Xelata Cegerxwîn ya dahênanê îsal 2022 giha helbestvanê kurd Bedirxan Sindî

 

Komîteya Xelata dahênanî ya seydayê Cegerxwîn biryar da, ku xelata xwe di warê helbestê û xizmeta wêje û çanda kurdî de bide torevanê kurd Bedirxan Sindî, ku ew yek ji helbestvanên kurd e, yên ku bi berhemên xwe yên toreyî û çandeyî pirtûkxaneya kurdî dewlemend kirine. Helbestvan Sindî di sala 1943 an de li Zaxoyê ji dayik bûye, doktoraya xwe li zanîngeha Wêlis ya Birîtanî wergirtiye û wek mamosteyê zanîngehê kar kiriye. Di sala 1970ê de li Hewlêrê wek serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd hate hilbijartin. Wî gelek karên çandeyî kirine, ji wan bûye sernivîserê rojnameya ”Teaxî” di navbera salên 2005 û 2016. Sindî gelek lêkolîn û berhem nivîsandine, di nav de ”Hikmeta Kurdî” , ”Dema Çiya Giriyan” – û berhevokên wî yên helbestî: 1- Helbestên min – bi Kurdî. 2-Helbestvanê Gundê Perîxan – bi kurdî. 3- Bajarê min biryara koçbarîyê dike, Bi erebî. Û gelekên din, û patenta wî di afrandina alaveke hînkirina koran de heye.
Herwiha komîta xelatê biryar da, ku helbestvan Mohammed Ferman -wek yek ji vebêjerên helbesta Cegerxwîn- ku li Qamişlo di sala1950 de ji dayik bûye, û ana li Elmanyayê dimîne û bi salane helbestên kevneşopî li ser rêzên helbesta helbestvan Cegerxwîn yên kilasîk dinivîse, wê bawernameya rêzgirtinê bighê.
Di çerxa xwe ya nû de, komîta xelata Cegerxwîn hem ji helbestvanan û hem jî ji nivîskaran pêk tê, komîta îsal 2022 ji van rêzdaran hatiye pêkhatin:- Boniye Cegerxwîn- Mûayid Teyib- Fattah Tîmar.
Komîteya Xelatê ya Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê pîrozbahiyê li helbestvan Bedirxan Sindî dike, bi boneya wergirtina xelatê di vê salê de, û jê re saxlemî û jiyaneke dirêj, û bidestxistina berhemên zêdetir, ku dikeve xizmeta pirtûkxaneya kurdî de, dixwaze. Herwiha komîta xelatê pîrozbahiyê li helbestvan Mohammed Ferman dike, ku wî weke yek ji girîngtirîn vebêjerên zindî yên helbestê bi nav dike û hêviya temenkî dirêj, û tenduristî, afirîneriya zêdetir û xizmetkirina bîreweriya afirîner û çandî ya Kurdî jê re dixwaze. Hêjayî gotinê ye, ku heta niha van helbestvanan ev xelat wergirtiye: Sedayê Kalash, Bê Bûhar, Mele Nûrî Hesarî, Mihemed Elî Hiso, Konê Reş, Deham Abdulfetah, Ferhad Icmo, Dildarê Mîdî, Xelîlê Sasûnî û Keça Kurd.
xelatacegerxwein@gmail.com
04.12.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…