdayetî , şoreşgerî û pêşmergeyetî ve ji çiyayên welatê me bibe koşka serokatiya Komara Iraqê.
Peywendiyên partiya me bi Yekîtî Niştimanî Kurdistan re
Peywendiyên herdu partiyên me (Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê , û Yekîtî Niştimanî Kurdistan) peywendiyên dîrokî ne bi dirêjahiya salan berdewam kiriye û endezyarên wan peywendiyan herdu hevalên cefakêş û nemirin heval Hemîd Derwîş û heval Mam Celale , Bi dirêjahiya salan herdu partiyên bira tekez kirine li ser piştgiriya doza netewî ya kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê û rêzgiritina taybetmendiya doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , di vê derbarê de gelek karên hevbeş me bi hevre kirine wek komîta hevrêziya kurdistanî û bereya kurdistanî di sala (1980) de ya ku Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê , Yekîtî Niştimanî Kurdistan , Partiya Sosyalîst a Kurdistan , Partî Demoqrat a Kurdistan a îranê têde cih digrtin bi amedebûn û çavdêriya herdu partiyên Komonîst ên Sûrî û Iraqî.
Di vê derbarê de hêjayî gotinê ye ku rola herdu nemirên hêja heval Mam Celal û heval Hemîd Derwîş berçav bûn di nêzîkbûna aliyên kurdî û Kurdistanî de.
Heval Mam Celal hevalekî cefakêş , dilsoz û Hişmend bû , Bi dirêjahiya salan di xebata xwe ya partîzanî de rastî gelek êş û azaran hat , bi salan ew ji welêt koçber bû û li xerîbiyê penaber bû, rêjîma faşist biryar nedida ku Mam Celal vegere ser xaka niştîman , lewre piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên û dema ku tevgera rêzaniya Iraqî bi seranser û ya kurd jî di nav de Mam Celal hilbijartin wek serokê komara iraqa federal wê demê hêviyên miletê me bilind kirin û bandora wê ya erênî ne tenê li ser partiya wî û kurdistana Başûr bû , bandora wê ya erênî li ser hemû parçeyên Kurdistanê bû.
Bi babeta bîranîna ( 48 ) saliya damezrandina partiya we ya bira ( Yekîtî Niştimanî Kurdistan ) , û bîranîna ( 47 ) saliya rêketina şoreşa kurdî ya nûjen bi rêbertiya serokê koçkirî heval Mam Celal ez germtirîn pîrozbahiyan li we dikim. Herwiha ez di wê baweriyê de me ku Yekîtî Niştimanî Kurdistan wek partiyeke sereke di nav tevgera azadîxwaza kursistanê de wê berdewam be di piştgîriya Kurdistana Rojava , Bakur û Rojhilat de.

– Silav li bîranîna ( 48 ) saliya damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan.
– Silav li giyanê wan pakrewanên dilêr ên ku bi rewanê xwe yên pak şoreşa kurdî ya nûjen pêxistin.

Heleb / 1 / 6 / 2023 Z – 2635 K

*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…