Jibîrneçûna 8ê Cehzeranê


Anahita Hemo / Paris
 
Bîranîna giyanê hozanvanê nemir
Ferhedê Içmo
Vaye dîsa roj li hêsran çûye ava,
Vaye bi helbesta “Qamişloka Min “,
” Dema Destanbêj te Dibînin….”.
Dema her tişt dire lûs,
Stêrên asîman şiyariyê li xama min dikin,
Gelawéje xwe.diyare.dike…
Hinek serme min dispêre nivîsên we,
Di bêdengiyeke bêhempa de,
Bi hestên êvara oxira te,
Mûmên êvarê têne bişaftin,
Asîman têr ewrê girînê, nalînê ye,
Pelên darên sêv û bihîvan xwe pêl didin, xuşîn e,
Bi sira bayê êvarê, mûm geş dibe,
Di bîranîna hebûna nemir,
Çivîkên parîsê,
êvarê piştî nimêja xwe kirin, dirin lûs,
Bi awazên teyr û tilûran re,
hêsrên dilovanya giyanê te di bîr tînim, ,
Mîrê Hozana Kurdî,
Bavê hestên derûnpakiyê, nejbîr e,
Mîrê beste û awazên stranan…
Havîn e, lê ne mîna havînên berê ye,
Qamişloka Evînê di perîşniyê de li ber xwe dide,
Qamişloka xemgîn! Sikak û gasînên te,
Ne ew çax e, ne ew dema xweş e,
Dilsozbûna te ji xema te re,
Hêjî bi pelên darên sewz re,
Bi çîvçîva çûkan re, berî herin lûs,
Asîmanê şînê tarî, berî xwe bispêre şevê,
 li te digerin.
Nimdarî xwe vedigre, êvar e,
Bi helbesta “Galîlo”, bi dildariya “Evîna Te “,
Demên nifşan vejîn dibin,
“Evîna te heyv û rok e, bê te cîhan taristan e”,
Qamişloka Evînê hêjî li te dipirse,
Nejbîr e, Mîrê Hozana Azadiyê,
“Bê te cîhan taristan e”,
Evîna te Kurdistan e, Kurdistan e,
Mûma min jî vê êvarê xemgîn e,
Hêdî hêdî ji oxira peyvê min vedimre, diçe lûs,
ji melûlbûna oxira zû, ji nav me barkir,
Gelo ev e wefadarî?
Lê, me jîn xweş naskir…
Bi kurte hozanê te
Ezmûndar bûn, hest û peyvê resen….
Gewre û payedar in,
Dibistaneke awarte ye,
Endezyarê peyvê !
Evîna te kurdistan e.
Dema te digot :” Piştî çûna min hûnê min ji bîr bikin “.
Gelo hestên nemiran ji bîr dibin?
Li her deverê zindî ye, peyva piledar, kurd û kurdistan e.

7/cehzeran 2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…