Romana hevgarî Kuştara Winda wek nimûne

 

Rêber Hebûn

Hevgarî di romanê de şêweyek e ji derbirînê ye têde romannivîs  behsa buyerekê dike girêdayî ye bi cih û demekê ve, armanc jê çareserkirina hinek kêşeyên ku di civakê de qewimîn  û çêkirina bandorkirinê li ser hest û hizrê xwendevanan, lê mijarê yê nivîskar Luqman Silêman di vê romanê de zelal kiribû siyasî û mirovî ye, têde behsa buyerek e hevgarî li ser rehnî nehatibû danîn, û nehatibû naskirin li cem gelek kesan, komkûjiyek e di dermafê hinek kesên sivîl hatibû pêkanîn , li gundê Cirnikê kêlek Qamişlo.

 

Dîroka vê kuştarê 1980 ye, pelgenameyek e dîrokî  girîng e ji bo nifşê bê , û herwiha dibe bingeh û lêveger û jêderek î ji xebatek e lêkolînerî û jidil , helbet min di serî de vê romanê bi hevgarî binav kir û peyvê hevgarî ( Tiracîdî) ji peyvek e Yonanî pêktê ( Tragoidia)  û wateya wê peyvê (Strana bizin e) û wisa hatibû binavkirin ji ber ku şanogerên Yonanî çermê bizin li xwe kiribûn dema ji kesayeta Satîr re (Satyr) lîstikvaniyê dikirin  a girêdayî bi hijmarek xwedawendên Yonanî yên kevin.
Û ev roman dikeve di hurgiliyên jiyana kesayetan, û hest û nerînên wan dişopîne bi awayek e şanogerî, di nav her kesayetekê ve destara êş û hêvî dizîvir e, nivîskar ronî daye li ser çawaniya dan û standinên mirovî berî mirinê , û rewşa tirs û matmayîbûnê yên di nav mirovê bendewar de dimînin, taya xwe bi wan digrin, li benda rojên ne diyar in, xalek balkêş nivîskar nîşan dide, û ewa mêranî û merdiya  mirovê kurd yê ji gefxwarina êrîşkeran berî komkûjiyê netirsiya û li kêlek mîvanê xwe sekînî, û baca vê yekê ji xwîna xwe û malbatê dabû, lê ev komkûjî tevî ku ji gelek kesan ve nehatibû nasîn û ev vedigere ji paşguhkirina kurdan ji ezberkirina vê yekê, wek tê zanîn ku her partiyek e kurdî serîkî digre, tenê behsa hevalên xwe dike, wek ku ew tenê kurd bin û ji bilî wan kurd  nîn in, an wek ku ew tenê di gerdûnê de hebin, wisa buyerê ku xwîna kurdan têde bi erzanî dihatibû rijandin ne ji meraq û baldariya wana bû , lê nivîskar Luqman Silêman di beşê destpêkê heta bêhtir nîvê romanê behsa rûniştin û civata hevalên partiyê di wê mala ku lê bûn e mîvan dikir, û şêweya derbirînê wisa dûbarebûyî hatibû xêzkirin, bi awayekî pevbendî.Lê babeta pesindayîna êrîşkeran û rengê qurbaniyan û ew gotûbêj di navbera nivîskar û ew kesê ji mirinê filitî , dawîkirinek e balkêş û bi bandor bû , û herwiha zimanê romanê tenik û diyar bû, û wek pêdiviye em binav bikin , ku ev roman yekem e ji romanên wê yên li dû vê derketin mîna Şengalê û vîna evînê , nivîskar bêhtir rol da gengeşeyê û cih û kuştin bala wî bêhtir biribû, ji derveyî vê komkûjiyê tiştek din nebû, hemî kesayetên romanê li cihekî tenê bûn li wê gundê sînorî yê bakûr û rojava ji hevdû vediqetîn e .

Roman behsa bizdana xelkê û bêdengiya dewleta Sûrî dikir û nasnama êrîşkeran bi dawiya vê romanê ji aliyê kesê maye sax bi nav hatibû aşkerekirin, hemî kurd bûn, êlperest bûn , hatibûn e tola xwe ji hevalbendên vê partiyê  bistînin, bi hêvotina dewleta Tirkî û hêsankirina rê ji aliyê wê ve .

Xemsariya rêxistina Kawa û hîştina xwîna hevalên xwe li erdê û pir ji endaman dev ji kar berdan yê karê qeçaxiyê kir û yê bazda Ewrûpayê ev jî dawî encama vê rêxistinê ye , yê nikaribû li ser linga bimîne ji ber ew zora dijwar ji aliyê Turkiyê ve.

Roman têkildar e bi wêjeya rewşanî yê kevin û komkûjiyê vegûhêzandî ye bi rengekî giştî , nivîskar xwe bêalî kir di vê romanê de, rê da bûyerê  xwe pesindan û aşkere bike, tiştekî an ramanekî ji cem xwe ve lê zêde ne kiribû, lê rehnî dayîn li ser vê komkûjiya reş bi xwe karekî cihê rêz û spasiyê ye, hewil da bi rêya vê romanê cihê qelsiya ne bîranîkirina vê kuştinê ji aliyê tevgera kurdî dagir e, û li vir helwesta nivîskarê wêjeyî zelal kir û rola wî ji ronîkirin û piştgiriyê gel û êşên ku bi ser de hatî bi derbasbûna dem û dewranan .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…