Kuştina 13 Kesan Li Gundê Xerabkortê

Konê Reş

Gundê Xerabkortê jî, di Beriya Mêrdînê de wek gundê Hazda Jorî gundekî sînorî ye. Anku di navbera Serxet û Binxetê de ye. Di wî heyamê de ev gund wek paytexta eşîra Temika, bi serokatiya Tahirê Mehmûd pismamê Mûsa Anter dihat naskirin.
Di wê serdemê de nav û dengê Elîkê Bettê bi mêranî û cegerdarî di nav civaka xelkên çiyayê Bagokê, çiyayê Omeriya, Beriya Mêrdînê û Aşîta de belav dibû ku ji hebsa Xarpêtê revya ye, Cimoyê Hêştrekî kuştiye û heyfa apê xwe Haco hilaniye..

Di salên destpêka Cenga Cîhanî a Yekemîn de Elîk bi serdanekê  tê Nisêbînê, xelkên Nisêbînê lê kom dibin, dixwazin wî bibînin ji ber mêraniya wî; wek ku min got reva wî ji zindana Xarpêtê û hilanîna wî ji heyfa apê wî re.. Di vê hatina wî a Nisêbînê de jinbiyek xwe dexîlî wî dike ku kurê wê ji zindana Nisêbînê reha bike.. Elîk Yekê nake Dudo, digel hevalên xwe digire ser zindanê û di encam de tev girtiyan berdide.. Piştî ku artêşa Osmaniyan ji Mêrdînê di hewara Nisêbînê de tê û dora Nisêbînê digire, rê li ber Elîk teng dibe, Elîk bi devê tivingê, ew û hevalên xwe, ji Nisêbînê derdikevin û berê xwe didin binya xeta Almanî/ Binxetê, gundê Xerabkortê, bal dostê xwe Tahirê Mehmûd.
Dibêjin; dema ku xelkên gundên derdorî Xerabkortê ji etarên Nisêbînê dibihîzin ku Elîkê Bettê hatiye an wê bê Xerabkortê, cem dostê xwe Tahirê Mehmûd.. Deh-Pazde zilam ji gundê Kodo û derdorê xwe didin hev û berê xwe didin Xerabkortê da ku Elîkê Bettê bibînin.
Li qelaçê berî gundê Xerabkortê, ji Başûr ve, rastî birek leşkerên tirkan yên ku li pey şopa Elîkê Bettê digeriyan, dibin.. Her du teref hev nas nakin.. Serleşkerê cendirman ji wan dipirse; hûnê kî ne û berê we li kû ye? Yek ji wan zilaman ji bedêla jê re bibêje; Em diçin cem Elîkê Bettê, dibêje; (Ben Elîkdir), Anku (Ez Elîk im..). Bi vê gotinê re, serleşkerê cendirma ji wan ditirse.. ditirsin ku rast ew Elîk û hevalên xwe bin.. vêca ji tirsa xwe re emir dike û li wan direşînin. Di encam de 13 kesan ji wan dikujin.
Kuştina wan belav dibe, xelkên wan, bi wan ve dirin, her yek termê xizmê xwe dibe cihê pêdivî û vedişêre, termê yekî Seyid dimîne, kes pê ve nayê.. Xwedî xêr û xelkên gundê Xerabkortê wî di cihê bûyerê de vedişêrin û ta roja îro gora wî bi navê (Ziyareta Seyid), naskirî ye.
 Dibêjin; piştî ku Elîkê Bettê vê bûyerê dibihîze, êdî nema riya xwe bi gundê Xerabkortê dixîne, berê xwe dide çiyayê Omeriyan, gundê Tinatê, bal hevalbendê xwe Mehmûdê Esed axayê Tinatê.
Hêjaye gotinê ku Elîkê Bettê di havîna 1919an de li gundê Midihê hatiye kuştin..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me…