Şoreşa kezîyan

Bavê Zozanê
Di 24 rezbera 2022an de , partiya hevgirtina gelê Iranê ya islamî ku nêzîktirîn partiy e  ji serokê berê yê Iranê re Mihemed Xatimî, ku doz û daxwazê ji rêjîma deselat dike ku dive pêwestiya serûkê ji bo Jina Îranê rabê ya ku ev çil salî bi darê zorê çi bi erêbûna jinê û çi ne bi erêbûna wê dihate bi cih kirin,zêdetir ji wilo jî bi dawîkirina karûbarê (Polîsê Sinçiyê)dike ,wisa jî komîtek bê layane  dive bête avakirin derbarê  kuştina Jîna Emînî  de ku ji xwe nejadperstan navê wê di fayilên fermî yê dewletêde danîbûn Mehsa Emînî ji ber ku tomarkirina navên kurdî li nik rêjîma melayan qedexebû û hîn jî qedexeye.

Ji xwe bi hezaran hatin girtin û bi sedan  jî hatin kuştin li seranserê Iranî ,ji  miletê  ku bi roj û şeva derdikeve xwepêşendanan nemaze li herêmin kurdî li kurdistana Rojhilat wek dest pêk, bo kuştina jina kurd Jîna Emînî  ,wisa jî  bi sedan ji jinan jî pore xwe kurkirin wek piştkirtî ji nemira hêja re Jîna Emînî re  ku rêjîma nejadperestan dixwest bi dizî termê vê ciwanikê bin ax bikê û pêrejî vê tewanbariya xwe ya giran veşêrê.

Ji xwe em dizanin ku buyera kuştina Emînî piştî du rojan ji girtina wê di  13ê rezbera 2022 li Tehran ê paytexta Iranê çêbû, ku di bin darê zorê de, canê xwe yê şêrîn ji dest da ,ku hatibû girtin ji layê polîsî sinciyê ve bi mehna girêdana  serûkê bi awakî  nedurst . Vêca bi rengekî hovîtî rastî işkencekirinê tê, piştî ku berxwedanek zor û dirêj dijî sixêf û lêdana wan cendermên bê sinc û bê wijdan kir .

Hemî endamê deselata Îranî bi rengekî ne rewa û yasayî danûstandinê bi vê şoreşa keziyan re kirin û dikin, ta serokî Îranê bi xwe -Reîsî- fermanên tund dane polisan ku dive bi destekî hasinî danûsitandin bi van bûyerên qerabalix û tevlîheviyê(wek ku ewî bi nav kir) bibe ,dîsa got kû hêmen û asayişa giştî ya   welat xêzên sorin.

Lê kuştina milet û girtin û zindankirina xortan li ba rêjîmên faşist û serokên mîna Reîsî ne xêzên sorin??!!  Ji xwe  ew bêtarê dixe sukra dewletên biyanî de , dibêje ku destên derve vê tevlîheviyê dikin ,Reîsî jî wek hemî serokên dest bi xwîn mihnên wan bo vemrendina şoreşan amadene  mîna parçekirina welat , asayişa netewî, xirakirin û tevlîhevbûn,serweriya welat û ta dawî…
Silav bo lehengên kurdistana rojhilat,silav bo gelê Iran yê berxwedêr,serê malbata Jîna Emînî û tevahiya jinên azad sax bê.
Agahiyên kesayetî:
Nav: Mehsa Emînî( Jîna Emînî)
Zayin : Seqez 22Tîrmeh 2000
Ziabûn :16 rezber 2022 Tehran
Sedemê mirinê:di bin işkencêde  hate kuştin li gor çavdêrin mafnasî û rojnamevanî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…