Helbest u Vidyo

XWAZÎYA  DIL BI HACÎREŞKA

Şukrî Şêx Nebî

 te nedizanîbû..

 Ku  tu ..

 piyala meya jiyanê bû ..!

mertala  şewşenê

 hember bêbextîyê bû

 te nedizaîbû..

 Jiyan bi te re

 tam..

 felat û welatek bû..?!

 vê helwestê

 vê helbestê

 bi baskên  hacîreşkan re

 ma qey..

 ezê ji kê re bi rêkim..?

 evîn ew bû..

 Ku şûrê elindê

 zikreşîya tarîyê diçirand..?

 dîlber çû..

 kete lîska jiyanê..?

 ez jî..

 xistim Derya gumanê..

 ka..?

 de..!

 baranekê

 bibare..

 ser sînga zevîyên gulanê..?!

 xwazîya min

 bi dilê te bê hacîreşkê

 ez jî..

 mîna te  ji xwe re

 li her welatan

 hêlûnek  ji evîna xwe re çêkira..?!

 çê  kiro ..

 bi xwe kiro

 xirab kiro..

 bi xwe Kiro

 çîroka min cû ava

 û hîna..

 ji hacîreşka xwe re

 hewla  helwestê dikim

 bi fîxanan û  qêrînan û moremora lavan…?!

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…